Çorê Arda
‘’Ne şevek şîzofren, şevên xayîn, kûçikên xayîn…’’
‘’Gelo xayintî, ji çi tê?’’
‘’ Dibe ku ji çav-birçîbûnê tê? Dibe ku ji tirsê tê? Dibe ku ji iuhê mirovî tê? Dibe ku ji serpêhatiyan welew ji ceribandinan mirov tên hwd… nizanim dibe ku ji gişan jî tê?’’
Roman, li ser rihê têgeha xayintiyê-îxanetê dîlaneke mezin gerandiye. Dîlana îxanetiyê û encamên îxanetiyê mijara romanê ya sereke ye. Îxanetî, bi metafora sehan li ber çavên me hatiye raxistin. Seh di romanê de tenê sembolek e. Kûçik ketine dewsa mirovan. Îxanet jî bi destên mirovan pêk tê, loma jî ji dêvla însên kûçik hatiye bikaranîn. Sehên ku bi xwediyê xwe re xayin dikevin, cerdevanên bi gelên xwe re xayin dikevin di romanê de pir baldariyê dikişîne. Ji gotinên felsefîk ên di romanê de mirov tê derdixîne ku îxanet mijareke sereke ye. Helbet gelek mijar di romanê de hene, feqet ya zêde baldariyê dikişîne ser xwe di romanê çi be, hiş û baldarî diçe ser wê mijarê…
Mînakek ji romanê:
Divê tu bi goştê sor xwedî bikî ha. A rast tu wan birçî jî tî jî bihêlî sadiq in. Lê nehêl. Tenê bila bizanibin ku tu xwediyê wan î. (rp, 24)
Divê tu pê bidî hîskirin ku tu xwedî yî. Divê tu kûçikan bêxwedî nehêlî. Zû har dibin. Serbixwe tevdigerin. Ku kûçik zanibin ew kûçik in û tu xwedî yî, her û her sadiq in. (rp, 25)
Gelek mînakên wisa di romanê de hene, di roman û çîrokan de piranî kûçik heywanekî hem xayin e û hem jî sadiq in. Li gor romanê û çîrokan tê guhertin helbet, welew li gorî feraseta nivîskêran û çîroknûsan tê guhertin, helbet li gorî gelên bindest û serdest jî tê guhertin. Mirov dikare hin kûçikên nivîskaran mînak bidin:
1)Kûçikê çîroka Qedrî Can, (Sehên Zozanan); yekî baş e, kêrhatî ye, xwedî rûmet û dilsoz xuya dibe
2) Kûçikê çîroka Sadiq Hîdayet, (Kûçikê Tûlê), yekî takekesî, derûnî û modernîst xuya dibe ango kûçikê Sadik Hidayetî, çavkaniya xwe ji modernîzmê wergirtiye,
3)Kûçikê çîroka Hesenê Metê, (Şepal), yekî bêkêr, bêsiûd xuya dibe. Feqet di çîroka Hesenê Metê de her çiqas kûçik derketibe pêş jî, di rastiyê de rola kûçik Demodîn hilgirtiye. Yanê kûçik tenê Metaforek e, yê ku di rola kûçik de dilîze Demodîno bixwe ye. Çîrokek realîst e, kûçikê çîrokê yekî realîst e wekê yê Qedrî Can, lê rola wan ne wekî hev in. Yê Qedrîcan kêrhatî, xwedî rûmet, dilsoz e, lê yê Hesenê Metê berowajî wan in. Bi kurtasî çîrok li ser ramyariya kurdan û têkiliyên wan ên bi dewletê re bi saya kûçik û Demodîn hatiye verişandin û hûnandin. Jixwe ji dawiya çîrokê de jî dixuye ku kûçik dibe sedema gelek tiştên bê kêr. Loma jî kêm-zêde di romana Îrfan Amîda de jî kûçik tenê alavek e, sembolek e û metaforek e, hem dişibin kûçikên çîroka Hesenê Metê û hem jî dişibe kûçikê çîroka Qedrî Canî, feqet kûçikê Sadiq Hîdayet ji wan kûçikan guhertîtir e, loma jî li gorî gelan, li gorî romanûs û çîroknûsan û li gorî