Enqere
Serokatiya Karên Olê yê Tirkiyeyê destûr neda weaza bi kurdî!
Demek berê kurdan bi daxwazname serî li Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclisê û xwest roja înan li mizgeftan bi kurdî weaz bê kirin. Wezareta Dewletê ku ji Karên Olî ya Diyanetê berpirs e got: Di Zagona Bingehîn de zimanê fermî tirkî ye, ji bilî tirkî weaza bi zimanekî din qedexe ye. Ji bo ev bê kirin divê guherîna zagonî pêk bê. Û di encamê de destûr ji bo weaza bi kurdî jî nîn e.
Demek berê Sekreterê Perwerdehiyê yê Sendîkaya Kedkarên Weqif û Diyanetê Îmam Selîm Yilmaz weaza bi zimanê zikmakî anî ziman.