Çorê ARDA
"Sindoqeke tijî groteskên cihêreng, sindoqek tijî xewn û xeyal, sindoqeke tijî serpêhatiyên ku veguherîne xewnereşkên paradoksî…’’
"Îcar ev sindoq, sindoqa Pandorayê ye an na? Heke qutîka pandorayê vebe, her tişt ew ê eşkere bibe an na?’’
Belê zincîreçîrokeke dawî dirêj e, çîroka Handayê û ya Xeratvan… Handa bi xwe di hundirê sindoqekê de ye. Handa niquteke û di hundirê sindoqê de ye. Niquteke avê ye, niquteke jiyanê ye. Handa bixwe niqutka jiyanê ye. Esil Handa bi xwe di hundirê sindoqekê de ye û sindoqekek jî di hundirê wê de ye. Mifteya wê di destê Handayê de ye feqet Handa ne xwediyê vê miftê ye. Ne diyar e, ev mifteya di mista kê de ye û ew ê di miska kê de be. Sindoqekek di hundirê wê de tijî rabirdûyek û dahatûyek kaotîk û trajîk, feqet ev dahatû û rabirdû ne tenê ya Handayê bû, ên mîna Handayê gelek hene. Handa di hundirê odeya xwe de tenê dijiya feqet di hundirê mejiyê xwe de gelek kes bû, di hundirê serê xwe de bahoz diafirand. Tenêtiyeke qelebalix dijiya, tenêtiyeke giştî dijiya, esil Handa bi xwe giştiyek bû. Ango Handa bi serê xwe qelebalixek bû. Ya girîng jî tenêbûn nedihat wateya tenêtiyê. Handa di hundirê serê xwe de tevlî hemû girseyên cur bi cur dibû, tevlî xwezayê dibû, tevlî girseyan dibû, tevlî ajalan dibû, tevlî metaforan dibû û hwd… bedena Handayê tenê bû, feqet rihê wê û hundirê mejiyê wê tijî bû. Di Handa’yê de ya balkêş mifte û sindoq bû. Ji xwe jiyan jî ji mifteyekê û ji sindoqekê afirî bû. Wê çaxê Handa bi xwe jiyan bû. Em dikarin bêjin Handa şibandine sindoqeke mîtolojîk welew şibandine qutîka pandorayê… Handa bixwe jî mîna pandorekê ye. Handa di zincîreçîrokê de geh keçek e, geh dêyek e, geh qîza dêyekê ye. Li gorî demê, rabirdûyê, dahatûyê, bîranîn û serdeman geh vediguhere keçekê, geh vediguhere dêyekê, rola wê tim tê guherandin, carinan di dema borî de dijîya, carinan jî di dema niha de dijîya, di handayê de xeyal, xewn û xewnereşk û dem giş li bin guhê hevdu dikevin. Taliya talî Handa di hundirê odeya xwe û di hundirê mejiyê xwe de dijiya, derve ji bo wê heyberekî bêrih bû, hundir odeya wê û hundirê mejiyê wê ji bo wê zindî bû, rihber û xemilandî bû. Feqet Handa bi xwe paradoksek e, nexweşek e, Handa bi nexweşiyeke derûnî ketiye… di hin dîmenan de dêya Handayê qala bavê wê yê xeratvan dikir, qala bîranên xwe û raboriya xwe dikir, welhasil Handa di her zincîreçîrokek xwe de xewnekê, xewnereşkekê dibîne. Handa carinan bi xwe re dikeve têkiliyên şîzofrenîk, feqet çiqasî ev têkîlî ava kiribû an jî heqê wê dabûyê ew jî nîqaşeke din e. Tiştên ku şîzofrenîk tiştekî derûnî û rihî ye. Çimkî gotinên şîzofrenîk bi pirranî kesên duyem re tên kirin. Îcar Handa hem bi xwe xwe diaxive û hem jî xwe dikir kesekî din, rola xwe diguherand, yanê eslê xwe de Handa bixwe xwe diaxive. Di zincîreçîrokê de gelek metafor hatibû bikaranîn, hin mînak in: Pepûk, mar, çarşefa spî…
Metafora neyînî û reşbînê
Mar; mirov dikare bêje metaforeke neyînî û reşbîn e û hem jî tirsê di xwe de xwedî dike, feqet di çîrokê de mar berovajî rihê xwe tevliviya ye, mîna parêzvanekî tevliviyaye marê me. Di esasê xwe de mar heywanekî xetere ye.
Pepûk, ew jî tirsê di xwe de xwedî dike, mirinê hîskirin dide, ango ew jî metaforeke neyînî û reşbînî ye.
Çarşefa spî, esil rengê spî bi xwe paqijî ye, dirûstbûnî ye û xalîbûn e. Metaforeke erênî ye, feqet di çîrokê de neyînî ye, neyînî hatiye bikaranîn. Metaforeke, mirinê destnîşan dike. Taliya talî her sê sembol an jî metafor tirsê di xwe de dihebîne.
Di zincîreçîrokê de ya balkêş gotina “Dilekî Çargopal”e, ev gotin di esasê xwe de pîrbûnê dinimîne. Dilekî pîrbûyî temsîl dike, feqet ya muhîm qest û mebest dilê ku pîrbûye an jî Kurdistana ku çarperçebûyî ye? Dilekî çargopal lastîkeke, tu ji kîjan hêlê ve vekişîne ew ê di wê hêlê de vezele. Ji ber ku şikê bi mirovî re çê dike. Îcar ya ku pîrbûye dilê Handayê ye an jî Kurdistana ku di dilê Handayê de ye? Welhasil dilekî çargopal, welatekî çargopal û gelek wateyên din jî mirov dikare jê derxîne…
Neynika rastiya derûniyê
Tenêbûn jî di Handayê de têgeheke sereke ye. Tenêbûna Handayê eşkere ye û diyar e, li ber çav e. Têgeheke din jî “Neynik” e, neynik rastiya hiş û rih e. Rasterast rastiya mirov destnîşan dike, realîte ye, rastî mirov diêşîne lê realîte nayê guhertin. Neynik rastiya derûniya mirov, rastiya bedena mirov derdixe holê ango mirov bi gelek aliyan ve rû bi rû dihêle. Handaya ku li ser text xwe dirêjkirîye, Handayeke zeîf e, lawaz e, ji hêla rihî û êqil ve gelekî zeîf e, karektereke lawaz e, li hember neynikê li vê lawazbûna xwe re rû bi rû dimîne. Handa di rihê xwe de yeka melankolîk, tirsnak û lîrîtîk e.
Têgeha paqijyê û xetereyê av
Av û ax jî du têgehên jiyanê ne, du elementên jiyanê ne û di çîrokê de gelekî hatiye bikaranîn. Av, têgeheke paqijiyê ye, têgeheke hewcedar e, ji ber ku av tune be, jiyanê bisekine, jiyaneke bê av ne gengaz e. Feqet av tenê ne paqijiye, xeterebûnê jî di xwe de xwedî dike, feqet pirranî jî têgeheke erênî ye û ji bo jiyîna her tiştî hewcedar e. Ax jî hema hema heman wateyê û hewcedariyê dihewîne.
Alava me ya herî dawiyê jî Lembe ye. Lembe veguheriye welatekî serbixwe, welatekî azad, lembe di Handayê de metafora azadiyê ye, metafora ronahiyê ye, felsefeya Zerdeşt e. Esil ronahiya lembeyê veguheziye rêya felatê, veguheriye alekê, dageriyaye rizgarkirina welatekî bi kurtasî hemû çirîsînê lembeyê û ronahiya lembeyê li ber çavên Handayê wan tiştan diqewimîne, li ber lembeyê dikeve xewn û xeyalên bihûştî…
Taliya talî Handa bi serê xwe tenê dijî, di odeya xwe de dikeve xewn û xeyalên hûr û kûr, ji newalekê dest pê dike û diçe heya serê çiyayan, paşê vedigere tê heta bajaran, feqet di bajaran de jî hilnayê. Kirasekî ne li gorî Handayê li rihê wê hatiye pêçandin, heta ku wî kirasî çîrçîrî bike. Welhasil û kelam hemû dîmenên ku Handa dibîne giş xewn û xeyal in, feqet xewn, xeyal û xewnereşk giş pişta xwe dispêrin serpêhatiyan û rastiyan…
“Mifteya zincîreçîrokê mifte, neynik û sindoq e.”
20.10.2018
**
Nivîsên Çorê Arda yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
-
- RIHEKÎ PERDEKIRÎ
- BÊDENGIYEKE QELS
- Baholekî tijî serpêhatî
-