Diyarname
Kovara The Economist li ser kurdan şirove nivîsî: 'Kurd ji bo hikumetê pirgsirêkek mezin in'. Vaye hin kite:
Kovara îngilîz The Economist ku wekî heftane weşana xwe dike. Kovarê di hejmara xwe ya 16'ê vê mehê de bi sernavê "Tirkiye û Kurd" nûçe-analîzek weşand.
Di nûçe-analîzê de wisa tê gotin:
- Kurd ji bo hikutema tirk hê jî pirsgirêkek mezin in.
- Şîdeta bilindbûyî nîşan dide ku nêzîktêdayîna Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan bi guman e.
- Di pevçûnan de heta niha 44 hezar kes mirine, hikumeta Tirkiyeyê 300 mîlyon dolar xerc kiriye, Serokê PKK'ê Ocalan 1999'an de hat girtin lê şîdet berdewam dike.
- Parlemena tirk maweya tezkereya ji bo operasyona wî aliyê sînor dirêj kir lê êrîşa PKK a dawî Ak Partiya li desthilatdarê mehcûb kir û di warê artêş têrê dike yan na de pirsên nû derxist holê.
- Piştî hikumetê ji bo operasyona derveyî sînor erê kir piştgiriya ji bo AKP ya li Başûrêrojhilat kêm bû. Îdîayên binpêkirina mafên mirovan zêde bûn.
- Rêberên AKP'ê ku partiya wan ji girtinê filitî ji bo doza DTP'ê gotinekê jî serf nakin.
- Ger DTP bê girtin populerîteya wê dê bilindtir bibe.
- - Wezîr Alî Babacan: Em dibînin ku hê bi PKK'ê re hevkarî tê kiri. Li welatên Yekîtiya Ewropayê pereyan kom dikin.
- Li gor gotina Babacan bi xwe jî çareseriya bi leşkerî ne tu çareserî ye.


