logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî
  2. Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir
  3. Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin
  4. Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin
  5. Îdirî tarîx nişt
news-details

BÊDENGIYEKE QELS

Berî ku li ser helbestên Asya Xerzan hin tiştan binivîsînim, divê ez çend tiştan bêjim. Dema ku mirov rexneyek an jî nir

  • Dîrok: 06/10/2018
  • Beş: Serbest

Çorê ARDA

Berî ku li ser helbestên Asya Xerzan hin tiştan binivîsînim, divê ez çend tiştan bêjim. Dema ku mirov rexneyek an jî nirxandinek kir, divê mirov berê berê bi heyber tevbilive. Rexne welew nirxandin ji bo dilxweşiyê, hevaltiyê û camêrtiyê û hwd nayê kirin. Divê qelema rexneyê û nirxandinê tûj be li hember her kitêbê, heqê romanê, çîrokê û helbestê çi be divê tu wê teslîm bikî, feqet qelem gerek heyber be. Helbet rexne û nirxandin jî subjetîfê di xwe de dihebîne, tim û tim ne objektîf e. Ji ber ku mirov li gorî bingeha xwe, li gorî têr û tijîbûna xwe rexneya xwe, nirxandin û şîroveya xwe dike. Di qenaeta min de pêşketin jî bi vî awayî çêdibe. Feqet rexnekirin tenê neyînî nabe û tenê erênî jî nabe, divê her rexnepênûs objektîf be. Esil rexnekirin û nirxandin jî pesnê û nepixandinê di xwe de xwedî dike. Helbet ya girîng ev e; rexnekirin û nirxandin berê berheman û rêya berheman vedike, heta heta ji berhemekê berhemeke din der tê, yanê dema ku mirov berhemekê dinirxîne welew rexne dike ji wê berhemê berhemeke din dizê… bi kurtasî divê xulqê xwediyê berhemê vekirî be, divê karibe barê rexneyê û nirxandinê hilbigire, heger nivîskarek nikaribe barê rexneyê hilbigire bila wê çaxê nenivîse çêtir e, li gorî min.
‘’Barekî mirov nikaribe hilgire divê mirov hilnegire…’’
‘’Feqet rexnenûs divê objektîf be…’’
 Îcar em werin ser helbestvan û helbestên Asya Xerzan…
 Ne dengekî bêdeng e, berovajî wê dengekî qelsik e, qêrîneke sist e, helbestên Asya Xerzan, helbet helbestê wê giş ne qels in. Feqet piraniya wan bi min qels hatin. Ji ber ku di helbestan de rih kêm bû, tama felsefe kêm bû, tama derûniyê kêm bû, tama wêje kêm bû. Feqet ya muhîm di helbestê de “Rih” e. Yanê dema ku mirov ket hundirê metbexê û dest bi xwarinçêkirinê kir divê rihê xwe tevî xwarina xwe bike an na ew xwarin ew ê ew qas ne bi tam be, ew ê ew qas ne estetîk be… heke helbest bi rih nehatibe nivîsandin û bi felsefê û derûniyê nehatibe xemilandin ew helbest kêm e, ji kêmtirê jî kêmtir e, mîna mirovekî bêrih e ango mirovekî mirî ye (Ji bo romanan, çîrokan jî derbasdar e)... Loma jî divê di helbestê de berê berê gerek “Rih” hebe, hestên ji dilî hebe, paşê jî divê di bêjinga felsefê û derûniyê û wêjeyê de hatibe têwerdan… an na ew helbest ew ê rijî bimîne. Girara bêxwê û helbestên bêrih heman tişt in. Asya Xerzan xwestiye helbestên xwe bi rih bike feqet qels mane, helbet giş ne bêrih in û qels in. Divê helbest erdhejiyê li rih û mejiyê mirov çêkê û bînê mirov bîne xwarê, ji bilî wê mirov têr nabe…
Em werin ser çend mînakên helbestên Asya Xerzan:
“Di qefesa sînga xwe de
  Hêlîneke germ
  Min çêkiriye ji bo xwe û te
Wê tu kes nabîne ji xêynî  me” (rp, 58)
Di vê ristê de dîsa hinekî rih welew hest têde heye û xurtbûn (desthilatdarbûn) jî têde heye. Şibandina qefesê tiştekî baş e û watedar e. Wekî em dizanin ku qefes tê wateya sînorkirinê ango tê wateya mehkûmiyetê welew tê wateya desthilatdariyê. Hêlîneke germ jî tê wateya ewlebûnê û cihê baweriyê, heger ji bilî her duyan tu kes wan nebîne wê çaxê jî veşartinê, parastinê, ewlebûnê, tirsê û hwd  di xwe de dihebîne, feqet  ji hêla wêjeyê, felsefeyê û derûniyê ve ne xerab e. Esil ev helbest deshilatdar e, hikmê konê xwe li ser xwe û li ser yê dijberî xwe vegirtiye. Evîn, şibyayî hefsekê, evîn şibyayî koletiyê di vê evînê de azadî ji dest çûye, her çiqas hêlîneke germ be jî evîn  ji dest ketiye. Halbûkî evîn azadî ye, koka evînê li ser azadiyê radipelike, loma jî ev helbest helbesteke ji hêla evînê ve desthilatdar e. Çima “Ji bilî min û te tu kes nebîne” ev ne desthilatdarîbûn e. Hêlîneke germ min çêkiriye. Heger “Min” çêkiribe, ka wê çaxê gotina “Me” yê û “Em’’ ê . Gotina “Min” dagirker e, desthilardar e, feqet gotina “Me, yê Em”ê  hîna hevpar e, dilpar e, rihpar e hwd… esil em ji gotina “Min” ê hez dikin, mirov kêmzêde ezperest  in, egoîst in û desthilatdar in… ên desthiladar jî tim bi tirs in, ditirsin… Loma jî di helbestê de tirs heye, ditirse ku evîndarê xwe an jî evîndara xwe wenda bike…
Feqet hinek jî jê qet rijî ne, bêxwê ne.
mînak:
“Rê û rê
Û ji dengê radyoyê kilama ji dengê jinekê
“dayê dayê bê kesa min dayê” (rp,43)
Min sê hevok tenê ji helbestê wergirt, ji ber ku hevokên din jî kêmzêde di vê astê de ne. Îcar ka çi rih û çi felsefe û çi edebiyat û çi derûnî di van hevokan de hene. Ne tama felsefê û ne tama rih û ne jî tama kelecaneke ji dil tê de heye, yanê gotina “Bê kesa min dayê” ez ê ku vê hevokê şîrove bikim an jî binirxînim û rexne bikim, ne dikarim ji hêla felsefê û ne dikarim ji hêla wêjeyê, ne dikarim ji hêla rihî û derûnî  rexne bikim welew binirxînim. Divê êdî em dev ji van hevokan berdin. Loma jî pirranî qels in helbestên Asya Xerzan…
Mînakek din:
Pelek bê evîn diweşe
Ji darek hişk
Îşev dîsa li asîmanê
Welatê min vedimire stêrkek(rp,52)
Heger em li ser her du hevokên ewilî bifikirin mirov ew ê tê de rih jî bibinî û ew ê tama felsefê û derûniyê jî bibinî, feqet her du hevokên ku li pê wê tên dîsa hinekî qels in. Ji gotina “darek hişk”, mirov dikare gelek wateyan jê derxine, mînakin; mirin, ber bi qedînê ve, dawîbûn, zûwabûn hwd… Îcar pelek bê evîn jî ji vê dara hişk diweşe, ev hevok jî şibandineke xweş di xwe de xwedî dike. Heger pelek bê evîn ji darek hişk biweşe demeg hîna jî rih di berxwe de dide. Dara me’y hişk, berxwedêrbûn, mirin, dawîbûn û abadînbûnê di dawa kirasê xwe de dikedîne. Loma jî em dikarin bêjin felsefe, derûnî û tama wêjeyê jî di vê helbestê de heye…taliya talî mirin di vê helbestê de mijara sereke ye. “Îşev dîsa li asîmanê welatê min vedimire stêrkek” heger stêrkek vemire wê çaxê dawîbûnek, mirinek û qedandinek çêbûye. Loma jî ji dil û rih e ev helbest, feqet gelemperî helbestên helbestvana me qels in. Helbet mirov nikare hemû helbestan yeko yeko binirxînim û rexne bikin loma jî min hin mînak tenê dan. Dibe ku di hundirê her helbestê de an jî di hundirê hin helbestan de hevokên têr û tijî hebin feqet pirraniya helbestên Asya Xerzan qels in. Dengê bêdengiyê divê xurtbûya, ji ber ku gotina “bêdengî” bi serê xwe felsefe ye, wêje ye, huner e û derûnî ye. Loma jî helbesta “Dengê Bêdengiyê” jî qels bû. Bêdengî û dengê bêdengiyê ji wextekê şûnde dest pê dike, dengê bêdengiyê û bêdengî asta têgihîştinê ya herî xurt e. Êdî mirov ji kamilbûnê derdikeve dikeve ser rêya serpêhatiyan, heta heta rêya serpêhatîbûnê jî diqede, ango êdî di radeyeke bilind de ye. Helbestên Asya Xerzan ez ne dikarim bêjim lîrîtîk in, ne dikarim bêjim dramatîk in, ne dikarim bêjim epîk in û ne dikarim bêjim tam rihî ne. Belê di hin hevokan de lîrîtîkbûn û melankolîkbûn hebûn feqet di gelemperiya helbestan de tunebûn. Bi gotineke kin helbestên Asya Xerzan qels in û di polê de maye. Divê helbestvan Asya Xerzan genimên helbestên xwe baş di aşê serê xwe de bihêre û paşê arvanê xwe bişîne êş û biwelidîne. Piştî arvanê xwe welidand şûnde, divê di nav lepên baş de bê strandin, di wexta xwe de xwe bigihîjîne tenûreke baş û piştî nanê me derket şûnde helbet para me xwendevanan jî xwarin e. Feqet, genimekî nebaş, hêrandineke nebaş, arvanekî ne baş, strandineke ne baş, tenûreke nebaş, agirikî nebaş û nanê şewitî kes naxwe…
04.10.2018

Parve Bike

Youtube Me

Roja Axê ya Dinyayê

news

Dilşêr Bêwar: Toza Çîl Spî

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 05 12 2025

2025: 10 welatên herî aram

news
  • 04 12 2025

2025: Peyvên herî zêde lê geriyane

news
  • 28 11 2025

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

news
  • 25 11 2025

Pelên Şil

news
  • 25 11 2025

Rola Kurdan di berbelavbûna gendeliya Iraqê de

news
  • 24 11 2025

Şşş! Hiş be, şik afirî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Louvre online bena a

ad

Wêneyê rojê ji Cannesê hat: Nicola Kidmen delala ber dilan bû

ad

3 nûçeyên derketin pêş

ad

'Lingekî çîrokê şikiya'

ad

ÎZKÎTAP didome

ad

Wêneyê rojê ji Amedê hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî

  • 06 12 2025
news

Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir

  • 05 12 2025
news

Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin

  • 05 12 2025
news

Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin

  • 05 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname