logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû
news-details

LI XWEGERÎNEK

"Xwegerîn tiştekî hundîrînî ye, Heqîqet û li xwe mikurhatin, rastiya hundirînî derdixîne holê"

  • Dîrok: 26/12/2018
  • Beş: Serbest

Çorê ARDA


"Xwegerîn tiştekî hundîrînî ye,

Heqîqet û li xwe mikurhatin, rastiya hundirînî derdixîne holê"

Bêhna dara sincê ji zaroktiya çend kesan dest pê dike û heta hefsê dibore, yanê berê berê roman zaroktiya karekterên me li ber çavên me radixîne, paşê wan li hefsê didomîne ango tîne ba hevdu, paşê di hefsê de vana hev dinasin û dest bîranên xwe û do’ya xwe dike. Karekterên romanê di dema niha, di do’yê û îro’yê de wextwext dipêlin, roman wilo didome, heta ku diqede.

Serlehengê me Xelas e, paşê navê wî tê guhertin û Xelas vediguhere Rustem… Dara Sincê dema bi Xelas re diaxive mirov fêm dike ku jê re rêberiyê dike. Dara Sincê rola efsûniyê, rola rêaqiltiyê, rola hiş û hişyariyê wergirtiye. Rêya dilpakiyê, dilpaqijiyê, dilnizmiyê, ronahiyê, pêşdîtin û siberojê hilgirtiye. Dara Sincê bi destên Xelas girtiye û rêya heqîqetê, rastiyê û ronahiyê û şopên wan difêrîne. Dara Sincê mêzîna hiş, dil û aqilê Xelas e. Her çiqas Xelas wekî ji xewn û xeyalan rabibe jî talî fanûs û lembeya di destên Xelas de Dara Sincê bi xwe ye. Dara Sincê gotinên Xelasî ên hundirînî ye. Gotinên hundirînî heqîqeta mirov e, rastiya mirov e.  Lehengekî me yê din jî Cindî ye. Cindî jî timî di navbera gotinên bav û dêya xwe de dimîne feqet bêtir bi a bavê xwe dike, talî bi saya bavê xwe fêrî tirsê dibe. Helbet divê di vir de bav û dê bê nîqaşkirin. Feqet romanûs bêtirîn xwestiye têgeha “Tirsê, Hêzê û Hezkirinê”  nîşanî me bide. Bi saya karekteran “Tirs, Hezkirin û Hêz” hatiye vebêjandin. Îcar bingeha “Tirsê” helbet girîng e, ji ku dizê, ji kîjan robar û kaniyan diherike sedemên wê çi û çi ne? Tirs bi saya derdoran tê fêrkirin, feqet ya girîng kana xwe ji irsêbûnê distîne an na?... Dema ku zarok hîna di zikê dê de ye fêrî her tiştî dibe, lê ya girîng dema dê û bav têkevin têkiliya zayendiyê di wê kêliyê de gengaz e ku zarokên çêbibin fêrî tirsê û hin hestên din bibein? Di zikê dê de gengaz e, ji ber ku dê di bin bandora hawirdorê xwe de ye. Hilweşîna tirsê dijwar e, piştî mirov hînî tirsê bû şûnde, paqijkirina şopa tirsê gelekî dijwar e. Feqet ên ku herî qehreman jî tirs bi wan re heye, ji ber ku tirs têgeheke hestwarî ye. Çiqas aqil bi hest re şerr bike jî taliya talî aqil kerê hestê ye. Helbet vîn û aqil girîng e, ger vana tune bin jixwe her tişt ew ê birûxin, feqet hest, vîn û aqil mîna mêzînê ne, lê pêdiviya mirov bi gişan heye. Romana me, li ser têgeha tirsê gelekî rawestiyaye loma jî romanûs xwestiye xwînêr li ser têgeha tirsê birawestîne. Welhasil hem Xelas, hem jî Cindî fêrî tirsê dibin. Xelas, nikare xwe ji bin bandora bavê xwe xelas bike. Cîndî jî dema diçe dibistanê bavê wî dibêje dûrî pevcûnan here, dêya wî jî dibê kurê min metirs e, nêzî hevalên xwe bibe belkî pêdiviya wan ji hevaltiya te û hezkirina te hebe. Cîndî di navbera dê û bavê xwe de dimîne. Wisa fêrî tirsê dibe. Rojekê Xelas li Cindî dide ango lêdixe, paşê di hefsê de dipêrgîne feqet bi navekî dinê, navê Xelas veguherîbû Rustem vê carê. Piştî wextekê şûnde hev dinasin, qala do’yên xwe û bîranên xwe dikin. Piranî roman li ser bîranên Rustem didome. Di zaroktiyê de navê Xelas, Xelo ye, Xelo çeteyên kuçeyan e, wê çaxê bi vî navî derbekê li Cîndî dixîne, bi saya vê derbê û bavê xwe fêrî tirsê dibe Cindî. Welhasil Xelo dibe Xelas û Xelas jî vediguhere Rustem… Rustem di bîranên xwe de qala şervantiya xwe û hevalên xwe dike, piranî jî behsa mamosteyê xwe Rêzan û hevala wî Binevşê dike… di hefsê de Rustem ji çokên xwe birîndar e, Cîndî jî tim alîkariya wî dike. Cindî hêza hezkirinê ji dêya xwe hîn bûbû welew hêza dilnermîbûnê ji dêya elimî bû, loma dilnizmî nêzî kesan dibû, bavê wî hêza derbxwariyê û hêza tirsê fêrî wî kiribû, erê Cindî ji terefê Xelas derblêxwarî bû, lê ew derblêxwarin nebûbû sedema tirsa wî, sedema tirsa wî bavê bixwe bû. Cindî û Rustem derbekê de em van li hewşa hefsê dibînin, lê çawa ketin hefsê? Di romanê de derbasbûna hefsê de qûtbûnek heye, mîna fîlmê ku ji nişke ve qut bibe û fîlm ji cihekî dinê dest pê bike. Çawa qût bû? Çawa ji nişke ve derbasî sehneya hefsê bû? Hew em dinêrin her du jî di hefsê de ne û hev dinasin, yanê Rustem û Cîndî.

Di romanê de hin gotinên felsefîk dihatin nîqaşkirin mîna “Valahî, heyîn, tunebûn û hebûn “ û hwd. Feqet wexta di vir de behsa hebûn û tunebûnê dikir, ne ku behsa bireser û kirdeyeke bêwate dikir. Divê gerek em bireser û kirdeyan watedarîne ango tenê bi awayekî dirûvî divê mirov lê mêze meke, divê dirûv welew şekil valahiyê dagirin, helbet bi qasî cîgirtin û necîgirtin welew cîdagirtin û necîdagirtin jî bi wate û watedar e. Yanê valahiya vala jî ya tijî jî li gor xwe wateyekê hildigire. Divê valahî, nikaribe serî bi dirûv re derxîne yanê hebûn û tunebûn divê ji dirûvbûnê wêdetir, dîtir û watedartir bin. Bireserek tenê ne alavek e, kirdeyek tenê ne alav û zindiyeke, her du jî zindî ne, bi wateyên xwe valahiyê dadigirin. Di romanê de gotin û axaftinên wilo kêm be jî têde felsefe hebû, romanên bê felsefe û huner rijî ne. Loma jî ên di hefsê de dema ku diaxivin, nîqaşên hebûn û tunebûn, hêz, hez û tirsê dikin. Rustem û hevalên xwe pirtir jî Rustem li xwegerînekê de ne, di bîra lêgerîna xwe de diçin raboriyên xwe li wir dikevin gerînekekê, di gerînekê de Rustem hebûn û tunebûna xwe dipirsîne, dîsa diçe li dîwarê bavê xwe diqewime, her çiqas Rustem bêje tesîra bavê min li ser min nemaye jî talî hîna jî di bingeha binhiş û derhişa Rustem de bav desthilatdarek e. Nikare xwe ji vê birînê rizgar bike, rihê wî hatiye dîlkirin.  Îcar di vê ger û gêrandina xwe de Rustem li sedema tirsa xwe digere, li xwe digere, li dengê hundirê xwe guhdarî dike, hundîrînî dirame. Di vê kolan û vekolandinê de ya girîng helbet tirs e, ji ber ku ya ku Rustem xistiye vê rewşa xwenebaweriyê welew nefêmkirinê “Tirs e.” Esil di vir de serlehenga romanê Binevşê ye, ji ber ku Binevşê rêya bixwehesidandinê, rêbaza xwe ji tirsê rizgarkirinê hînî Rustem dike. Feqet Binevş di romanê de hinekî wendayî maye. Di romanê de wendayî ye, feqet di ramanên xwe de xurt e. Ji Rustem xurtir e, lê Rustem bi awayekî karekterî hîna di pêş de ye. Her çiqas Rêzan di romanê de mamostê Rustem yê ramanê be jî talî Binevşê bêtir ramangeriyê ji Rustem re dike, rêbertiyê û rêaqiltiyê bi awayekî şikbarî Rustem difêrîne…  Rustem bi awayekî dirûvî ye, Binevş bi awayekî ramanî rola xwe dilîzin. Rustem qels dixuye, Binevş xurt dixuye. Gelo romanûs xwestiye karekterên xwe ji hêla raman û bixwebaweriyê ve wendayî xuya bike, lê ên dirûvînî û raman qels bêtir derîne pêş… Dirûvekî vala û qels, dirûvekî tijî û wendayî, welew kirdeyekî vala û qels û kirdeyeke tijî û wendayî... Rustem dema ku li xwe digere timî bi awayekî monologwarî diaxive, wê çaxê em fêm dikin ku Rustem di van monologên xwe de xwe didestîne, tirsa xwe eşkere dike. Tirsa wî ya dijber bavê xwe hemû jiyana wî rûxandiye. Kakil ne tiştekî hindik e. Ew kakil jî zarokatî bi xwe ye. Axaftinên monologî û axaftinên duhêlî û yekhêlî gelek mijar li ber çavên me raxistiye. Wexta di hefsê de her kes qala zarokatiya xwe dikin giş diçin bîranên xwe, Cîndî jî dema ku di zanîngehê de dixwîne bi Sînemxanê re dinase û dizewicin, feqet kindira tirsê tim û tim di stûyê Cîndî ve eliqî ye. Carinan Cîndî û Bavê (Camêr) xwe rola xwe diguherandin, an jî gumaneneke wisa bi mirov re dima. Feqet tirsa Cîndî ji hezkirinê dihat, ditirsiya ku hezkirinên xwe wenda bike. Ditirsiya ku dêya xwe, Sînemxana xwe wenda bike. Di hefsê de Rustem û Cindî pevre diketin gelegal, nîqaşên ramanî, fikrên felsefîk û bîranîn xwe… di zarokatiya xwe de Rustem rehetî nedida Cindî niha jî bi hev re ketibûn galegal û nîqaşên felsefîk. Niha bûbûn ramangerên hevparî. Di van raboriyan de Rustem qala jiyana xwe ya şervaniyê ji Cîndî re dike, behsa perwerdehiya wê derê jê re dike… Taliya talî Rustem çiqas diçû raboriya xwe û li xwe digeriya bêtir xwe bera binê bîra xwe dida, di binê bîrê de diçû li kevirên neqeba zarokatiya xwe diqewîme. Çiqas li rastiya xwe, heqîqeta xwe digeriya her carê jî li dîwarê bavê xwe diqewimî û hildiweşiya… Wekî girêkekê di rihê wî de asê mabû… Ji dubarekirina monologên Rustem jê yek jî axaftina wî ya di navbera Dara sincê ye, ya ku bapîrê wî di hewşê de çandibû. Dara Sincê di vir de rola dengê hundirînî dimeşînî, rêberiyê û rêaqiltiyê ji Rustem re dike. Dara Sincê mîna darek medîtasyonê be. Mîna dara ziyaretê ye. Feqet ev dar tenê ji Rustem re sembol û alava axaftinê ye. Esil Dara Sincê dengê duyemîn ê Rustem e, dengê heqîqet û rastiya wî bû. Dengê yekemîn tenê xapandinek bû. Feqet Rustem di navbera her du dengan de dieciqî. Dengê dil û dengê êqil ji hev cuda ne, dengê dîtir jî ji van her du dengan dîtirtir e. Loma jî herî dawî li dengê xwe yê dîtirtir guhdarî dike. Îcar Rustem li dengê xwe yê hundîrînî guhdar dike? Li dengê xwe yê dinê guhdar dike? Welew li kîjan dengan guhdarî dike?. Îcar dara me dara Adem û Hewayê ye an jî Dara dengê hûndirînî ye? Gelo Dara Sêvê ye an na? An jî bêhna sêvan ji vê darê tê an na? Dara ehleqê ye? Ya erotîzmê ye? Ya ramyariyê ye? Ya têkoşîn û têkoşeriyê ye? Ya heqîqet û ronahiyê ye? Kîjana ye? Dipirse? Dara sincê dipirse an jî romanûs? Welhasil Rustem di do’ya xwe de, îro’ya xwe de û di aniha xwe de di hemêza bavê xwe yê asê de dipêle, bavê Rustem bûye girêk, bûye bîrek û birînek nedermankirî. Lê roman bêtir di navbera Rustem û Binevşê de dibihure. Îcar dibe ku Rustem ji Binevşê hez dike…

