logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'
  2. Di Edebiyatê De Jin
  3. Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'
  4. Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin
  5. Ji êrîşa ser xwe dê pirtûkek amade bike
news-details

BÎREK MONOLOGWARÎ

  • Dîrok: 23/11/2018
  • Beş: Serbest

Çorê ARDA

“Bîra her mirovî, her malbatê, her taxê, her navçê, her bajarî, her welatî û her dewletê heye…”
“Bîr, dîrok e, derûnî ye, felsefe ye, ramyarî ye, alava wêjeyê ye…”
 “Bîrên bêbinî û vala tune ne”

Romana ‘Bîr’ê ji gelek beşan pêk dihat, her beş jî li gorî xwe wateyek, honandinek di zikê xwe de humilandibû. Di beşa ewilî de roman bi şêwazeke efsûnî û mîstîk dest pê kiribû. Jinek li çello dixe û bi çelloya xwe re şa dibe, an jî wisa dide hîskirin, dema ku li çelloyê dixîne xwe têde winda dike. Feqet sî’yek bi mûsîkjena me re şa dibe, talî xeyalek bi xeyalekê re şa dibe, du xeyal di hembêza hev de ne feqet haya wan ji hev nîn e. Belkî jî haya wan ji hev heye… beşek bihuştik e, beşek dojehîk e, dojeh efsûn e, efsûn bihuşt e, bihuşt jî dojeh e, efsûn jî giş in. Îcar çi dojeh e, çi bihûşt e welew çi ne bihûşt e û ne dojeh e? Kitekitên li ser siyê, çelloyê, jina xeyalî û lempeyê razberiyek bi xwe re afirandibû. Romantîkek efsûnî, kelecaniyeke razber û xofxweşwariyek bi xwe re zayandiye. Çello, jin, sî û xeyal dîmenên awarte û guhertî li dar xistibûn.
Romanûs carinan wekî ceribînan diaxife, carinan jî karekterên romanê tenê wekî alavekê dixuye ji bo ku romanûs biaxive û vebêje. Rih di karakteran de tune ye. Ya ku tenê xwedî rih e, vegotvan e, an jî monolog e. Karekterên bêrih tenê alavek e, ango mîna heyberekî ye. Karekterê bi ruh serleheng û lehengê romanê ye. Rihkirina karekteran an jî dana xwedîhestkirina karakteran karekî dijwar e, hevdilînî, serpêhatî û hesteke xurt jê re lazim e.
Karekterên me pirr in, lê ên serleheng Aras û Sarya ne. Lî û La jî sembolîk e welew sembolîk dixuye.  Dibe ku bavê Aras, E-(lî) û Ay-( la) ablaya karekterê me bin ev Lî û La yanê ji navê wan hatibin… gumaneke ev jî. Axaftina bi Lî û La yê re tenê ji bo ku roman biherike û berdewama romanê bê alavek e. Bi xwe xwe axaftin tiştekî derhişî, binhişî, derbirînî û îrrasyonel in. Jixwe romanên îrrasyonel hinekî modern in. Çiqas modern e, an jî ne modern e ev jî bi serê xwe pirsek e.
Em werin ser karekterên xwe, karakterê me li zanîngehê dixwîne, dema ku bavî wî li wî digere timî dicahmis e, ango aciziyan dike. Ji ber ku wekî her kesî gotinên ji rêzê jê re dihat kirin, helbet li gorî karekterê me, loma jî dilteng dibe ji vê rewşê. Paşê bavê wî qeyrana dil derbas dike, yekser bilêteke ji xwe re dibire, û bilêta xwe jî li kêleka “cam”ê dibire. Jixwe roman esil di vir de dest pê dike. Li ber camê dikeve diyalogên monologî, diçe bîr û bîranên xwe, diçe paşerojên xwe, di bîra zarokatiya xwe de digere. Îcar dema ku Aras di otobusê de li ber camê hezar çîrokan di hişê xwe dinivîsîne. Qetandinek pêk tê, gilokê tê diqete, têkiliya di navbera sehneyan welew zincîreçîrokan de hinekî pirsgirêk çêdibin. Carinan mîna neqebeke asê bû, carinan jî mîna dangerîkên bi strî û kelem bûn ango romanek mîna hijekî nepejikandî bû welew nîvpejikî bû.
Bûyerên ku hatiye serê karekterên me hema hema giş yeko yeko mîna rêzefîlmekî hatiye rêzkirin. Taliya talî romanek pişta xwe dispêre zarokatiyê, wêje jî bingeha xwe ji bîr û bîranînên zarokatiyê werdigirin…
Romana Bîrê bîr û bîranînên ku di zarokatiyê de bihuriye ji nû ve li ber camê zindî dibe û vediguherin monologan… di romanê de  “cam” têgeheke girîng e. Ji ber ku hemû bûyer li ber camê diqewimin, hemû derhiş, bîranîn, bîr, binhiş û derbirînên wî li dijber camê zîndî dibin, rihber dibin. Dema ku li camê dinêre li hêla dinê pêrgî zarokatiya xwe der tê.
Cam ji bo romanivîskar tenê alavek e, ji bo ku romana xwe berdewam bike, di romanê alava herî bi kêr jî cam e. Bi saya camê roman dest pê kiriye û bi saya camê roman qediya ye.
Cam ji bo karekter rola neynikekê girtiye, camê derhişî û binhişiya karekterê me mîna gilokek tê verişandiye. Feqet cam duhêlî ye, neynik yekhêlî ye. Her du jî rastiya mirovî destnîşan dike, feqet bi şêwazên cuda destnîşan dike. Taliya talî roman mîna xerzikekî nehatibe birîn, mîna darek nehatibe terîfkirin ango dikaribû hinekî din jî bihata neqadin, estetîzekirin. Şêwazeke cuda di romanê de sereke bû, muzîk û alavên muzîkê di romanê de xwedî cihekî cihêreng bû. Ji Mêrsînê dest pê kir zarokatiya wî li Hezexê qediya…
Lî û La nivîsa bavê Aras e, û Mah û Zend jî çavkaniya xwe ji dîrokê digre, yanê ew jî çîroka wê heye. Li gorî çîrokê Mah û Zend xwe diavêjin Bîrê ji bo ku nekeve destên Têmûrê Moxolî wisa berdewam dike çîrok, Sarya jî hevala Aras ya zanîngehê ye. Feqet Lî û La pir hatiye bi karanîn, ji ber ku roman li gorî Lî û La yê hatiye teşekirin.
23.11.2018

**

Nivîsên Çorê Arda yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- ŞEVÊN NIXUMANDÎ
- SINDOQA HANDA’YÊ
- RIHEKÎ PERDEKIRÎ
- BÊDENGIYEKE QELS
- Baholekî tijî serpêhatî  

Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 03 06 2023

Di Edebiyatê De Jin

news
  • 30 05 2023

Li ser '101 Romanên Kurdî'

news
  • 30 05 2023

Tabloyên ji Rojava

news
  • 18 05 2023

Xwendineke mîna pêşwazîkirinê

news
  • 12 05 2023

Berpirsên tenduristiya me: Hemşîre

news
  • 10 05 2023

Têkiliya Edebiyat û Dîrokê

Nivîsên Nû
news

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Mîrza Ronî
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Gora Cervantes hat dîtin

ad

Demirtaş: Kengê me kuçe û mase kirin yek emê bi ser bikevin

ad

Trump bi awayekî fermî berendam e

ad

Çarîk Fînalîst diyar bûn

ad

Li Amede xîma rêyeke nû hate avêtin

ad

Ji Weşanên Do du pirtûkên li ser kurdî û kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'

  • 02 06 2023
news

Di Edebiyatê De Jin

  • 03 06 2023
news

Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin

  • 02 06 2023
news

Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'

  • 02 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname