Êl, Feodalîzm û Leqat
Çorê ARDA
“Dîroka gelekî, bîra welatekî ye, bîra welatekî dîroka gelekî ye”
Dema ku mirov beþa ewilî welew destpêka romanê dixwîne mirov dibêje qey tu di nav tabloyên emprestyonîst de digere, welew mirov dibêje qey tu li tabloyeke Empresyonîst temaþe dikî, feqet paþê kitekitên emresyonîzmê kêm dibin û roman vediguhere romaneke dîrokî ya qlasîk…kitekitên hûrûkûr di hundirê tabloyeke emprestyonîst de þewateke gelekî (miletekî) xwe dide der. Gelemperiya romanê çavkaniya xwe ji rihê kurdî wergirtiye. Dema ku ez dibêjim “rihê kurdî” ez qala dîrok, çand, ehleq, orf û adetên kurdî giþî dikim. Tiþtên ku zû bi zû nayên guhertin. Yanê mirov hemû çanda kurdayetiyê û kurdewariyê di vê romanê de dibîne. Romaneke qlasîk e, paþê di dawiya romanê de hinekî vediguhere nûjeniyekê. Di romanê de mirov di serdemên kevnare û di qul û kewarên dîrokê de dipêle… Di beþa duyemîn de, roman li ser serdema Þêx Seîd û hevalên wî yê têkoþer rawestiyaye, paþê hemû beþên din ên romanê li gorî vê beþê tên teþekirin. Qehremantiya Þêx Seîd, heval û hogirên wî di vê beþê de mijareke sereke ye. Têkoþîn û têkoþeriya wan a li dijberî dagirkeran bi awayekî epîk hatiye hûnandin. Wehþetiya dagirkeran a hovane bi þêwazeke tund li ber sifreya çavên me raxistiye. Serlehengê me ‘Hesê’ ye û neviyên Hesê ne, ji ber ku roman bi Hesê dest pê dike û bi neviyên wî Hêja Hesê diqede. Hesê bi awayekî di þerê dagirkeran de xwe xilas dike welew dijber dijderketina dagirkeran xwe difilitîne. Di vî þerî de Hesê Pismamê xwe Elî bi destê xwe binax dike, di þikeftkekê de bi dizî vediþêre, ji ber ku di wê serdemê de hema hema kî bihata girtin encam kuþtin bû, heçî serîrakiribûn encama wan bi þêwaze hovane kuþtin bû loma jî veþartin û rev giþ bi awayekî dizî ango veþartî pêk dihat. Armanca vê serhildanê Amedê bi destxînin feqet dijmin bi awayekî hovane û xedar êrîþî wan dikin, mixabin encam dibe têkçûn. Di vê dijderketinê de Elî birîndar dibe, gelek hevalên Þêx Seîd birîndar dibin û gelek jê tên kuþtin paþê ew û hevalên xwe vedikêþin. Piþtî Elî birîndar dibe û gelek hevalên wî tên kuþtin þûnde ji bêgavî vedikêþin, Elî jî bi xwe re dibin feqet her diçe rewþa Elî xirab dibe, herî dawiyê jî Hesê wî vediþêre, dema ku pismamê xwe vediþêre Hesê diçe bîranên xwe û wî. Di vê beþê de behsa dengbêjan, Siyabend û Xecê jî tên kirin loma jî roman hem qlasîk e, hem jî epîk e. Roman hem çandî ye, hem jî trajîk e, ji ber ku gelek dîmenên trajîk di hemeza romanê de hebûn. Di romanê de stargeha Þêx û hevalên wî çiya bûn, çiya timî bûye stargeha kurdan, çiya hiþk in, saxlem in û xwediyê xwe xweþ diparêzin, çiya ne xayîn e, ne neyar in, çiya dilsoz in, xwedîdilsoz in, hemêza xwe heta dawiyê ji xwediyê xwe re vedike. Çiya bilind e, loma jî kurd zîrekbûnin û xwe li sexlemiyê girtine bilindahiyê û li cihê ewledar girtine. Ev baqilbûna wan xuya dike. Di romanê de þûr û qelemê berawirdî hev dike, talî roman, zanîn û baþbûna qelemê bêtirîn dipêþîne.
Piþtî wextekê þûnde Hesê bi Fatimeyê re dizewice, Fatîme berî ku bi Hesê re bizewice bi Osman re zewicî bû, feqet piþtî zewacê Osman diçe leþkeriyê û venagere, jixwe ên ku di wê serdemê de biçûna leþkeriyê ya direviyan ya jî venedigeriyan. Paþê Hesê bi awayekî mecbûrî li Fatimeyê û qîza Osman xwedîderdikeve, keça Fatma Meryemê nexweþ dikeve û dimire. Hesê hîna jî ji ber leþkeran direve û xwe vediþêre, di vê rêwitiya Hesê û Fatma de Meryem dimre û hema ji neçarî li wê derê binax dikin. Hesê yekî jîr e, zana û baqil e, hema hema ji her tiþtî fêm dike loma jî dema ku diçe ku derê li wir dibe xwedî qedr û qîmet. Gel gelekî jê hez dike. Esil carinan neçarî dibe sedema afirîneriyê û pêþketinê. Piþtî wextekê hevalên Hesê du heb tên wî dibînin, paþê bi dizî tên cem wî, ji ber ku ew jî ji ber leþkeran direvin. Tên xwarina xwe dixwin, hinek xwarin bi xwe re dibin û berê xwe didin stargehên xwe yanê çiyayan, talî hinek wan îxbar dikin û di þerekî pir dirêj û dijwar de tên kuþtin, Hesê jî ji ber ku neçûbû alîkariya wan di binê barê ezabê xwe de dieciqî, dilteng bûbû feqet tiþtekî bikira tune bû, heke biçûya alikariya wan ji mirinê nedifilitî. Welhasil dîsa bêtifaqî û xayîntî di romanê de mijareke sereke ye. Mihemedê porsor birayê Hesê yê biçûk e, piþtî Mihemedê biçûk nexweþ dikeve þûnde, ji bêgavî û ji neçarî divê bi jinbiraya xwe re bizewiciya an na divê bida hinek kesên din, feqet li gor çand û orf û edetên wan divê birayê wî pê re bizewiciya, talî birayê wî Mihemedê porsor dimire û Hesê ji bêgavî bi destgirtiya birayê xwe yê biçûk re dizewice. Piþtî Hesê û Eyþe dizewicin þûnde, Fatimeya Hesê di bêvla Eyþeyê de tîne, Fatime agir bera dawa xwe dide, her roj zilmê li Eyþeyê dike. Fatimeyê li serê Eyþeyê bûbû agir, nedihiþt biçek hilm bistîne, halbûkî Fatimeyê di jiyana xwe de gelek zehmetî, birçîbûn û zordarî dî bû, divê hîna dilrehm-dilnerm bûya, esil dexsbûn carinan hest û aqilê mirov diguherîne, dexsbûn hestek baþ e, feqet tu awayekî bikêr bikarbîne baþ e, an na guleyeke tekoderb e, mirovan li erdê dike tert… Divê Fatimeyê ji paþeroja xwe ders wergirta, wer xuya ye carinan serpêhatî, ceribandin û paþeroj jî pere nake û ders jê nayê wergirtin. Piþtî wextekê þûnde zarokekî Eyþê çêdibe û navê wî jî dikin Cemîl… helbet piþtî bi jinbira xwe re dizewicîne þûnde divê têgeha namûsê welew Feodalîzm bê nirxandin. Di serdemên kevn de têgeha namûsê herdem li ser kesan û civakê serlenheng û deshilatdar bû, feqet niha jî ne kêm e. Namûs jî koka xwe ji feodalîzmê werdigire. Kurd di hundir de, di navxweyî de, di mala xwe de çiqas xwe û rihê xwe ji feodalîzmê rizgarkiriye, çiqas nûjen e, çiqas demoqrat in, roman vê pirsê ji me dike. Di galegalan, di nîqaþan de, di konferansan de, di qadan de, li dibistanan, di nav hevalên xwe de bi gotegot û nîqaþan de em demoqrat in, em nûjen in. Îcar di çalakiyê (pratîkê) de