Mînakek ji romanê: “Te hezkirina xwe daye ser pişta xwe, ne ez…”(Rp, 211)

Dema ku balafir cihên wan bombebaran dike û hevalên wî giş şehîd dikevin, Binevş jî birîndar dibe. Dawiyê Rustem Binevşê li pişta xwe dike û wê ji wir xelas dike. Loma jî li gorî vê gotinê gumanek wisa bi mirovî re çêdibe. Yanê dibe ku ji hev hez dikin, dibe ku yekhêlî be jî ev hezkirin. Di romana Omer Dilsoz de ya bi navê “Hevrazên Çiyan” de jî dîmeneke wisa ya hezkirinê hebû, îcar li gor qaîdeyan hezkirinên şervanan asayî ye an na? Gelo romanûs xwestiye eşqek ne pêkan li ber çavên me raxîne? Welew eşqek wilo pêkan e an na? Îcar ên ku qaîde, rêgez, kanon û zagonan li dar dixîne dîsa ne mirov bi xwe ne. Dîsa ên ku xera bikin dîsa mirov bi xwe ne. Tiştek heta ku nehilweş e, tiştekî nû neafire. Di vir de ya girîng dil û mejî ye welew aqil e, talî kîjan xurt be ew ê desthilatdariyê li a din bike. Dil ava xwe ji kaniya hestan distîne û serhêldêrek bêronî ye. Hem xetere ye, hem jî xurt e. Mirovê herî dîktator jî talî dilek pê re heye. Dil desthilatdarekî xurt e. Loma Rustem di navbera dil û mejiyê xwe de gelek caran dieciqe.

Encam:

Taliya talî çiqas Rustem serleheng be jî, talî serleheng Binevşê ye û serlehengeke wendayî ye. Romanûs ji hêla raman ve xurt hatiye nîşankirin feqet bi awayê berbiçavî wendayî dixuye. Lê Rustem ne wisa ye, ji hêla raman ve hîna li xwe digere û qels e û bêtirîn li ber çav e. Îcar romanûs, xwestiye karekterekî qels û lixwe digerî zêdetir li ber çavên me raxîne an jî karekterekî wendayî feqet ji hêla raman ve xurt li ber çavên me raxîne? Helbet tercîha Romanûs e. Feqet Rustem bêtirîn berbiçav e, gelo em hîna jî bi mejiyê nêrbûnê difikirin? Feqet mejiyê qels daye Rustem û yê xurt jî daye Binevşê, ev bi xwe paradoksek e, çima berovajiyek wisa? Çima bêbiryarî? Dibe ku romanûs di binhişiya xwe de xwestibe herkê rolekê bide wan ango karektereke wenda û mejiyekî xurt, karekterekî li berçav û mejiyekî qels, gelo qey armanc wekhevî ye? Îcar gelo ev wekhevî ye an na? ….

