Diyarname
Ji bo Roja Ziman a Navneteweyî kurdan daxuyanî dan, daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin. Vane hin agahiyên ji îro:
Amed, Wan, Edene û Îzmîrê li gelek bajar û navçeyan, partî, komele, sazî û dezgehên cuda daxuyanî dan û xwestin zimanê zikmakî neyê astengkirin.
Med-Der: Bila kurdî bibe zimanê fermî
MED-DER'ê li Amedê daxuyanî da, Roja Zimanê Dayîkê li gelê kurd, tirk û hemû gelên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Em careke din dibêjin bila hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bêne rakirin, di her qadên jiyanê de, qada qamûyê de serbest were bikaranîn, bila zarokên kurdan ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi kurdî perwerdepiyê bibinin, bila li Tirkiyeyê kurdî bibe zimanê fermî yê duyemîn. "
Li Amedê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd daxuyanî da, bang li hemû jinên kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
Xwendekar û Mamostayên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) jî daxuyanî da û got: "Zimanê me rûmeta me ye, em rûmeta xwe biparêzin."