Diyarname
Di sala 2019'an de Fatih Mehmet Maçoglu, ew ê ku çapemeniyê bi gotinên "Komunîst Başkan" pesnê wî didan hat hilbijartin. Wê çaxê deynên Şaredariya Dêrsimê çiqas bûn û niha ku berendamên DEM Partî hatine hilbijartin deyn çiqasî ne?
Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak ev agahî belav kirin. Va ne agahî:
- Dema Maçoglu hat ser kar deynên Şaredariya Dêrsimê 67 mîlyon û 567 hezar û 806 TL bûn. Li gor roja 5'ê avrêla 2024'an deynên Şaredariyê 230 mîlyon û 673 hezar û 692 TL ne. Yanê Maçoglu şaredarî bi 67 mîlyon deynî dewr girt, bi 230 mîlyonî teslîm kir.
- Di sala 2023'yan de bi temamî pereyên ku şaredarî bi dest xistine 188 mîlyon, lê çûyînên wê 271 mîlyon in.
- Di 5 salên barî de 145 kes girtine kar. Sedî 84'yê butçeya şaredarî ji bo heqdestê xebatkaran tê xerckirin.