Diyarname
Berhemên rojnameger-wênesaz Zehra Dogan bi navê "Nehatiye Dîtin" di pêşangehê de derketin pêşberî hunerhezan.
Rojnameger-wênesaz ji ber nûçeyên ku çêkiribûn li Mêrdînê hatibû girtin û dor du salan girtî mabû. Dogan li hundir jî û dema derket û çû derveyî Tirkiyeyê jî xebata xwe ya wênesaziyê dom kir. Dogan ku li derveyî Tirkiyeyê li hin deran pêşangeh vekir niha ew nikaribe bê jî jî li Stenbolê berhemên wê di pêşangehê de cih girtin. Pêşangeha bi navê "Nehatiye Dîtin" îro hat vekirin û heta 9'ê meha sermawezê vekiriye.
Di pêşangeha ku Seval Dakman û M. Wenda Koyuncu kuratoriya wê kiriye de berhemên Dogan, rojnivîskên wê cih digirin. Di pêşangehên de odeyên bi navê "Musallat", "Hîza", "Maraz" jî hatine vekirin û di van odeyan de berhemên Dogan cih digirin. Her wiha kincên Dogan ku diya wê şandibû girtîgehê lê negirtibûn hundir û bi paş ve ji bo diya wê şandibûn jî cih girtiye.
Ji bilî van hin metnên hatine xwendin, axaftinên bi telefonê hatine kirin jî derdikevin pêş.
Pêşangeh li Kiraathane İstanbul Edebiyat Evi îro vebû û heta mehekê dê vekirî be.
Zehra Dogan kî ye?
Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan 1989'an de li Amedê hatiye dinê. Di dema pevçûnên li Nisêbîna Mêrdinê de ku wê çaxê qedexeya derketina derve hebû Dogan wekî rojnameger nûçeyeke li ser zarokek 10 salî saz kir, ji ber vê bi "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Ji ber nûçeyê 33 meh cezayê hepsê xwar. Di pûşpera 2017'an de hat girtin û di 24'ê reşemiya 2019'an de hat berdan.
Dogan di gulana 2019'an de li Tate Modernê pêşangeha "Ê li dû man" vekir û bi vê li qada navneteweyî hat nasîn. Paşê Milano (Îtalya), Berlin (Almanya), Barselona (Spanya) û hin cihên din pêşangeh vekir. Ev li Tirkiyeyê pêşangeha wê ya yekemîn e.
Ji bo yên bixwazin herin temaşekirin:
KIRAATHANE ÎSTANBUL EDEBÎYAT EVÎ
Navnîşan: Asmali Mescit, Meşrutiyet Caddesi, Yemenici Abdullatif Sk. No:1, Beyoglu/İstanbul
Telefon: (0212) 252 93 89


