logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Rojnameger Seyît Evran mir
  2. Zarokan perwerdehiya xwe ya bi kurdî temam kirin
  3. Çîroka têkoşîna jinek '1976', û 'Duet' û 'Acid'
  4. Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin
  5. Komxebata Ziman a Şengalê: Hewldana fermînikirina kurdî û vekirina dibistanên kurdî
news-details

Çend gotin li ser lîstika “Xwezginî”

  • Dîrok: 25/03/2019
  • Beş: Serbest

Recep Îçen

Pênc sal in nedibû û li hev nedihat ku li lîstika “Xwezgînî” temaşe bikim. Li hêviyê bûm û dawiya dawî min lîstika “Xwezgînî” hefteyek berê temaşe kir. Pêşî bi kurtasî behsa lîstikê û kunyeya wê bikim. Nivîskar û derhênerê lîstikê Şaliko Bekês e. Ew şanogerekî “Şanoya Kurdî ya Tiblîsê” ye, ji 1979’an heta 1993’yan bi awayekî çalak li Tiblîsê di nav şanoya kurdî de cî girt. Piştre bi Bînbaşê Axê re li Med TV’yê bi şano û skêçên xwe xebitî. Di navbera 2012-2014’an çend caran hat Bakur û tevlî xebetên şanoyê bû. “Xwezgînî” yek ji van xebetan e. Ew niha li Moskowê bi tena serê xwe û li hêviya şanogerên kurdî ye. 

Lîstik bi promiyera xwe di sala 2014’an de li Amedê derket pêşberî şanohezan û piştî navberê îsal dîsa hate ser sehneyê. Şanoya Bajêr a Amedê hê jî vê lîstikê dilîze ku vê mehê çend carna derxist pêş şanohezan. Di lîstikê de Ozcan Ateş, Rêzan Kaya, Kemal Ulusoy û Salih Yildiz dilîzin. 

Lîstik behsa evîndariya Nazê û Tîtal dike. Nazê û Tîtal ji hev hez dikin û çîroka wan li ser gumana ku “Çiyayê Qerejdaxê ku Bavê Nazê ye” wê nehêle ew bizewicin. Lîstik perdeyek komedî ye.

Di lîstikê de Nazê ji aliyê Rêzan Kaya ve Tîtal jî ji aliyê Ozcan Ateş ve û Bavê Nazê jî ji aliyê Kemal Ulusoy ve tê sehnekirin. Salih Yildiz jî di lîstikê de wekî “çavdêr” cî digire. 

Lîstik bi sê sehneyan re tê hemberî temaşevanan. Sehneya yekem li derve ye û dekor tenê ji bankekê pêk tê. Nazê û Tîtal behsa evindariya xwe dikin. Sehneya duyem li ber mala Nazê ye û dekor nîn e. Tîtal û Bavê Nazê bi rasthatin hev nas dikin. Sehneya sêyem jî li mala Bavê Nazê ye û dekor du paldank û tiwaletek e. Tîtal hatiye Nazê ji Bavê wê bixwaze. 

Di metnê de “dramatîka” çîrokê li ser gumanê hatiye saz kirin. Li ser sehnê tenê nîqaşek heye lê alîgirên pêvçûnê ne, di nav astengiyeke mezin de ne. Ne Tîtal ne jî Nazê vê astengiyê çareser dikin. Ji xeynî van daxwazên karakteran jî baş nayê fam kirin; zêdetir di karaktera Nazê de em dibînin ku bê biryar e û armanca wê ne diyar e. 

Bi ya min gelek kemasiyên metnê hebûn lê bi xêra lîstikvaniyê balanseke çîrokê çêbûye. Kemal Ulusoy, Ozcan Ateş û Rêzan Kaya bi lîstikvaniyên xwe performansek xweş derxistine. Performansên lîstikvanan bi giştî li ser “komediya rewşê” ava bûye. Carinan hin peyv û nîşaneyên “Amedî” jî dibin hêmanên komediyê. Li ser sehneyê min karê Salih Yildiz fam nekir. Tevgerên wî yên ser sehneyê bi hincetên “epîkbûnê” bû, lê min bi xwe armanca rejiyê zêde fam nekir. Bi dîtina min cihê wî ji bo rejîyê diviyabû hinekî din çalaktir û teatraltirbûya. 

Tiştê herî xweş ew bû ku di sehneya sêyem de min ji herikbariya lîstikê û performansa wan hez kir. Sehne bi perdeyekî tul re bûbû du perçe. Perçeyê pêşî salon bû, yê din jî tiwalet bû. Ji hêla dekorê ve bi awayekî balkêş û bikêrhatî bû. 

Temaşevanên şanoya kurdî li Bakur her tim çavên wan li ser Şanoya Bajêr a Amedê ye. Di deh salên dawî de bênavber tenê bi kurdî şanoyên xweş derdixin. Hem ji aliyê lîstikvaniyê ve hem jî aliyê afirandinê ve karên Şanoya Bajêr ji bo şanoya kurdî qonaxeke xweş ava kiriye. Şano xweş e,  bi kurdî hê xweştir e. 

* Ji bo baldaran şanoyê pêşniyar dikim ku we bi dest xist, pirtûka şanonameyên Şalikoyê Bêkes bi navê “Yên Xwedê Ji Wan Stendî” jî bixwînin, hûnê jê hez bikin.    

* Piştî ku lîstik qediya ji bo spasî û xêrxweşiyê çûm ba Ozcan Ateş. Tam di wê navberê de temaşevanekî “Gedê Bajêr” kete navbera me, ezwê diyalogê deynim vir: 

Temaşevan: Yav ma siz niye dîger yerde oynamîsiniz. (Behsa sehneya Şaredariyê dike)

Ozcan: îzin vermîler, orayî qayim aldî. (destûn nadin, qayûmê dest danî ser wir)

Temaşevan: Yav ma êlê olir mî? (Lo, ma wisa dibe?)

Îca hûn texmîn bikin rewşa Şanoya Kurdî û temaşevanên wê…. 

Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 09 2023

Tabloyên ku wênesazên jin ên kurd çêkirine

news
  • 03 09 2023

BRICS dê cuda be

news
  • 28 08 2023

Rizgan mîna Raskolnîkov li xelasiya xwe digere

news
  • 22 08 2023

Qirikek zêrîn ji deşta Germiyanê: Şukir Xeyat

news
  • 21 08 2023

Nivîsên nîveka pêşî ya vê mehê...

news
  • 19 08 2023

Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”

Nivîsên Nû
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Vane komên Lîga Şampiyonan û Lîga Ewropayê

ad

Gotina Hefteyê: 'Ansîklopediya Edebiyatê çêkirin kurd têde tuneye'

ad

'Analîz' jî hat girtin

ad

Çima nepirsî: “Ma Tu Kurdî Dizanî”

ad

Li ser navê 'Rojavayê Kurdistanê' li hev nekirin

ad

Koronayê li Zrîngê jî da!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rojnameger Seyît Evran mir

  • 25 09 2023
news

Zarokan perwerdehiya xwe ya bi kurdî temam kirin

  • 24 09 2023
news

Çîroka têkoşîna jinek '1976', û 'Duet' û 'Acid'

  • 25 09 2023
news

Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin

  • 24 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname