Çorê ARDA
Çîroknûs M. Çiya Mazî, dîsa çîrokên xwe ji çavdêriyan û ji serpêhatiyan ava kiriye, paşê jî çîrokên xwe gişî dixe hundirê baholekî û bi rê ve dixe, dibe rêwiyekî xwediyê gelek serpêhatiyan û çavdêriyan. M. Çiya Mazî, di pirtûka xwe ya “Peyarêk’’ de jî gelekî serpêhatî û çavdêrî rêsandibû, ji xwe şêwaza M. Çiya Mazî piranî ji serpêhatiyan û ji çavdêriyan dizên. Wekî em dizanin ku serpêhatî û çavdêrî jî pişta xwe dispêre rasteqîniyê. Îcar em werin ser çîrokên “Bahol”ê, bê çi di vê baholê de ye…
Çîroka yekemîn “DI MORGÊ DE”
Çîroka me ya yekemîn esasê xwe li ser rasteqîniyê dibilindîne, feqet rasteqînî rasterast nehatiye hûnandin, çîroka me gulîkên porê xwe di nava hev de hûnandiye, loma jî di Baholê de tijî meytên rasteqînî welidiye… çîroka herî bi çêj û hêja ev çîrok e, helbet çîrokên din jî baş in, lê hûnandina vê çîrokê bêhtir estetîk, hunerî û çîroknûsî ye. Çîroknûsê me rasteqîniya ku qewimî ye welew bûyer-ên ku pêk hatiye bi awayekî xeyalî, xewnî û rasteqînî di nav hevdu rêsandiye-esirandiye. Carinan bûyer-ên xwe rasterast û carinan jî xewn, xeyal û rasteqînî mîna xercê di nav hev de seyandiye-strandiye. Yanê mirov fêm dike hin dîmen rasteqîn in, hin dîmen jî xewn-xeyal in. Belam, taliya talî reha-koka çîroka me xwe ji rasteqiniyê distîne û paşê vediguheze xewn-xeyalên îronîk û trajîk… Karekterê vê çîrokê Ecdad e, ji navê karekter jî dixuye ku bê ev çîrok çiqas trajîk e. Navê hevsera Ecdad jî Jînda ye, du navên beravajî hev, ez bawer im çîroknûsê me, ev nav bi hişmendî hilbijartine. Ecdad di hefsê de ye, û hevalekî wî, wî dide dest ango pê re xayîn dikeve, jixwe ev xayintî di civakê bindest de timî heye ango di hemû civakên bindest de ev rastî heye an kêm an jî zêde. Piştî îxaneta hevalê wî gelekî tê îşkencekirin, lê trajediya herî mezin lawê wî ye, lawê wî tînin dijberî wî dirawestîne, tîne li hemberî wî disekinîne, lê çîrok ne bi awayekî rasterast tê vebêjandin, bi wayekî serkeftî tê vegotin. Taliya talî, ev çîrok ji rastiya civakek bindest welidiye û bi şêwazeke Xewnî-xeyalî-rasteqînî di hemêza hevdû avis dibe.
Mînak ji çîrokê:
Di dolaba morgê de ev buyer yek bi yek dihatin bîra Ecdad. Lê hê jî fêm nekiribû ku li ku ye û ji bo çi di hundirê vê qutiyê de ye. Dengê jinika ji derve dihat wî, jê dûr diket. Digot, “ez li meytê mêrê xwe digerim” ji birînan, ji janê, ji êşê canê wî giran û pûç bûbû, nikaribû xwe tevbida jî. Digot, “qey ez îjar bi rastî mirî me, ma jê û pê ve.” rp-12
Ev destpêk û dawiya çîrokê ye, jixwe yê ku di morgê de Ecdad e û yê ku li mêrê xwe digere jî ango yê li meytê xwe digere Jînda ye. Îcar karekterê me hem li jiyana rasteqîne û hem jî li dojehê ye, yanê karekterê me di hemêza dojehê û rasteqîniyê dipêle, esil ev çîrok çîrokek girîfît e, bi kompleks e, tevlîhev e û trajîk e. Loma jî ev çîrok ji çîrokên wî yên din baştir û çêtir e.
Di despêka çîrokê de Ecdad di hundirê dolaba morgê de li dengê girseyê guhdarî dike. Ecdad ji wî heye ku ew sax e, ji wî heye ku ew ne mirî ye. Belam, ew bi xwe dibêje ev der dojeh e. Îcar cihê ku ew tê de ye dojeh e an jî hefs cihê dojehê bû, ango dojehên wî pir in, loma hemû dever û cih li wergeriyaye dojehan. Paşê dibê em li dojehê ne û em ên mirî ne. Bi kurtasî karekterê me bi devê yekî mirî diaxive. Belam, karekterê me timî di navenda dema raborî, dema niha û dahûtiya xwe de digevize û dipêle. Çîrok bi xwe di navenda zemên de dihele û gindêr dibe. Çîrok di hemêza zemên de rasteqîniyê, xeyalan û xewnan li binê guhên hevdû dixîne û digewimîne, loma jî çîrok di nava zemên de diheje, erdhej li dar dikeve. Esil erdhej di hundirê serê karekterê me de diheje… welhasilî kelam çîrokek gelekî serkeftî bû, çîrok ji hêla şêwazê, ji hêla hûnandinê, ji hêla teşekirin û sewirandinê gelekî baş bû…
Çîroka duyemîn “DADGEH”
Ev çîrok jî berdewama çîroka yekemîn e. Di çîroka yekemîn de Ecdad di hundirê tabûtê de bû û xewn-xeyal-rasteqînî di nava hev de dijiya, lê vêca Ecdad li dinya dinê ye û bi pêxemberan, xwedayan re diaxive û daxwaziya edaletê ji wan dike. Loma jî axaftina wî jî timî pirs li ser pirsê ye. Bi Cebraîl, Îsrafîl, Melkemot, Şeytên Mikaîl, Îsa, Mehdî, Ehrîm, Ahûra Mazda û bi Zerdeşt re dikeve têkiliyan û gengeşiyan. Ecdad, hemû bûyerên ku di hefsê de hatibû serê wî ji wan re vedibêje û gilî û gazinên xwe vedibêje. Belam Ecdad di tabûtê de ye û dîsa bixwe xwe diaxive. Timî gilî û gazinên xwe ji wan re dibêje û dibêje çima we mudaxeleyî van bûyeran nedikir, çima we dihişt ez vê jiyanê û rewşê bijîm. Çima bêedaletî ew qasî li hole didan lotik û zîtikan, çima we destên xwe dirêjî bêedaletiyê nekir û we bêedaletî bi dar ve nekir… Bi kurtasî Ecdad di hundirê dolaba morgê de ango di tabûtê de gilî û gazinên xwe û bêedaletiya ku dijiya û dihat jiyandin li dinya dinê bi Xwedê û yên din re ketibû qirika hev….Rih di vê çîrokê û di ya yekemîn de hebû, ango gelekî bi çêj bû, ne xwarineke bêxwê û rijî bû, çîrok gelekî xweş hatibû rêsandin-hûnandin
Çîroka sêyem “Şervanê Tirsonek”
Di vê çîrokê de ya herî girîng têgiha “Tirsê” ye. Karekterê vê çîrokê şervanek e û ditirse û vê tirsa xwe jî bi awayekî eşkere li ber çavan radixîne. Loma jî karekterekî dirust e. Lê paşê tevî vê tirsa xwe jî di şer de hemleyekê dike her kesî metelmayî dihêle, tam li gorî kişikê hemleya xwe pêk tîne. Kaerekterê me û hevalên xwe di cihekîteng û asê de hatine zeftkirin û divê tu hemleyeke zîrekî bikî û tu şah mat bikî ango divê tu xwe ji vî cihê teng û asê rizgar bikî. Di vî cihê asê û teng de, karekterê me, hemû bombeyên xwe bi her derê kerê ve girê dide û qesetûra xwe di çîpa kerê reben de diçîkîne, paşê kerê me bi lez û bez tevlî bombeyên xwe êrîşî ser dijmin dike û teva hemû bombeyên xwe di navenda dijmin de diteqe, paşê jî karekter û hevalên xwe direşînin û dilirînin… dêmeg dema ku cih li mirov teng bibe ji xwe ber mirovê zîrek dibe, an jî dibe afirîner, an jî tirsa mirinê mirovî dike afirîner… welhasil şervanê me yê tirsonek di cihê teng û asê de dibe qehreman, dibe afirînerekî gelekî hêja, tirsa mirinê afirîneriyê jî bi xwe re dizeyîne… taliya talî, tirs kana xwe ji nezaniyê distîne, lê carinan yê herî zane jî ditirsin. Mirov fêrî tirsê dibe, loma jî tirs têgeheke fêrbûyî ye. Dema ku zarok di malzaroka dê de ye, nizane tirs çi ye. Dema ku çavên xwe li jiyana rasteqîn vedike hêdî hêdî fêrî tirsê û gelek tiştên din dibe. Loma jî şervanê me fêrî tirsê bûyî…
Çîroka çaremîn “Lê ku çarşem neyê?”
Ev çîrok jî li ser êzîdaditiyê hatiye nivîsandin, li ser qirkirin-fermanên wan, roja wan ê pîroz û çanda wan hatiye nivîsandin. Belam,, ev çîrok ji bo karekterê me Zewêdî milşikestandin e, qidûm şikestandin e ji ber ku her çarşemên wî ne baş derbas dibe, ji ber ku her çarşem li ber çavên wî reş derbas dibe, ji ber ku bi komkujiyan, fermanên qirqirinan û qetil û qitûlan derbas dibe, loma jî Zewêdî êdî li benda çarşemeke aram e, li aramiyê digere….
Çîroka pêncemîn “Bahol”
Ya girîng di vê çîrokê de navê karekter Mozo û rendêra welew rengê Sor e. Çima Rengê Sor û navê Mozo?
Rengdêra Sor welew rengê Sor gelek wateyan di xwe de dihebîne. Yek jê tê wateya Şehwetê-azweriyê û ya din jî tê wateya xwîn-rijandinê. Taliya talî, Xwîn-rijandin jî esasê xwe li ser avahiya şehwetê, xwestek û azweriyan dibilindîne. Loma jî rengê sor welew rengdêra sor di wateya şehwetê de hatiye bikaranîn, an bi hişmendî an jî der-hişmendî… Lê di çîrokê de bêtir di wateya Xwîn-rijandinê de bikaraniye. Ango bi kurtasî rengê sor welew rengdêra sor di wateya Xwînê-Xwîn-rijandinê de bikaraniye.
Bahol, çîrokek rêwitiyê ye. Rêwitiyeke binhişî û derhişî ye. Belam, rêwitiyeke nediyar û xumamî ye, şolî ye, tevlîhev e, mîna dewşo ye. Mozo di vê çîrokê de nizane ew ê di ku de biçe, hişê wî, aqlê wî şolî û tevlîhev e, bûye dewşo, çelqiyaye hişê wî… Çîrokek li xwe gerandinê ye, ango karekterê me li kesayeta xwe digere, xwe nabîne, li dû rastiya heqîqeta xwe ketiye. Kesayetekî parçebûyî ye, wî welatê wî, mîna qutiya bavê wî ya ku dabû wî, dema ku bavê mozo vê qutiyê dide wî û devê wê vedike di hundirê wê de paçikekî sor têde dibîne, di hundirê qutikê de paçikekî sor, çima? Paçikê sor metaforek div ê çîrokê de, tiştê ku xwestiye vebêje bi awayekî trajîk vebêjandiye. Çima yadigariyeke sor? Taliya talî jiyana mozo gêr-gereke pirs li ser pirsê û timî pirsên bêbersiv, bersivên bêpirs…. Mozo bêmekan e, li mekanekî digere, belam bêmekanî dibe para wî. Mekan, tenê tevlîheviya hundirê serê wî ye, hişê wî ye û timî dibêje çima her tişt û her der sor e.
Çîroka şeşemîn “Leylan Café”
Karekterê vê çîroka me Derdo ye. Derdo li gorî civakê yekî dîn tê hesibandin, welew civak bi vî awayî li wî mêze dikin. Îcar ya ku dînbûnê ava dike welew diafirîne çi ye? Ma ne ji ên dîn be yê bi aqil ew ê çawa bizanibin ew bi aqil in. Dibe ku her du hev diafirîne gelo? Ez bawer im dînbûn jî afirandina mirovî ye, îcar radeya dînbûnê çi ye, li gorî kîjan qeysê û mêzînê tê pîvandin, dînbûn çi ye? Li gorî, pergalê ye? Li gorî civakê ye? Li gorî kesa ye-ne, li gorî çi ye? Pîvana wê kî dikare tespît bike? Gelo her tişt li gorî diyalektîkê ma ne bi dijberî xwe diafire? Ger dînîtî tune be ên baqil ew ê çawa bizanibin ew baqil in hwd… Di vê çîrokê de mekan Leylan Café ye, û şênaya vê cafê jî Derdo û çîvîka wî ye. Li gorî derdo heywan gelekî ji mirovan çêtir e. Ev fikrek hêja ye, ne fikrek erzan û qels e, ev fikir fikreke felsefîk e û ji terefê yekî dîn tê vegotin. Îcar kî dîn e welew kî baqile ev pirs divê dîsa bê lêkolînkirin û pirskirin…
Mînak:
“Ji hin hevalê xwe re jî digot: “Bi Xwedê ev çivîk ji mirovan çêtir e.” rp-53
Ji gotina derdo jî diyar e, derdo ne nêtxerab e, derdo yekî dilnizm e, baş e xwediyê dilekî bi rehm e. Dilnizmî û dilrehmî erdnîgara hundirê hişê derdo ye. Loma jî yê dîn ne derdo ye, yên din in…
Çîroka heftemîn “Însizê benderuh”
Çîrokek maka xwe ji çavderiyê û ji serpêhatiyê wergirtiye. Çîrokek lêkolînî ye, piştî lêkolînê teorî û pratîkê raberî hev dike, encama wan dinêre, dipîve, diwezinî ne, diqeysîne…
Çîroka heştemîn “Ma ez çep im”
Ev çîrok jî mijara xwe û esasê xwe li ser têgeha “Rûmetê-Namûsê” rawestandiye. Çîroka me kana xwe ji rasteqîniyê werdigire û paşê jî bi awayekî herikbar tê vehûnandin. Nakokiyên rastiyê û ne rastiyan derdixîne holê. Dema ku pisîk gûyê xwe binax dikin jî, taliya talî gûyê wan dertên ser rûzemînê. Ango veşartin tucarî veşartî namîne. Belam li b ajar û gundên kurdan mirov dikare li gelek çîrokên wisa kana xwe ji rastiyê werdigire biqewime.
Çîrokên çîroknûs M. Çiya Mazî piranî kana xwe ji serpêhatiyan û ji çavdêriyan werdigire, carinan çîrokên xwe rasterast vedihûne, carinan jî bi hêmayan vedihûne. Di gelek çîrokan de mekan Mêrdîn hatiye hilbijartin. Mîtos û raz û dîroka Mêrdînê di navenda çîrokên xwe de hêraye û strandiye, xemilandiye. Dîroka mêrdîn û mîtosa wê di nava şêraniya tiriyê mazrone de esirandiye, paşê dims û bastêqa xwe li ber sifreya me raxistiye. Di gelek çîrokan de trajediya gelê kurd di çîrokê xwe de hêraye û arvanin jê welidandiye…
Ekla dimsê, bastêqê û şurtikên bi qinê behîvan û gûzan hatiye seyandin li ser zimanê me dihêlê…
17.03.17