logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Gelo nivîs-kar-ek e?

Wexta ku mirov vê pirsê li mejiyê xwe diqewimîne raman dibe bênderek ku bi colan kihêlî li ser didin çargavan. Pirs dike

  • Dîrok: 21/01/2014
  • Beş: Serbest

Denîz ŞAN

Wexta ku mirov vê pirsê li mejiyê xwe diqewimîne raman dibe bênderek ku bi colan kihêlî li ser didin çargavan. Pirs dikeve dirûvê goga pînponê û bersiv dişibe masiyekî şemetokî ku qet nayê zeftê û av nîşo dibe li ber fikarê. Em dikarin ji bo ku av hinekî zelal bibe bêhna çemê har bi hinek pirsan fireh bikin û bibêjin; ger nivîs “kar” bûya dê dibistan û fêrgehên vî karî hebûna û kî/kê bixwesta dê ji mamosteyan fêrî nivîskariyê bibûna û çê ne çê dê yên ku dîploma stendine hemû nivîskar bûna. Lê, na. Waye renge ku dibistana hin tiştan tune ye. Hebe jî ne teqeziya hilberîn û serkeftinê ye. Her çiqas qurs û filan bêvan hebin jî kes nikare bi dilekî bê guman îdîa bike ku karîger e. Xêncî yên berê xwedî cewher bin.

Ji aliyêkî din îdîayeke heye ku dibên “bê xwendin nayê nivîsandin” Ev pirs jî ne zêde zelal e. Ji ber ku yên herî pêşîn nivîsîne gelo çi xwendine? Yan jî ma kî dikare hemû nivîsên li dinê bixwîne? Helbet ku nivîskar bixwîne dê rê li ber ronî bibe. An jî dê li şaşî û kêmanyên pêşiyên xwe hay bibe, an jî li berhemên berz û hêja ku bibin sedemên rêvekirinên nû rast bê. Xwendin li gel mejî vedijîne sirûşdar e jî. Lê, helbet xwendinên zêde nakokiyan û dafikan jî dihundirînin. Divê îja nivîskar her tim haydar be ku nekeve dubarekirinên pêşiyên xwe an nekeve tora teqlîd û xweşibadinan. Li gor min wekî her tiştî xwendina zêde jî ziyan e. Lê dîsa li gor min ziyana herî xeternak ew e ku mirov xwedî xêvek tuma be. Ger ku jiberkirin ji mejiyekî re bibe tebîetek û xwendinên wî/we ji xeynî ku şopan li ser mejiyî bihêlin kon lê vegirin û mayinde bin ew nivîskar bê hemdê xwe ji hilberînê za dibe û hetta dixese. Dîsa ziyanek ku ji xêvên tuma û xwendinên zêde diwelide ev e ku xwînerên ku dê binûsin jî bi cir dikevin tatêla “cudabûn” ê. Bi cirê ku nivîs an çîrok an roman an helbestek ji hemû hebûyan cuda be xwe kurdûnde dikin û dev ji xwe berdidin. Lê belê ger ku ne “jê bike û pêve bizeliqîne” be “wekhevî” tu car ne gengaz e. Qet ne mimkûn e ku li dinê du tişt bi heman hebûnên xwe wekî hev bin. Lê dibe ku bişibin hev. Mixabin tu carî “şibadin” ne “eynê wekî hevî” ye. Ji xwe ger nivîs rastûrast karek bûya dê herkesî heman tişt bi heman diqlî binûsa. Ji xwe hilberîna febrîqasyon ji vê derfetê pêk hatiye. Wekî hemû huneran nivîs jî ji ber ku rastûrast ne “kar” tenê ye nabe hilberînek febrîqasyonî. Wêne hinekî ketiye zefta vê hilberîna febrîqasyonê lê dîsa jî xwe bi tûmî nedaye dest.

Wekî hemû çêkirinên mirovî ev çêkirina “nivîs” ê jî bi rêgez û pergala şoxila mejiyê takekesî ve hişk girêdayî ye. Her cenabek, her takekesek bi çavekî cuda dibînin, bi sewteke cuda dibihîsin, bi rengekî cuda seh dikin, bi tehmeke cuda diçêjin, bi bêhnkirinek cuda bêhn dikin û bi ramînek cuda diramin. Gava ku hemû tişt cuda be teqez dê “nivîsandin” jî ji hev cuda be. Di vir de gencîneya cenabî ya “peyv”an derdikeve pêşiya mirov. Lê dîsa di vê mijarê de jî “jiberkirin” ne karîger e. Di mijara bêjeyan de divê nivîskar wekî kûçikê/a bi bêhn be an wekî tahjiyê/a seydê be. Zanebûn û jiber kirin ne bes e, divê çêj û bêhna bêjeyan di mejiyê wî/wê de wer rep û xwedî zindîbûnek jîndar be. Divê hevok li xwe neheyire di gepên ramîna nivîskar de. Çawa wênekar rengan dike keval divê nivîskar jî bêjeyan bixemilîne.

Ger nivîs karek bûya û hêviya debarê serdest bûya di nivîsandinê de tu kesî ev tehb û êşandin beramberî vê dahatina nedidît. Lê wekî her tiştî nivîs jî piştî hatinek diravan dibe ku hew bibîne nivîsarê/a wê li wê qulipiye. Li gor mantiqê divê destpêka nivîskariyê ne ji bo debarê be. Yanî pêşî ew livîn hew “nivîsandin” e lê pişt re ji ber mercên mirov, mirovahî, civak û kesayetiyê bêgaviya peresana “nivîskar”iyê pêk tê û “nivîsandin” ji bêgavî dibe “nivîskarî”. Lê piştî ku “nivîsandin” bû “nivîskarî” bila tu kes gazinên tehb, êşandin û xwe şewitandinan neke. Ji ber ku tu kar ne hêsan in û her karek li gor xwe xwediyê dijwariyekê ye. Encam, “nivîs” di destpêkê de wekî zarokekî saf ji dil e, gelek caran bê sayîş û tatêlok e, lê her wiha tu bibê nebê “etehiyato çawa lê hato” ye jî. Wexta ku ber bi “kar” bûnê dihere an jî dibe “kar” êdî dibe xwedî dezgeh û sazûman. “Nivîsa” a herî şêrîn ew e ku piştî peresanî  “nivîskarî” yê bibe zarokê hundirê xwe kêm nabîne û wî pişguh nake.

 

*** 

 

Nivîsa Deniz Şan a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- KAKÛNΠ

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Balafirên Amerîkayê çiqas û çi cure alîkarî gihand Kobanî?

ad

'Şilfîtazî' yan jî bûyîn û mirin!

ad

Ji rêzeya 'Erdnîgariya Kurdistanê’ beşa ‘Çewlîg'ê derket

ad

Piştî 25 salan li Stenbolê desthilatek nû heye (Hat nûkirin)

ad

Xelatên azadiya çapemeniyê dan Tajik û Shabelle

ad

Sendîkaya Rojnamegeran sipasiya DTP kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname