Diyarname
He Pingping ê çînî ku bi bejna xwe ya 75 santîmî wekî 'zilamê herî kin ê dinyayê' ket pirtûka rekoran Guinnessê di 21 saliya xwe de li Romayê mir.
Li gor daxuyaniya navenda pirtûka rekoran Guinnessê He Pingping di dema bernamayeke televîzyonê de ji nişke ve êşeke ketiye ser singa wî û jiyana xwe ji dest daye.
He Pingping ji ber nexweşiyeke hestiyan mezin nedibû û bejna wî 74.61 sant3im bû. Midûrê Pirtûka Rekoran a Guinessê Craig Glenday wisa got: "Digel ku mirovekî wisa biçûk bû jî tesîreke wî ya mezin li ser dinyayê hebû."