Qamişlo
Hejmara nû ya kovara Nivîskar ku her sê mehan carekê derdiveke, gihîşt ber destê xwendevanan.
Kovara Nivîskar kovarek e ku xebatên derbarê edebiyat û çanda kurdî de diweşîne. Kovar ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê (Y.N.K.S) ve her sê mehan carekê tê derxistin.
Berî niha hejmara 1û 2 ya kovarê bi rengekî sîstematîk derketibûn, lê ji ber hin karên yekîtiyê, hejmara sêyemîn di dema wê de nehat derxistin. Ji ber vê yekê hejmarên 3 û 4 bi hev re wekî yek kovar hatin derxistin. Kovar bi zimanên kurdî û erebî tê weşandin.
Hin mijarên ku di kovarê de li ser hatine nivîsandin wiha ne:
* Kurdistan û guhertinên Jeosiyasî yên beriya şerê Çaldêranê(1514).
* Kurdên Kantona Cizîrê.
* Tecrubeyên wejeyî yên zarokên kurd li Sûriyê.
Her wiha derbarê gelek mijarên din ên ku bi çand û edebiyata kurdî re eleqedar in, nivîs cihê xwe di kovarê de digirin.
ANHA