Diyarname
YSK berendamê mebûsiyê yê HDP’ê yê Wanê Musa Îtah, bi hinceta cezayekî ku berê lê hatibû birîn veto kir. Ji ber vetokirinê li şûna Îtah Selamî Ozyaşar di rêza 6'emîn de hat nîşandayîn.
Li ser vetokirina Lijneya Bilinda Hilbijartinê (YSK), HDP'ya Wanê got: “Birêz Mûsa Îtah di rêza 6'emîn de tevî mafên memnu yên ji ber cezayekî berê lê hatibû birîn hatin îadekirin jî mixabin YSK’ê berendamiya wî veto kir. Ligel hemû hewldanan jî me tu encam bidest nexist. Ji ber vê yekê me Selamî Ozyaşar ji dêvla Îtah nîşan da. Ji bilî wê îdîayên di çapemenî û ragihandinê de spekulasyon in. Pêwîst e gelê me guh nede nûçeyên bi vî awayî.”