gelo em çiqas demoqrat in û nûjen in, vê pirsê ji me dike romana me ya “Leqat”ê… Gelo em tenê di gotebêjan, vebêjan, daxuyaniyan de hwd de demoqrat in, nûjen in û ne feodal in, dipirse Leqata me, welew Leqata me dixwaze vê bi me bide hîskirin. Îcar dema ku mirov li ser têgeha namûsê dihûrhûr e, mirov fêm dike ku em ew qasî di pêþ ve neçûne, mirov dema ku hevdiliyênê (empatî) pêk tîne an jî dema ku mirov heman rewþê tîne ser xwe çiqas dijwar tê, kurd nikarin ragirin, ragirtina namûsê ne ew qas hêsan e, ji ber ku feodalîzm di rihê me de hatiye lehîmkirin, esil ne lehîmkirî ye. Ji lehîmkirinê wêdetirîn e. Bi gotin û vegotina hêsan e, mirov bêje ez demoqrat im, nûjen im û nizanim çi û çi bi gotin û vegotina mirov dikare xwe bike Xweda jî, gotin xetere ne, desthilatdariyê li ser serê ramanê dimeþîne, ziman jî alaviyê jê re dike, feqet gotin jî hîna ji ramanan ducanî dibe feqet gotin û raman pevre xayîn dikevin… Di Leqatê de rastiya jiyanê, rastiya mejî û ramanan bi hev vedide, li hev nakin carinan. Esil romana me xwestiye karekterên feodal û yê nûjen destnîþan bike… îcar gelo karekterên roman û çîrokên kurdî feodal in an jî nûjen in? Loma jî Leqat dibêje gelo me hîna tu tiþt nehundirandiye, ên me tenê qalikên ser in. An jî tenê ji dîmenan pêktê…vê pirsê ji me dike leqat “Qalik an jî Kakil”
Taliya talî Hesê dimire û sermiyanê malê Cemîl dimîne, ev tê vê wateyê ku rêbertî an jî rêvebirin li gorî êlbûnê bi rê ve dibe. Jixwe roman li ser bingeha êlbûnê rawestiya ye û karekterên me jî li gorî êla xwe tevdilivin, loma jî karekterên me feodal in, jixwe êl jî bingeha xwe ji feodalîzmê werdigire. Êlbûn hêlên wê yê baþ jî hene, ên xirab jî, lê piranî xerab e. Helbet divê tiþtên ku bên nirxandin û rexnegirin, divê li gorî serdema ku tê de hatiye jiyandin bên nirxandin. Ji ber ku her tiþt tên guherandin û vediguherandin. Lewma hewante Heraklîtos negotiye “tu du caran nikarî xwe di heman robarê de biþo” li gorî serdema xwe Hesê karekterekî gelekî çêker, kêrhatî bû. Îcar roman li ser milê Cemîl didome. Cemîl jî bi Helîmeyê re dizewice ew jî mîna bavê xwe, li gorî kevneþopên berê dizewice. Feqet Cemîl ji gund bar dike û tê Amedê, feqet jiyana bajaran û ya gundan helbet ne wekhev in. Li bajaran fen û fût welew deq û dolab pir in, jiyana gundan bêtirîn xalî ye, xwerû ye û xwezayî ye. Loma jî Cemîl her tiþtên xwe winda dike, bajarî wî rût dikin. Di nav fiêlên bajariyan hemû milkê xwe hema hema winda dike. Cemîlê dewlemend êdî deyndar bûbû. Paþê hêdî hêdî fêrî jiyana bajar dibe û bi serxwe ve tê, ev beþ jî wilo didome. Beþek jî li ser kuþtina Wedat Aydin û ên ku çûbûn pêþwaziya wî… roman kana xwe ji realîteyê wergirtiye, yanê roman bi genimê realîteyê hatiye hêrandin û bi hûnandineke xeyalî nanê xwe çêkiriye. Roman li ser bingeha rastiyê kevirên dîwarên xwe dirêzîne, sewaxa xwe jî bi awayekî badekî dirêsîne.