welatê wan tên guhertin hin tişt…Di şevek şîzofren de jî kûçik heywanekî ne pir sadiq e. Feqet di “Şevek Şîzofren” de kûçik sembol e, yanê dibêje ku esil mirov bi xwe kûçik in, ne sadiq in, bi xwe re bi dostên xwe re xayîn in. Însan, ji mirovatiyê derketine, dûrketine û veguherîne kûçikan, kûçikên ku dev xwediyên xwe dikin. Stariyê nadin xwediyên xwe, ji xwediyên xwe hez nakin… talî şevek şîzofren rehên dara xwe bera binê ramyariyê daye. Heke gotinek bê gotin di der heqê şevek şîzofren de mirov dikare a vê gotina Apê Mûsa ya xweşik û bedew bikarbîne:
“Kûçikên me li ber deriyê xelkê direyîn”
Loma jî di romanê de, kûçikên me mirov in.
Di Şevek Şîzofren de gelekî nediyarî hene, mirov nizane kî serleheng in, kî ne serleheng in, nixumandinek di romanê de heye. Teşekirina romanê, mijarê û şêwazê wê tevlihev e, esil hem zelal xuya dibe, hem jî şolî xuya dibe. Carinan jî nixumandî xuya dibe. Em çawa bêjin, gava ku mirov li tabloyekê dinêre, dixwaze hemû tabloyê bixwîne, bibîne yanê çi çi ne û çi ne çi ne. Di tabloyê de hemû heyber, zindî, heywan ango çi alavên ku di tabloyê de hatiye şixulandin, divê ahenga wan heb in, divê xwediyê armonîyekê bin. Îcar dema ku mirov li şevek şîzofren dinêre mirov fêm dike ku tiştek kêm e, yanê di tabloyê de tiştek hem kêm e, hem jî nixumandî ye. Yanê di Şevek Şîzofren de armoniyek bêeyar, bêahengek û tevliheviyek heye, cihê bireseran, zindiyan û heywanan û hwd xelet hatine xêzkirin, cihê alavan tam cihê xwe negirtine, bicihnebûne loma jî tablo xweşik xuya dibe feqet alav û zindiyên di tabloyê de hatiya bikaranîn cihê wan tam niştecih nebûne, mîna dîwarekî qorên wê xelet hatibe lêkirin û seyandin. Taliya talî tabloya me xweşik e û şêrîn e, feqet hemû alav di cihê xwe de nehatine bikaranîn mîna odeyeke belawela be û tevlihev be…. Di şevek şîzofren de karekterên sereke xuya dibin, Serleşker Cengîz, Şêxmûs, Zeynedîn ango Bavê Şêxo û Şemsa ye. Feqet yê ku di romanê de axevkêr welew vegotvan Şêxo ye an jî Qado ye, tam nedihat fêm kirin, Qado du caran di romanê de li ber çavên min ket, di romanê de pir zeîf maye, mîna karekterekî wendayî bû di romanê de … yanê mirov nikare bêje serlehengê vê romanê ev karekter e. Feqet dîsa jî mirov dibêje qey Serleheng Sêxmûs û Şemsa ye. Karekterên me nixumî ne. Welew romanûs hemû karekterên romanê bi edalet axivandine. Heger serleheng Şêxo û Şemsa be, Şêxo tim û tim li wêneyê dêya xwe dinêre û diçe raboriya xwe, bîranên xwe û li wir roman didome. Esil dema ku li wêneyê dêya xwe dinêre û diçe bîranînên xwe wê çaxê Şevên Şîzofren pêk tên feqet sehneyên romanê û têkiliyên di navbera sehneyên romanê de pirsgirêkên sehneyan çêdibin yanê têkiliyên sehneyen tên birîn loma jî bêahengî û bêarmonî çêdibe…
Di Şevek Şîzofren de carinan hin gotinên şîzofrenîk dihat şixulandin mînakek:
- “Venegerîyaye.”
Dengekî ji dûr, ji paş ve, bi pistînî hevokek pif kir guhê wî
- “Tu kes venagare.”
Wisa gotinên ji derveyî karakter bi wî re diketin têkiliyan, nîşanê şîzofreniyê bû ev gotinan…
Di romanê de sê sehne hebûn
1-Ya yekemîn,
Ev sehneya, sehneyeke şîzofrenîk û monologwarî ye, sehneya ku karekterê me li wêneyê dêya xwe dinêre û diçe bîranînên xwe,…
2-Ya duyemîn,
Ev sehneya jî, bûyerên ku li leşkeriyê diqewime. Li leşkeriyê sehneyên ji rêzê tên kirin, mîna mirov li sûkê be û mirov li însanên sûkê guhdarî bike.
3-Sehneya sêyemîn
Erd, gund, cîran û malbat têkiliyên wan, têkiliyên di navbera gundiyan û meleyên wan de, nîqaşên li ser exlaqê, nîqaşên li ser feodalîte ye, hwd…
Feqet têkiliyên sehneyan û girêdana sehneyan, bi pirsgirêk bûn, nixumandinek hebû, ne diyarek hebû, kêmasiyek li ber çav bû feqet dernediket holê… Sehneyên romanê yên pornografîk gelek hebûn, gelo romanûs xwestiye sehneyên erotîk li dar xîne, an jî ên pornografîk? Heke ên pornokrafîk be, hinekî nêz bûye, ha ger mebest ên erotîk be mixabin, di binê bêjingê de maye. Di romanên kurdî de pirsgirêka zayendî tim heye. Di zayendiyê de piranî ne serketî ne, binketine. Hûnandina zayendiyê de em qels in, em nizanin erotîzmê bihûnin, em rasterast pornografîzmê dihûnin, heta heta em nikarin pornografiyê jî xweşik bihûnin, loma jî di hûnandina zayendiyê de romanên me piranî timî beloqî dimînin… helbet zayendî di gelên bindest de pirsgirêkek mezin e, loma jî normal e ku di romanên gelên bindest de jî bi pirsgirêk be. Zayendî û siyaset bingeha romanê û çavkaniya romanê bû, feqet her du mijar jî di romanê de bi şêwazeke fetîşîst, prîmîtîf û derbirînî bû.
Di romanê de mekan, Qezê û gundek e. Navên kûçikên ku di romanê de hatine şixulandin, Kotan û Zoro bû. Taliya talî kûçikê me hat kuştin, xwîna wî niqutî ser birînê… bi kêrekê hat kuştin, li ser dilê wî daçikand… xayintî, xwedîtî, îxanet, li ber derî kuştin, berdêla her tiştî heye, sedema kuştinan hene, carinan jî tune ye, paranoyakî, paradoksal, şevên paradoksî, şêvên giran û bi êş…şevên kerr û lal…
Di romanê de têgehên ku pir hatibû bikaranîn “Nixumandin, Vegeriya, Venegeriya bû.”
Îcar em çi dixwazin binixumînin welew Şevek Şîzofren dixwaze çi binixumîne, êşên xwe, hesûdiyên xwe, erotîzma xwe, pornografiya xwe, îxanetên xwe, xayîntiyên xwe, wekî din ez qala kîjanê bikim gelo? Dibe ku giş be, nizanim belkî jî…
09.11.2018
**
Nivîsên Çorê Arda yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- SINDOQA HANDA’YÊ
- RIHEKÎ PERDEKIRÎ
- BÊDENGIYEKE QELS
- Baholekî tijî serpêhatî