Vîdeoya li ser Bozarslan:
Diyarname
Nivîskar û rewşenbîrê Mehmed Emîn Bozarslan ket 90 saliya xwe. Li gor hin nivîsan ew di sala 1934, li gor inan 1935'an de hatiye dinê. Niha wekî 90 salî, rojbûna wî hat pîrozkirin. Li Upsalayê ligel komek hevalên wî rojbûna wî hat pîrozkirin.
LI LICÊYA AMEDÊ HAT DINÊ
Mehmed Emîn Bozarslan ji Licêya Amedê ye. Ew roja 15'ê rezbera 1934'an li Licê hatiye dinê. Piştî xwendina xwe bûye mele û dest bi meletî kiriye. Paşê bûye Miftî, lê ji ber xebatên xwe navê "Miftiyê Komunîst" lê kirine. Ev nêzî 60 salan in ew dinivîse ji ber ku pirtûka xwe ya pêşî bi navê "Şeyhlîk ve Agalik’ (Axatî û Şêxtî) de di sala 1964'an de derxistiye. Di sala 1966'an de pirtûka duyemîn bi navê ‘Dogu’nun Sorunlari’ (Pirsên Rojhilat) pêşkêş dike.
PIRTÛKÊN KURDÎ TÊN
Piştî her du pirtûkên bi tirkî, ew di sala 1968'an de bi navê "Alfabe" bi kurdî pirtûkek li Stenbolê çap dike. Ev di heman demê de wekî yekem pirtûka alfabeya latînî ya bi kurdî ya ku li Komara Tirkiyeyê hatiye çapkirin tê hesibandin.
WERGERA MEM Û ZÎNÊ
Bozarslan di sala 1968'an de Mem û Zîna Ehmedê Xanî werdigerîne tirkî û pirtûk sala 1968'an ji Weşanên Hasat derdikeve. Bi vê pirtûkê heta salên 90'î jî gelek kesî Mem û Zîn ji wir xwend. Di pirtûkê de kurdiya wê jî hebû û ev yek bû sedema pirsgirêkêk hiqûqî ji bo wî. Dadgehên Amed û Stenbolê doz lê vekirin û ew bi îdîaya "Parçekirina welat" hat girtin.
Bozarslan sala 1971'ê "Şerefname"ya Şerefxan wergerand tirkî û çap kir. Bi salan xelkê dîroka kurdan ji wir xwend.
Ji ber zehmetiyên li Tirkiyeyê Bozarslan di sala 1979'an de çû Ewropayê û li Swêdê bi cih bû. Wî êdî xebatên xwe yên rewşenbîrî û nivîskarî li wir dom kirin. Çapa diduyan a Alfabeyê li wir di sala 1980'ê de çap kir.
Bozarslan heta hete Swêdê salên 1970'yî de bi awayekî çalak di nav xebatên DDKO'yê de jî cih girt û siyaseta xwe li wir kir.
Hin pirtûkên ku Mehmed Emîn Bozarslan amade kirine...
BI KURDÎ DOM KIR
Bozarslan li Swêdê xebatên xwe êdî piranî bi kurdî kirin û dom kirin. Di destpêka salên 1980'yî de bi "Meyro" (1980), "Mîr Zoro" (1981), "Gurê Bilûrvan" (1982), "Kêzxatûn" (1982) pirtûkên xwe yên bi kurdî peşkeş kirin. Çîrok û meselokên kurdî di van pirtûkan û pirtûkên li dû de, salên din çap kirin û belav kirin. Heta salên 90'î wisa gelek xebatên folklorîn dan hev û belav kirin. Dîsa di van salan de li ser kovara "Jîn"ê xebetî ku ew cild bi cild ji tîpên erebî veguhast tîpên latînî û belav kir. Di destpêka salên 90'î de jî li ser cildên rojnameya yekem a kurdan "Kurdistan" xebetî û ew ji bo çapê amade kir.
PIRTÛKA LI SER MEHABADÊ
Yek ji xebatên wî ku gelek belav bû jî pirtûka William Aegleton a li ser Mehabadê bû. Bozarslan hê sala 1976'an de ew wergerand tirkî û bi dehan salan pirtûk wekî çavkaniya sereke ya li ser Mehabadê li ber desten xwendevanan belav bû.
Dûre xebatên wî yên li ser dîroka kurdan, ferhenga kurdî dom kirin û hê jî didomin.
Ligel bi dehan pirtûkên cur bi cur wî helbest jî nivîsandine. Helbesta "Ez xortê kurd im" ku Şivan Perwer ew wekî stran belavkir jî aîdê Bozarslan e.
WEŞANÊN DENG ÇÛ SERDANÊ
Nivîskar û rewşenbîr Mehmed Emîn Bozarslan wekî siyaset nêzî PSK'ê bû. Di vê 90 saliya wî de jî PSK li cem wî bû. Serokê PSK'ê Bayram Bozyel bi ser hesabê xwe re belav kir ku ew ji bo salvegera wî çûne Upsalayê û pîroz kirine. Weşanên Deng ku girêdayî PSK'ê ye jî plaketa pîrozbahiyê da Bozarslan.
Bozyel bi ser hesabê xwe re wisa got, "Me 90'emîn Rojbûna Birêz M. Emin Bozarslan Pîroz kir. Em jê re temenekî dirêj dixwazin. Em spas dikin ji bo keda wî ya di rêya çand û zimanê kurdî de."
Mehmed Emîn Bozarslan hê jî li Upsalaya Swêdê dijî. Prof. Dr. Hamit Bozarslan ku li nav kurdan wekî dîrokzan tê nasîn kî kurê Mehmet Emin Bozarslan e.
Serokê PSK'ê Bayram Bozyel û hevalên wî çûn serdana Bozarslan û rojbûna wî pîroz kirin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***