Ji Akademiyê Re Raporek
Recep Îçen
“Gava ez li pêþveçûna xwe û armancên xwe dinêrim, ne lomedar im, ne jî pê kêfxweþ im. Destên min di bêrîkên þalê min de, þûþeya þerabê li ser maseyê, ez nîvpaldayî, nîv li ser rûniþteka hêlanok rûniþtî, di pencereyê re li derve mêze dikim. Mêvan tên, ez, li gorî ku bi wan rewa ye, xêrhatinê li wan dikim. Organîzatorê min li odeya pêþîn rûdine, gava ez bang lê dikim ew tê û guh dide ser tiþtên ez jê re dibêjim. Bi êvaran tim xwepêþandan hene û xwepêþandina min çetin e ku ji vê çêtir jî be. Kengî ez ji ziyafetan, ji sazûmanên zanistî, ji civînên kêfê dereng tême mal, þempanzeyeke nîvperwerdekirî li benda min dipê û ez, bi awayê ku meymûn kêfa xwe bi hev tînin, kêfa xwe bi wê tînim. Bi roj ez naxwazim wê bibînim; di awirên wê de dînîtiya ku li heywanên bi perwerdekirinê re hiþbelavbûyî, hene; ez tenê van dîbînim û ez nikarim lê sebatê bikim.” (F.Kafka-Koloniya Tawanê, Werger: Fatîh Aydin, Weþanên Lîs, 2016, Amed)
Franz Kafka di navbera salên 1883 û 1917’an de kurteçîrokek bi nave "Ji Akademiyê Raporek" dinivîse. Kafka di çîroka xwe de behsa meymûnekî (Peterê Sor) ku bi destê mirovan tê birîndarkirin û tê zeft kirin dike. Peterê Sor ji bo ku jiyana xwe berdewam bike mecbûr dibine ku tevgerên taqlidkirina mirovan hîn bibe û piþt re li hemberî akademîsyenan de ev rapora xwe bixwîne.
Çîrok ji aliyê Roþeng Rojbîrê ve ji bo sehneyê adapte bûye. Tûncay Ozel hem derhêneriya lîstikê û hem jî bi lîstikvaniya xwe derdikeve hemberî temaþevanan. Di lîstikê de dekor ji aliyê Bilge Kutlu, teknîk Egît Firat û afîþ jî ji aliyê Ronî Dîldar ve hatiye çêkirin. Lîstik yek perde ye û bi yek kesî tê lîstin.
Di sehneyê de dekor qafeseke biçûk e û li her du aliyê sehneyê ben heye. Gava sehne ronî dibe Tûncay Ozel bi cilên sor ve li tewanê sehneyê derdikeve peþberî me. Xwe li tewanê sehnêyê asê kiriye û dest bi monologa xwe dike. Piþt re benekî bi destê xwe û benekî jî bi nigê xwe ve girê dide û dest bi performansa xwe dike.
Ji bo vê lîstikê em karin bêjin ku Tuncay wekî derhêner formên "in-yer-face" ve derdikeve hemberî temaþevanan. Wekî teoriyek "in-yer-face" di dawiya sedsalên 20’an de li Îngilistanê derdikeve û li dinyayê belav dibe. Ji bo vê teoriyê em dikarin bêjin ku li ser sehneyê lîstikvan bi laþê xwe, bi dengê xwe mecbûr e ku temaþevanan aciz bike. Di vê teoriyê de li ser sehneyê ziyandayîna fîzîkî, wehþeo, taciz û hwd her tiþt serbest e.
Di vê listikê de jî Tûncay dixwaze ku temaþevanan "aciz" bike.
F. Kafka di vê metnê de dixwaze ku li ser têgihên azadiyê re nîqaþeke veke: Azadî çî ye? Di navbera azadî û xelasiyê de çi ferq heye? û hwd...
Li ser sehneþê biraninên Peterê Sor, jiyana wî, yeko yeko tê qal kirin... Peterê Sor baþ dizane ku teqlîdkirina mirovan ji bo wî tenê xilasiyeke; xilasiya îþkenceyê ye, xilasiya sîrkê ye... Di lîstikê de Peterê Sor bi heyasên xwe û piþhotikî li ser sehneyê de dimeþiya û performansa xwe berdewam dikir ev tiþtên nîvcomayîna fizikî û bikaranîna ben û qefes ji aliyê rejî ve fonksiyonên sereke bû. Qefes û ben hem alikariya peyamên metnê dibû û hem jî dinyayeke tengbûyî nîþanî me dibû. Tiþtên nivcomayîna fîzîkî jî her tim ji me re digot ku xwezayê Peterê Sor ne vê dinyayê ye...
Peterê Sor her tim dixest ku xwe bigihîne temaþevanan, derdê xwe ji wan re bêje, lê mixabin dest girêdayî, nig girêdayî bû... Ew ben her tim ji me re digot ku, çi jî bike azadî ne mimkûn e. Peter ji mirovan gelek tiþt hîn dibe; berî her tiþtî zimanê wan hîn dibe, pîpo dikþîne, þa dibe, eraqê vedixwe, tif dike... Peter hemû hînbûna xwe li ser sehneyê nîþanî me dide û tê yeko yeko li ser rûyê me tif dike, aciz dike ji ber ku temaþevan jî þirîkê vê gunehê ne. Bi gotineke kurtasî, þaristan di vê metnê de zindaneke mezin e û mirovên nûjen jî ev pawanê zindanê ne.
Ev tekst bi tevgerên Tûncay ve xwe ji "þanoya xwendin"ê ve xelas kiriye. Di performansên yek kesî de pirsgirêkên herî mezin ev e ku tevger tê de tune ye, ev tiþt jî lîstik dike "þanoya xwendin"ê. Lê hem ji aliyê derheneriyê ve, hem jî ji aliyê lîstikvaniyê ve karekî serkeftî çêbûye. Tuncay bi çîroka xwe û bi tevgerên xwe ve bi têra xwe temaþevanan "aciz" dike.
Lîstik li Stenbolê sahneya Þa Perfomansê dilîze. Bê þano neminîn.
**
Nivîsê Recep Îçen ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- "Commedia Dell’Arte ya Kurdî" Tartuffe
- Di du saliya xwe de BÊRÛ