Di romanê de “dexsbûn, êl, feodalîzm, serîrakirin, tifaqbûn û netifaqbûn têgehên sereke bûn. Îcar a ku xerabiyê dihewîne êlbûn e, an jî dexsbûn e welew feodalîzm e. Taliya talî giþ li gorî xwe baþbûn û nebaþbûnê di dawa kirasê xwe de xwedî dike. Ya girîng tu bi çi awayî, bi çi þêwazê bikartîne ango erênî an jî neyînî. Leqat vê pirsê ji me re dike û li bersiva wê digere.
Di beþa herî dawiyê de neviyê Hesê bi dû þopa êla xwe dikeve, li dû þopa kok û esasê xwe digere. Li ser kok û esasê xwe lêkolîniyê dike û dinivîsîne. Talî roman ji êlêkê dest pê kir, paþê bi bavekî û heta neviyên êlê ango heta Hêja Hesê berdewam kir û qediya…
Roman ji hêla mekanan ve jî dewlemend bû, ji Çiyayê Mazî bigre heta Çinara Rengîn, heta Amedê, Stenbolê wilo berdewam dike.
Welhasil;
Romaneke dîrokwarî ye, kana xwe ji kaniya dîrokê werdigire, kurdî, çanda kurdî, êlên kurdî, ji serdestan bigrin heta îro… îcar çand li dijber guhertin û veguhertinan neqebeke asê ye, hîmekî hiþk e. Dijwar e mirov derî çanda xwe bijî, an jî bi awayekî dinê jiyana xwe bidomîne. Karekterên romanê ji Hesê bigre heta neviyên wî Hêja Hesê tim di nav guhertin û veguhertinan de dipêle, feqet asê ye çand, dijwar e. Ji ber ku feodalîzm di rihê her kurdî û karekterên romanên wan de hene, bi awayekî eþkere an jî veþartî ferq nake. Feqet rêjeya feodalîzmê helbet li cem herkesî ne yek e, hinek jê pir pê re hene hinek jî hindik pê re hene. Feqet kêmzêde di her kurdî de heye, ji ber di xwîna wan de heye, mîna vîrûsekê ye. Xwe bera rîçalokên wan dane, dîsa vê pirsê ji me re dipirse Leqat… heger ku yekî ku rihê feodalîzmê ji xwîn û rihê xwe derxistibe, ew kes kesên azad in, xweser in û kesên awarte ne. Loma jî bêhna feodalîzmê ji karekterên me jî tên an na? Leqat dipirse gelo bêhna feodalîzmê ji nivîskarên me jî tên an na? Yan jî tenê ji karekterên me tên? Welew hem ji romanûs, çîroknûs û hem jî ji karekterên wan tevan tê? An jî nivîskarên me dixwazin bi saya karekterên xwe feodalîzmê destnîþan bike? Gelo kîjan rast e?
Taliya talî romanek çavkaniya xwe ji kaniya êlbûnê, feodalîzmê û serîrakirinê-serhildanê stendiye.
11.12.2018
**
Nivîsên Çorê Arda yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Kûçikistana Mirovan
- BÎREK MONOLOGWARÎ
- ÞEVÊN NIXUMANDÎ
- SINDOQA HANDA’YÊ
- RIHEKÎ PERDEKIRÎ
- BÊDENGIYEKE QELS