Kûçikistana Mirovan
Çorê ARDA
"Belê heywan xetere ne, feqet mirov bêtîrîn xetere ne’’
Çîrokên ku di kûçikîstanê de hatine nivîsandin giþ li ser kûçikan in, kûçikîstan welatê kûçikan e. Hemû çîrok li ser dilsoziya kûçikan hatiye nivîsandin, îcar em werin ser çîrokan.
Çîroka yekemîn:
Di çîroka yekemîn de rola Qolo û ya mirovekî heman tiþt in. Qolo kûçikekî dirust e. Ji ber dirustbûna xwe gellek tiþt tên serên wî, feqet heçî ku navên wan Qolo ne, piraniya wan jî no ne. Lê vî qolo yê me ne wilo ye, ji ên din cûdatir e. Qolo yê me ji bo dirustbûnê hertiþtî dide ber çavên xwe, qolo ji bo ku têkeve çavên xwediyê xwe welew ji bo ku têkeve çavên civakê tu carî dev ji dirustbûna xwe bernedida û tênedikoþiya bi hiþmendî tênedikoþiya. Di çavên wî de hema hema herkes durû bûn, loma jî digot dêvla ku ez ê durû bim bila herkes pihînekê li qûna min xîne. Helbet barê dirustbûnê giran e, herkes nikare hilgire, herkes nikare bibe Sokrates û Diyojen, ji ber ku divê tu mirinê bide ber çavên xwe. Îcar Qolo jî di eslê xwe de melankolîk bû, feqet kûçikekî pirr paqij bû nedixwest biherime, ji ber ku hemû kûçikên dinê hatibûn herimandin. Qolo kûçikekî bi kêr bû, li xwediyê xwe nehatibû, ji xwediyê xwe bikêrtirîn bû. Her çiqas di çîrokê de bêkêr bixuye jî, berovajî wê kûçikekî di eslê xwe de bikêr bû. Qolo xwedî vîn bû, tucarî dev ji fikrên xwe bernedida, li dû fikrên xwe bû herdem, xwedî þexsiyet bû, þexsiyeteke xurt pê re hebû. Feqet di çîrokê de mirov vê nîþanê nabîne. Çimkî vîna wî veþartî bû. Mirov dema ku çîrokê dixwîne, mirov dibêje qey Qolo bêvîn û yekî beradayî ye. Di teþebûnê de wilo dixuye, feqet di bingeha qolo da tiþtekî wilo tune ye. Derdê wî welatê wî ye, feqet welatê wî kûçikistan jî dîl e, ne azad e, loma jî bendewarê welatê xwe’y bêxwedî ye. Taliya talî ji terefî xwediyê xwe ve tê têwerkirin, ango xwediyê Qolo, qolo di kendêl de werdike, qolo êdî bêkêr dibîne. Qolo di çîrokê de her çiqas heywanek be, ewqasî jî metaforek e û dewsa mirovan wergirtiye. Ango rola însanekî leystiye…
Çîroka duyemîn:
Ev çîrok çîrokek trajîk e. Gellek çîrokên wilo hatine serê malbatên kurdan, ev çîrok jî jê yek e. Malbatek ji terefê dewletê tê þiyarkirin, divê gerek hûn heta 3-4 rojan ji vî gundî barbikin, biterikînin an na em ê gundê we û mala we biþewitîne, talî dewlet di roja sisêyan de mala wan diþewitîne, hinek ji malbatê diçin Amedê, hinek jî jê diçin Edenê, dewlet ji wan re dibêje hey hûn ji me re nabin, belkî kûçik û pisîkên we ji me re bibin. Kûçikên wan jî bi xwe re dibin dewlet û wan diþîne stenbolê bo perwerdeyê, li wir wan perwerde dikin. Paþê malbata ku diçin Edenê keçek wan tayina wê derdikeve stenbolê. Feqet malbat hinekî ne bi dil e biþînin stenbolê, talî qanih dibe û keça xwe diþîne cem meta wê… piþtî borandinikê hevalek keçikê çê dibe, hevala wê jî ji kayseriyê ye. Paþê ew û hevala xwe pevre diçin barekê û vedixwin, niþka ve êrîþa polêsa çê dibe, wê û hevalekî wan dibin qereqolê, paþê komser tecawizî wê dike, polêsên din jî yeko yeko tecawizê wê dikin, dema tê tecawizkirin kûçikekî polêsan timî xwe radikêþand, çimkî xwediyê xwe naskiribû feqet wan fêm nedikir ji bo çi kûçik êrîþî wan dike, yekser xwe çenkir komîsêr û qîlê xwe di qirrika wî de daçikand, polêsên din bi lezûbez gulleyêk di serê gurxenêq de teqand. Herdu jî li wir bûn berate… çîrok wilo diqede… Îcar keçika me li ser difikire, dibê çima gelo ew kûçika ewqas direya û xwe radikêþand, fêm kir ku dema li gund bû, kûçikê wan ji wan stendibûn. Paþê berê xwe bi gundê xwe’y Gurxenêqa vekiribû. Welhasil, ne li welatê xwe û bajarê xwe, ne jî li welatên wan bajarên wan starî hebû, starî ne ji kûçikên wan ne jî ji xwediyê wan hebûn. Wek her çîrokê dîsa kûçikê me xwedîdilsoziya xwe dest nîþan kiribû. Çîrokek gellek trajîk bû, feqet gellek çîrokên wilo trajîk qewimîne… wahþetiya mirovan û trajediya mirovan di heman tabloyê de xwe destnîþan kiribû di vê çîrokê de. Çîrokên me kana xwe ji realîteyê werdigirin…
Çîroka sêyem:
Ev çîrok, çîroka apê Remo û kûçikê wî’y dilsoz Hirço ye. Apê Remo û Hirço di dema þerrê kobanê de li kobanê tenê dijîn. Gedên apê Remo hema hema giþ tevlî refan bûye. Ew û kûçikê xwe hirço tenê mabû. Jixwe ji ber þerr nikare ji kobanê jî derê, jixwe tu nêta wî tune bû ji kobanê derkeve, radihêje çeka xwe û dijberî Daîþê þerrekî dijwar li dar dixe, paþê þehîd dikeve, li kolanê laþê wî bêxwedî dimîne, feqet kuçikê wî hirço li ber serê wî radiweste. Ji ber ku êdî li kolanan laþ pirr in, û piraniyê wan ji terefên kûçik û pisîkan tên xwarin. Loma jî Hirço heta ku dimre li ber serê xwediyê xwe ranabe, heger ji ber serê wî rabe, kûçikên din ew ê wî bixwin. Îcar dilsoziya kûçikan an jî ya mirovan kîjana xurt e, dibêje Hirço? Hirço wekî çîrokên din dilsoziya xwe destnîþan dike, ji xwediyê xwe gellekî hez dike, loma jî li ber serê xwediyê xwe heta ku dimire tevnalive. Lê berî ku hirço bimre bi çavên serê xwe balafiran dibîne, azadiyê dibîne, dibîne ku kobanê rizgar dibe, paþê li ser sînga xwediyê xwe çavên xwe digire… Wek çîrokên din kûçik di vir de dîsa tenê metaforeke û carinan jî rasterast kûçik bi xwe ne. Di filmê Hachîko de jî heman dilsozî û dîmen hebûn, hachîko navê kûçik e, ew jî ji bo xwediyê xwe mirinê dide ber çavên xwe, jixwe di dawiya film de ew jî dimire. Îcar dilsoziya heywana ya jî a mirovan?
Çîroka çaremîn:
Ev çîrok çîrokek distopîk e, di romana Orwell de ya bi navê ‘’Çewlika Heywana’’ de mijarek wilo diqewime, welatê wan aîdî wan bû, li gorî xwe û zagonên xwe, xwe rêve dibir. Heywana navxweyî biryar didan û rêxistina xwe li dar dixistin. Di vê çîrokê de hemû kûçik li kûçikîstanê li gorî zagonên xwe, xwe birêve dibin. Soro, Qero dikuje û Soro li kûçikîstanê tê dadgehkirin, li gorî zagonê wan dema yek yekî bikuje, berdêla wê jî heman tiþt e. Feqet soro xwe difilitîne, dadgeh wî efû dike û wî dipenaberîne. helbet di vir da dîsa kûçik dewsa mirovan girtiye wek çîrokên dinê. Soro ji bo hestiyan Qero dikuje, îcar ji bo kûçikan hestî çi ye? Ji mirovan hestî çi ye? Hin mirov ji hestiyan tucarî têr nabin, hestî jî di çîrokê de metaforek e, feqet metaforek xurt û watedar e. Însan ji heywana xerabtir e, hîna hov in, jixwe di xwezaya wan de hovbûn ji berê de heye, îcar aniha hovbûneke bi hiþmend e, di dema prîmîtîf de, bêhiþmendî bû hovbûna wan, niha hovên hiþmendin, hovên hiþmend hîna xetere ne. Li kûçikîstanê ya ku a-niha diqewime, kûçikîtiyeke bi hiþmendî ye. Çîroka me li ser vî esasî rawestiyaye.
Çiroka pêncemîn.
Navê kûçikê me vê carê Qitmîr e, Qitmîr di vê çîrokê de bêtirîn kûçikekî mîtolojîk, razber û efsûnî ye. Taybetmendiya Qitmîr ya vê di çîrokê de baþî û nebaþî ye. Qitmîr, mirovên xirabiyê dikin an jî yê baþiyê dikin bi lezûbez derdixîne holê. Ango pêþdîtina wî pirrûpirr xurt e. Ji bo ku tu xwedîpêþdîtin be divê tu alîm, zanyar û xweda be, loma jî çîrok mîtolojîk dixuye. Di çîrokê de Qitmîr xirabiya melayekî dibîne û melê me xwe dide dest, li xwe mikur tê bi saya qitmîr, loma jî qitmîr kûçikekî mîtosîk e, efsûnî ye. Hema hema di hemû çîrokan de kûçik him xwe ne, him jî dewsa mirovan wergirtine.
Çîroka þeþan:
Þêro, kûçikekî mêrxas e, xwediyê xwe û welatê xwe tevan diparêz e. Dilsozekî mêrxas e. Ji bo xwediyê xwe û welatê xwe xwe feda dike, bi xwe re jî 3-4 leþkeran li erdê dike tert, þêro eslê xwe de lehengekî qehreman e, çîroka qehremantiyê nivîsandiye. Þêro rola xwe û mirovên qehreman herduyan jî lîstiye.
Çîroka dawiyê:
Di vê çîrokê de bandora Sadiq hîdayet heye, melankolîzma Ehmed û ya karekterê Sadiq Hîdayet heman rewþ in. Herdu jî melankolîk in, û li pê kûçikên xwe dikevin, feqet yê sadiq h’idayet dev ji xwediyê xwe berdide dide du dêlikekê, ên ehmed jî kûçikên wî ji terefên þaredariyê tên komkirin, encama herdu çîrokan guhertiye, feqet melankolîzma wan, derûniya wan hema hema heman rewþ in. Herdu jî ji vexwarinê xwe wenda dikin. Taliya talî Ehmed ji terefî balîciyakî tê kêrkirin. Ehmed ewilî wêje ye re diþtixile paþê bi siyasetê re diþtixile, lê dinêre her tiþt dereweke qerase ye xwe dide vexwarinê loma jî pirranî bi kûçikên kûçeyan re hevaltiyê dike, yanê kûçikên ku berradayî û bêxwedî re hevaltiyê dike. Piþtî ji jiyanê fêm dike þûnde ango piþtî li dîwarê rastiyê diqewimî þûnde dest bi jiyana berradayî dike û tê kêrkirin.
Taliya talî di her çîrokê de an jî di hin dîmenên çîrokan de þopên nivîskar bixwe hebûn, piranî jî di vê çîroka dawîn de, ehmed karekterekî sembolîk bû, tenê rola çîroknûs dileyst. Di her nivîskarî, helbestvanî û çîroknûs û romanûsî de þopa wan di berhemên wan de kêmzêde heye, hene. Di hemû çîrokan de kûçik dilsoz bû, gelo qey kûçikên nedilsoz tunebûn, qey kuçikên beradayî tune bûn, piraniya kûçikên çîrokan erênî bûn qey ên neyînî tune ne?. Kûçik him di rola xwe de dileystin û him jî di rola însanan dileystin. Hema hema hemû çîrokên wî serkeftî bûn, feqet divê di çîrokan de pêþdaxuyanî tunebin, gava ku mirov çîrok xwend divê mirov daxuyaniyê ji çîrokê derxîne, hewce pêþdaxuyaniyê nake. Welatê xwe þibandiye kûçikîstanê dilê wî li ser welatê wî û rewþa welatê wî diêþe, mirov þibandiye kûçikan, qedirê kûçikan ji yê mirovan qedirbilind dî ye di hemû çîrokan de. Di çîrokan de li dijberî însanan nefrînek hebû, geh bi saya kûçikan, geh jî bi saya naveroka çîrokan xwe destnîþan dikir. Rewþa mirovan, derûniya wan, hovbûna wan hwd…
Welhasil însan ji însanetiya xwe dûr ketine…
25.11.2018
**
Nivîsên Çorê Arda yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- BÎREK MONOLOGWARÎ
- ÞEVÊN NIXUMANDÎ
- SINDOQA HANDA’YÊ
- RIHEKÎ PERDEKIRÎ
- BÊDENGIYEKE QELS