Binevş jinek tenê xwe ye, ne tu kesa din e, lê Rustem nikare bibe xwe, xwebûn dijwar e. Ya Binevş dike Binevş xwebûn e, Loma jî Binevş rêhevaltiyê, rêbertiyê û rêaqiltiyê ji Rustem re dike. Taliya talî Binevş dixwaze Rustem bibe xwe, li xwe bigere, xwe bibîne, xwebûna xwe ava bike… Di dawiya romanê de Binevş jî şehîd dikeve, Rustem wê û hevalên xwe ên ku di bomberana balafiran de şehîd ketibûn gişan bi destên xwe vedişêre.

Di romanê de sê têgehên sereke hene, hêz, hezkirin û tirs.

Hêz, li gorî Schopenauerî, em hêsîrên daxwaz û zewqên xwe ne, li gorî Nietzsche jî xwestina xwedatiyê welew asta pêxemberiyê ye. Yanê xwestina xwegihîştina mirovên awarteyî ye. Talî bi çi dirûvî be jî hêz bi serê xwe desthilatdarî ye, dema ku hêzek dikeve nav lepan (destan) hêz ji hêzbûna xwe dûr dikeve, dikeve rengekî din. Talî di binê hêzê, hezkirinê de xwestek hene, azwerî hene. Îcar mesele tu hêzê bi çi awayî bikartînî. Di romanê de behsa hêz têkirin feqet mirov tam hêzê nabîne, tenê hêz bi Binevşê re hinekî dixuye.  Hêz û tirs têkîlî hev dibin, hêz û hezkirin jî têkîlî hev dibin, tirs û hezkirin jî têkîlî hev dibin. Yek bê yekê nabe û nayê şîrovekirin, têkiliya wan bi awayekî pevre hene. Mirov ji bo çi ditirse, miheqeq serpêhatiyek çê dibe, loma ditirse. Cîndî ji ber dêya xwe Sînemxana xwe ditirse, ji bo çi ditirse ji ber ku hez dike…. Mirovên herî bi xwe bawer jî talî dikare bitirse û ditirse, tirs tiştekî xwezayî ye, xwezayê tirs hînî me gişan kiriye. Koka xwe ji xwezayê distîne tirs, hêz jî wilo ye. Jiyana me bi xwezayê ve girêdayî ye, mirov dixwaze serî bi xwezayê re derxîne, feqet tu tişt û tu kes nikare serî bi xwezayê re derxe, xweza bixwe jî Xweda ye. Xweda jî hem hêz e, hem hezkirin e û hem tirs e. Esil her tişt e...

25.12.2018

***

Nivîsên Çorê Arda yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Êl, Feodalîzm û Leqat
- Kûçikistana Mirovan

- 
BÎREK MONOLOGWARÎ
- 
ŞEVÊN NIXUMANDÎ
- SINDOQA HANDA’YÊ
- RIHEKÎ PERDEKIRÎ
- BÊDENGIYEKE QELS

- Baholekî tijî serpêhatî     


Parve Bike

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

news
  • 19 05 2026

Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'

news
  • 18 05 2026

Trêna Li Stasyona Xwe Digere

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

2012: 10 pirtûkên herî serketî yên New York Timesê

ad

Berendamên Gelecek Partîsî ên bajarên kurdan

ad

Li Kelarê pêşangeha pirtûkan vebû

ad

Endama Dayikên Aştiyê Sakîne Arat mir

ad

Festîvala Stenbolê piştgirî da derhêneran û pêşbazî betal kirin

ad

Ji bo Roja Ziman çalakî û daxuyanî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname