Çorê ARDA
“Di rihê her mirovî de perdeyek heye, hinek perdeya rihê xwe çîrçîrî dikin, hinek jî di nav perdeya xwe de digevize û dinale…’’
Perdeyeke rihî ye a ku li bedena Gultenê hatiye fesilandin û pêçandin. Roman berê berê di mekanekî dest pê dike, paÅŸê jî mekan tê guherandin. Roman di navbera du mekanan û du bajaran de dibore. Bajarê ewilî Amed e, yê diduyan jî Stenbol e, paÅŸê bûyer û mijar diguhere. Di romanê de karaktera me ya sereke Gultenê ye. Hemû mijar û bûyer li derdora wê dizivire. Gulten dema ku diçe Stenbolê wextekê li wir dijî, di wê demê de gelekî mejiyê wê tevlî hev dibe… carinan di navbera canda xwe û canda jiyana Stenbolê de tê eciqandin. Di navbera hestên xwe, dostên xwe û hevalê bavê xwe de asê dimîne, timî perdeyek li dijberî ruhê wê xwe xuya dike, ev perdeya nahêle Gultênê hertiÅŸtî zelal bibîne, perdeyek li ser hestên wê hatiye raxistin, perdeya ku li hestên wê hatiye fesilandin, nahêle Gultenê azad bijî. Gulten dike û nake nikare xwe, ruhê xwe azad bike. Dixwaze wê perdeyê çîrçîrî bike feqet timî dudilî dimîne. Ruhê Gultenê ne azad e, li azadiyê digere feqet nizane ku azadî di mista wê de ye. Halbûkî azadî ne li derve ye, azadî tiÅŸtekî hundîrînî ye, azadî bi hiÅŸ ve girêdayî ye. Loma jî Gultenê timî di ger û gêrekê de ye. Feqet di vê ger û gêrê de gêj bûye û dibe….
Gulten ji bo ku hevalê bavê xwe Baqî bivîne tê heta Stenbolê, gava Gulten tê stenbolê li cem pismamê xwe û hevala wî dimîne, her çiqas hevala pismamê wî ne bi dil be jî, Gultenê ji xwe ra nake xem. Di vê navberê de Gultenê bi sazbendekî re dikeve têkiliyên hevaltiyê û zayendiyê, feqet Gulten ji vê rewÅŸa xwe hinekî aciziyê û diltengiyê dike, paÅŸê bi xwe re dikeve ÅŸikekê, ji ber ku rihê wê ji terefê orf û edet û canda wê ve hatiye perdekirin. Welhasil Gulten li dû ÅŸopa hevalê bavê xwe ketiye, bi saya msn û înternetê xwe digihijîne hevalê bavê xwe Baqî… Gulten wektekê bi Baqî re dikeve sohbet û têkiliyan, herhal bavê Gultenê pirr pesnê Baqî daye li hemberî wê loma jî Gultenê bi eÅŸqekê û bi kelecanekê bi Baqî danûstendinê dike. Bavê Gultenê heyrana Baqî bû, loma jî di binhiÅŸiya Gultenê de Baqî mirovekî mezin, jîr, jêhatî û qedirbilind xuya dibe. Yanê Gultenê di bin bandora gotinên bavê xwe de mabû, ji ber van sedeman Gultenê di binhiÅŸiya xwe de aÅŸiqî hevalê bavê xwe bûbû û li dû ÅŸopa wî ketibû. Baqî di binhiÅŸiya Gultenê de qehremanekî mîtolojîk bû, lehengekî efsûnî bû. Gultenê ji bo Baqî hatibû heta Stenbolê, feqet Baqî jî li Germaniyê dijîya. Taliya talî Baqî ji Germaniyê dide rê û tê heta Stenbolê ji bo ku Gultenê bibîne. Feqet li ser msn’ê Gultenê qet qala bavê xwe jê re nake, Gulten Baqî ji binî de digire, wekî du biyaniyan tên hevdu nas dikin bi saya sanalê. PiÅŸtî Baqî bi Gultenê re dikeve têkiliyeke zayendî ÅŸûnde, Gultenê rastiyê ji hevalê bavê xwe re dibêje, wê çaxê rih ji Baqî dikêÅŸe… di çavên Gultenê û bavê wê de Baqî lehengek bû. Feqet Gultenê dît ku Baqî jî yekî ji rêzê rêzetirîn e. Gultenê rastiya Baqî derxistibû holê. Ev çîrok bi serê xwe trajediyeke-bû, feqet gava ku ÅŸerrê Trûwayê çêdibe, sedem tenê jinek e, tenê jinek dibe sedemên ew qas kuÅŸtin û pevçûnan, loma jî esil tiÅŸtê ku Baqî jî kiriye li gorî çîroka Trûwayê tiÅŸtekî gelekî asayî ye. Karekterê Dostoyewskî yê romana Birayên Karamazov û bavê xwe jî ji bo heman jinê ÅŸerekî dijwar kiribûn mirov dikare mînakên wiha gelekî bidin loma jî tiÅŸtekî asayî ye. Feqet yê ku bavê Gultenê xistibû nav ramyariyê û rêxistinê, Baqî bi xwe bû, lê niha rewÅŸa Baqî ne tu rewÅŸ bû, trajediya heqîqî herhal ev e. Esil di vir de binhiÅŸiya mirovî derdikeve holê, lawazbûna mirovî derdikeve holê, kirêtbûna mirov derdikeve holê, mirov esil di bingeha xwe de nebaÅŸ in, di rastiyê de esil mirov paÅŸê nebaÅŸ dibin. Mirov rûberekî xetere ye, mirov ew qas ne tekûz in, Nietzsche bêsebeb negotibû “mirov kêm in…” Îcar Baqî ji bo jinekê ji Germaniyê heta Stenbolê hatibû, Gultenê binhiÅŸ û derhiÅŸiya Baqî li ser sifrê raxistibû. Divê a ku di vir de bê nirxandin ramyarî û rêxistina ramyariyê bixwe ye. Divê hemû sazî bêne nirxandin, îcar pirseke din tê hiÅŸê mirov, gelo ên ku bi saziyê, siyasetê û bi rêxistinê ve têkildar in qey mafê wan tune ne bi jinan re têkevin têkiliyan? Esil divê rihê gelên bindest bên nirxandin û rexnekirin, bi saya vê çîrokê mirov dikare li ser gelên bindest û siyaseta wan hîn zêdetirîn hûr û kûr bifikire, rexne bike û binirxîne. Gelên bindest her tiÅŸtên wan ne wekî yên serdest in, ÅŸerdên wan û hwd.. loma jî jiyana gelên nexweser tim bi êÅŸ, elem û bi kul in, tiÅŸtekî wan ne normal e, her tiÅŸtên wan hema hema ne normal in. Helbet sedemên wan tiÅŸtan hene. Gultenê ji wan karakteran jê yek e. Di rihê Gultenê de pirsgirêk heye, di mejiyê wê de tevlihevî heye, li xwe digere feqet di xwe de winda dibe. Pirsgirêkên wê yên zayendî hene. Gulten di romanê de bi sê kesan re dikeve têkiliyan, bi sazbend, Baqî û Maqûl re dikeve têkiliyên zayendî, feqet Gulten ji terefê têkîldarekî xwe tê tecawizkirin ango ji terefê Maqûl ve tê tecawizkirin, welew gumanek wilo bi Gultenê re çêdibe. Di civaka bindest de welew di gelên bindest de zayendî her tim bûye pirsgirêkek mezin û hîna jî pirsgirêkeke mezin e. Halbûkî divê tu zayendiyê jî mîna xwarin, vexwarin û jiyana rojane bibînî, esil zayendî tiÅŸtekî pir normal e, hewce nake mirov di serê xwe de ew qas jî mezin bike. Îcar ji ber ku gelên bindest piraniya wan zayendiyê di serê xwe de mezin dikin, loma jî tiÅŸtên wisa tewÅŸomewÅŸo dertê holê. Gelên bindest welew civaka bindest her tiÅŸtên xwe timî kêm jiyane, loma jî tiÅŸtên ku tu tim kêm jiyane li ber çavên wan tim û tim mezin tê, zayendî jê yek e. Helbet sedemên van tiÅŸtan hene, piranî jî ÅŸerdê ku mirov têde dijî û mezin dibe bandorek mezin di xwe de xwedî dike. Zarokatî di warê zayendiyê de cihekî girîng digire. Mirov dikare bêje bi saya Perdeyê, binhiÅŸiya gelên bindest ji binê perdeyê derketiye holê, bi saya Perdeyê jiyana jinên ku di bin tesîra orf û edetên berê de maye derketiye holê ango perde hinekî hebûn û an jî tunebûn derxistiye holê, feqet piranî jî rastiya binhiÅŸiya gelekî, kesekî û çand, orf û edetên gelekî raxistiye li ber çavên me…
Di romanê de Gultenê û Virgînia Woolf ÅŸibandine hev, yanê li gorî romanûs, karekterê Virginia Woolf ên femînîst û karekterê Perdeyê ango Gultenê heman mafî digerin, li xwe digerin, li mafê xwe digerin, li azadiya xwe digerin, li xwserîbûna xwe digerin. Feqet nivîskar çiqas bi ser ketiye ev jî tiÅŸtekî gengeÅŸiyê ye. Ji ber ku di romanên Woolfê de ew qas ramyariya gelekî, orf û edetên gelekî tune ne. Karekterên Woolfê piranî li xwe digerin û li dû ÅŸopa heyînê ne, heta mirinê jî didin dû heyînwariyê, hewce bike jî dawiyê xwe dikujin. Gulten jî li dû hebûn û tûnebûna xwe ketiye, feqet Gulten karektereke ne bi xwe bawer e û qels e, karekterê Woolfê berovajî bi xwe bawer e, û ne qels e. Gulten bê kontrol tevdigere, li çi digere baÅŸ nizane, timî têk diçe, feqet a ku lê digere ew ê bibîne an jî nebîne ne diyar e… Feqet Gulten mîna nivîskareke hemû tiÅŸtê ku jiyaye di deftera xwe de nivîsiye û ew bi xwe hem karekterê romana xwe ye, hem jî xwediyê romana xwe ye, ji vê hêlê hinekî diÅŸibe karekterên Virginia Woolfê… di hundirê romanê de bi devê karakteran û bi nivîsandina Gultenê û bi xwendina Gultenê em romanê hem guhdar dikin û hem jî em dixwînin, helbet ev sehneyeke serkeftî ye.
Her çiqas “Perde” ya Cîhan Roj û “Gerîneka Guernîcayê” ya Yildiz Çakar ÅŸibiyabin hev jî feqet ew qas naÅŸibin hev jî, belê hin dîmen biÅŸibin hev jî taliya talî her du roman jî xwser in. Tenê bandor li hev kirine. Îcar Yildiz Çakar “Perde” xwendiye welew nexwendiye ew tiÅŸtekî din e. Heke xwendibe îhtîmal e ku di bin bandora Perdeyê de mabe, ger nexwendibe jî taliya talî hin dîmenên wan ÅŸibiyane hev, ev tiÅŸtekî normal e. Dibe ku du romanûs qet romanên hev nexwendibin û dîmenên wan jî biÅŸibin hev ev ne tiÅŸtekî pirr awarte ye, tiÅŸtekî asayî ye. Jixwe her tiÅŸt ji teqlîdan pêk tê. Feqet her roman ji hev cuda ne, tenê hin sahneyan wan diÅŸibin hev, sedî sed her du roman naÅŸibin hev, xweseriya her romana jî cuda ye…
13.10.2018
**
Nivîsên Çorê Arda yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin:
-
-
- BÊDENGIYEKE QELS
- Baholekî tijî serpêhatî
-