Diyarname
Di maçên îro yên EURO 2008 de Spanyayê Yewnanistan têk bir, Rusyayê jî Swêd. Bi vê yekê Rusyayê derbasî çarîk fînalê bû.
Maça yekema a Koma D di navbera Yewnanistan û Spanyayê de li dar ket. Spanya bi 6 pûanan rêber bû û maç ne xema wê bû, Yewnanistan jî derketibû maça dawî bêyî hêviya wê bi tiştek hebe. Di dawiyê de Spanyayê bi golên De La Ret û Guiza Yewnanistan têk bir û pûanên we derxist 9'an. Tekane gola Yewnanistanê jî Charisteas avêt.
Di maça duyem a komê de ku piştî Spanyayê dê tîmê duyem ê ji bo çarîk fînalê diyar biba de, Rusya û Swêd hatin hemberî hev. Rusan 2 gol avêtin Swêdê û derket çarîk fînalê. Rusya di çarîk fînalê de dê bi Hollandayê re bilîze.


