Yaşar Eroglu
Heta roja îro bi zimanê kurdî, di qada nivîsarê de daneheveke girîng hatiyê pê. Hewce heye ku ev daneheva mezin bê dîtin, nirxandin pê bê kirin, ger rexne, ger nirxandin, ger pesndayîna wê hewce be bê kirin. Ger em vê daneheva di qada çand, ziman, wêje û huner de wekî behrekê bi nav bikin, di qada rexne û nirxandinê de em hê li ser rûyê behrê avjenî dikin. Qadeke wisa ye ku kes xwe nade ber, kêlekê re derbas dibe lê nikare an naxwaze bikeve nav. Lê em baş dizanin ku welatên bi van qadan pêşketî, çand, huner, ziman û hunera xwe bi rexne, nirxandin û rexnegiriyê bilind kirine. Vîctor Hugo, Balzac, Charles Nîcols, Çehov, Tolstoy, Dostoyevskî, Aragon, Nazim Hîkmet, Kafka, Brecht û yên din ji vî deriyî û ji vê seradê re derbas bûne û berhemên giranbiha afirandine.
Ez ê li ser rexne, nirxandin û rexnegiriya di nivîsara kurdî de rawestim. Gelek mijarên balkêş hene ez ser bisekinim. Lê berî her tiştî ev yek bala min dikişîne; yên xwe di van qadan de li pêş dibînin gelo dixwînin? Haya wan ji vê daneheva her roj tê afirandin heye? Bersivdayînek hewce ye, bo vê pirsê.
Berhem nayên xwendin
Dîmenê bi min xuya dike ev e, kesên derdora nivîsê daneheva bi zimanê kurdî (roman, çîrok, ceribandin, cur bi cur pirtûkên têne weşandin hwd) zêde naxwînin. Hinek ji bêderfetiyê, hinek jî xwetêrdîtinê diqewime. Ger haya meriv ji tiştekî hebe, ku bixwaze dikare rexne lê bigire. Hay ji tiştekî nebe meriv dikare çi rexne bike? Mixabin ev yek ji bo daneheva çand û wêjeya kurdî windahiyeke mezin e. Sifir sînor e, li gorî hin nêrînan vala ye, nikare bê nirxandin. Lê yek, du, sê baş-xirab tije ne, dikarin bên nirxandin. Bo ku tije be, divê bi yek, du, sê ... bê dagirtin. Ku ev yek nebe sifir wekî sifirê dimine. Carinan gelek kes dixapin, sifirê wekî tije dibînin lê sifir xwe tije nîşan bide jî nikare weke yek, du, sê .... tevbigere. Tolstoy di riya Dostoyevskî yan nivîskarekî din de neçûye, ew xwendine, nas kirine, di serê xwe de nirxandine û riyeke din de çûye. Şolohov Tolstoy xwendiye, bi awayê wî berhem dane. Ango hay ji wî û yên din hebûye. Gelek kes bi quretî hin nivîskaran naxwînin. Xwe ser wan re dibînin, bi pozbilindî tenezul nakin ên ‘ji bin xwe re’ bixwînin. Her wisa jî rexneyê tiştekî piçûk, karê kesên beredayî dibînin. Karekî mîna rexneyê li xwe naynin, xwendina her nivîskarî bê wate dihesibînin. Her dizanin çawa timtêl û kincên li ser wan xweşik in, wisa mêjiyên wan ê kasib jî, di çavên merivan de xweşik tê xuyakirin. Lê ne wisa ye. Belkî timtêl û kincên wan xweşik bin lê nêrînên wan gura timtêla wan nake. Ev kompleksa Adler e. Li gorî psîkolojiya Adler, yên hejar, ji xwe nebawer, barsivik kompleksa mezintiyê tevdigerin.
Her kes bi gazin e ku pirtûkên kurdî nayên xwendin û bi qasî xwendevanan nivîskar hene. Ev rastiyek e. Mixabin rastiyeke din jî ev e, nivîskar jî nivîskarên din naxwînin. Ji ber vê jî çandeke danûstandinê, hevpariyê û pêşveçûnê dernakeve pêş. A rast wêje, bi taybetî romana bi kurdî serdema virnî de ye, hewceyî perwerdeyê, danûstandinê û hevpariyê heye. Bela ku ev pêk nayê her kes di çeper an hewşa xwe de, bi serê xwe dimîne û darên hewşê fêkiyên qels didin û zû diçilmisin.
Giregiriyeke pûç û bê siûd di nav nivîskarên vê qadê de heye. Yên hev elît dibînin tên ba hev. Ew jî di nav xwe de kom bi kom in. Pîvanên elîtî û giregiriyê li cem her komê li gorî xwe ne, ji standartên dinyayê pir û pir dûr in. Ji ber ku haya wan ne nivîsara dinyayê, ne jî standartên wê heye.
Rewşa rexne û rexnegiriyê
Ez ê derbasî mijareke din bibim. Em behsa rexne û rexnegiriya kurdên Bakur dikin. Hema bêjin em Başûrê Rojava jî li ser Bakur dikarin hesab bikin. Ji ber ku pir ketina nav hev. Rojhalihat bi rastî hinekê dûr maye, nasîn nû dibe. Ez bê îda dibêjim, wisa tê xuya ku li Başûrê Mezin rexne tune, tenê pesndayîn heye. Mixabin mijara min esas li ser Bakur e, divê li wir bimînim. Li Bakur qada nivîsê newêrek e. Ditirse. Sedemên vê yekê hene. Yek rexneke şêwerast bike, xwediyê nivîsarê rexneyê wekî heqaret û rûxandinê dibîne, nêzikî xwe û nivîsara xwe nake. Belkî bi salan û mehan berhemeke wisa derxistiye, wê bêhempa dibîne. Li gorî wî rexne berhemê sosret dike û ji çavên girseya xwendevanan dixe, piçûk dike. Belkî heqê rexneyê spasiyek be, malavayiyek be, berginda wê dibe çepera şer, xeta parastina bi dijûn û heqaretan.
Gelek caran rexgirtin bi şûr û rima tê kirin. Bi rastî jî heqaret, lînckirin cihê mebestê digire. Ango çanda rexne û rexnegiriyê pêk nehatiye. Asta têkiliyên merivan yekser nîrê xwe dide ser stûyê rexnegiriyê. Pê re çi dibe? Rexnegir û nivîskar bi şûr û mertalan hev du xwîn dikin, piştre şûr û mertalên wan, ko dibin, ew wan amûrên xwe datînin. Lihevkirineke nenavkirî çêdibe û piştre rexne dimire. Lê cenazeyê rexneyê kes ranake, li ber tav, serma û bagerê bê xwedî dimîne. Bi gotineke herî sivik ve ev ne rexne ye. Ev kuştina rexnê ye.
Rexne û nirxandin ji bo çandekê, zimanekî, wêjeyekê hêmayakî nebe nabe ye. Mebesta wê sererastkirinek e. Dibe giran be, dibe sivik be, rexne ji bo tamîrkirinê ye. Çiqas giran be bila bibe, divê tê de fikrek, antî-tezek, mebestek hebe. Helbet rexne diêşîne, divê biêşîne jî. Divê helwesta li hember rexneyê jî waqur be, êrîşan nehewîne.
Şalûsî ne rexne ye, ne nirxandin e; xapandin e
Hin derdor bi sîparîşan karên xwe dikin. Ji bo xatiran, ji bo nemana bin qenciyeke derveyî nivîsarê, ji bo nas û dostiyê pesndariyên bi gildîn, şelafî û şalûsî derdikevine pêş. Weşanxaneyek pirtûkeke navdarekî dişîne yekî re, dibêje pêşgotinekî binivîse. Daxwaz bi pesn û şalûsiyan ve tê sosretkirin. Nas û dostek dibêje heval an dostekî çend gotinan ser pirtûka min binivîse, heman tişt derdikeve pêş me. Bi rastî pirtûk nirxandineke erenî û pesnekî heq bike jî şelafî û şalûsî rê li ber pesinandin û nirxandike watedar digire. Aliyê din jî şelafiya bo berhemên qels dest dide ku nivîskar xwe bixapîne, xwe têr û bes bibîne, bo pêşdaçûne nekeve hewldanekê. Di destê nivîskarê riya xwe şaş kirî û ketî riya nivîskariyê de dibe mertalekî nixumandina qelsiyê. Nivîskar nikare xwe nas bike, kêmasiyên xwe bibîne. Di wêjeya kurdî de berhemên baş û xirab tev li hev dibin, asta wan nayê zanîn.
Di qada rexne û rexnegiriyê de xaleke girîng jî ev e; parastvanê rexnegir û rexneliseran hene. Li gorî rastiyan na, li gorî alîgiriyê dibin pişgirê rexnegir û rexneliseran. Rêgez û pîvan di bin piyan de pêpes dibin. Gelek caran nîqaş derketine, wekî maça futbolê piştgir û dijber jî derketine, parastina koma xwe kirine. Pê re rastî li bin piyan çûne.
Grûbeke din jî heye li gorî berjewendiyên madî dibin berdevkên hin kesan. Li ser navên wan rexne dikin, diparêzin û nûneriyê dikin. Beleheq kesan berz dikin, nivîskarên bênav dibiriqînin, dajone nava borsa û piyaseya qaşo nivîskariyê. Hûn berhemeke wisa bixwînin, nav navê nivîskarê li ser e lê hin kesên piştperdeyê ew nivîskar û ew pirtûk biriqandine. Bi vê koma dawî re ne exlaq, ne pîvan, ne jî, prensîb hene. Şêwirmendên bêpîvaniyê ne. Tenê mirin û kuştina rexne û rexnegiriyê nîn e. Kuştin û mirina exlaqê nivîsarê û nivîskariyê ye jî. Qada nivîsarê gelek kes dîtine ku li ser maseya araqê rol parve kirine û bo bursekî yan bo berjewendiyeke takekesî bi qedera kesên bê guneh ên nivîskar an rexnegir re lîstine.
Dawiya dawî ez wiha difikirim: Kesê bixwaze pêş ve biçe, biafirîne, ji serdema xwe re bibe bersiva berhemên pêşerojê, derd û kulên civaka xwe bi riya mêjî û pênûsa xwe mayînde bike ji rexneyê sûd werdigire, jê natirse. Her wiha ji rexnegiyê jî natirse. Ji ber ku xema wî pêşveçûna çand û wêjeya welatê wî ye. Rexne ji bo wî av e, xwarin e, hewa ye. Dikare bi hêsanî ji sînorên welatê xwe derbas bibe, bibe malê daneheva cîhanê.
Nêrîneke wiha wê riya wêje û çanda kurdî rewan bike.
***
Nivîsên Yaşar Eroglu yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di axaftina zimanê kurdî de cihê dest û dev
- Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî û çend gotin
- Ergatîvîte, pirzimarî û problemên kirdeyan
- Hevoksaziya lêkêrên gerguhêz û negerguhêz
- Hin şaşiyên ziman ên Hînkera Enstîtuya Kurdî