Diyarname
Maçên Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê yên UEFA'yê hatin lîstin û di her du ligan de jî nîv fînalîst û bernameya lîstina maçan diyar bû.
LÎGA EWROPAYÊ
Di Lîga Ewropayê de êvara 16'ê mehê maç hatin listin. Freiburgê li mala Celtayê ew bi 3-1, Bragayê li mala Real Betisê ew bi 4-2 tê bir. Nottingham Forestê li mala xwe Porto bi 1-0, Aston Villa jî li mala xwe Bologna bi 4-0 têk bir û derketin nîv fînalê.
Rewşa nîv fînalê bi vî rengî çêbû:
30'ê vê mehê:
- Nottingham Forest - Aston Villa
- Braga - Freiburt
Maçên rovanşê:
07.05.2026:
- Aston Villa - Nottingham Forest
- Freiburt - Braga
Maça fînalê ya Lîga Ewropayê roja 20'ê gulanê saet 22.00'an de wê bê lîstin.
LÎGA KONFERANSÊ
Di Lîga Konferansê de Az û Şahtar Donetsk bi 2-2 man. Ji ber di maça yekem de Şahtar Donetsk bi 3-0 bi ser ketibû çû nîv fînalê. Di maça din de jî AEK'yê li mala xwe Rayo Vallecano bi 3-1 têk bir, lê di maça yekem de ji ber Rayo Vallecano bi 3-0 bi ser ketibû çû nîv fînalê. Di maça din jî rewş wisa bû: Fiorentina li mala xwe tîm Crystal Palace bi 2-1 têk bir, lê di maça yekem de ji ber ku CP bi 3-0 bi ser ketibû ew çû nîv fînalê.
Û di maça dawî de RC Strasbourgê li mala xwe Mainz 05 bi 4-0 têk bir.
Rewşa nîv fînalê bi vî rengî çêbû:
30'ê vê mehê:
- Rayo Vallecano - RC Strasbourg
- Şahtar Donetsk - Crystal Palace
07.05.2026:
- Crystal Palace - Şahtar Donetsk
- RC Strasbourg - Rayo Vallecano
Maça fînalê ya Lîga Konferansê rja 27'ê gulanê saet 22.00'an de wê bê lîstin.


