Diyarname
Li Tirkiyeyê meseleya bi hev re jiyînê piştî şerê li bajarên kurdan êdî meseleya nîqaşê ye. Kovara du mehane Tîrojê di hejmara xwe ya nû de ev mesele girtiye dest.
Tîroj du mehan carekê bi kurdî û tirkî derdikeve. Kovarê hejmara xwe ya 78'an a rêbendan-reşemiya 2016'an pêşkêşî xwendevanên xwe kiriye.
Kovar ku di her hejmarê de dosyayek amade kiriye di vê hejmarê de bi sernavê "Ligel hev jiyîn, lê çawa?" amade kiriye û mijara ku ev dema dawî tê nîqaşkirin girtiye dest. Li ser meseleyê Ferda Koç, M.Ender Ondeş, Tarik Ziya Ekinci, Amed Dicle, Mahmut Togrul, Nil Mutluer, Ahmet Yaşaroglu bi nivîs û hevpeyvînên ku hatine kirin fikrên xwe anîne ziman. Ji van Tarik Ziya Ekinci bi gotina "Bingeha bi hev re jiyînê demokrasî û hemwelatiya wekhev e", Amed Dîcle jî bi gotina "Biryara bi hev re jiyînê ne li Amedê dê li Stenbolê bê dayîn" helwesta xwe aniye ziman.
Ji nivîsên kurdî Cemil Oguz li ser wênesazê kurd ê ji Silêmaniyê Osman Kader Ahmed bi sernavê "Xêzên komkujiyên il ser kurdan" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Mesûd Serfiraz bi ser navê "'Qantir Za' yan jî TDK'ê ferhenga kurdî çap kir!" li ser ferhenga kurdî-tirkî ya TDK'ê (Saziya Zimanê Tirkî) û Mehmet Çakmak jî li ser pirtûkên ku li zindanê têne nivîsîn bi sernavê "Afirandina li zindanê" nivîsiye.
Ji nivîsên bi tirkî hatine weşandin yek ji yên girîng a Fehim Işik e ku li ser Başûr bi sernavê "Kurdên başûr jî zêde rehet naxuyin" hatiye weşandin.
Meseleya "Li cem kurdan dîplomasî" ku Faik Bulut, Firat Aydinkaya û Fehim Işik di panela li Fûara Pirtûkan axivîbûn de hatiye deşîfrekirin û pêşkêş kirin.
Her wiha Namik Kemal Dinç û Tarik Ziya Ekinci li ser rewşenbîrê kurd Canih Yildirim ku kurtedemek berê wefat kir nivîsên portreyî nivîsîne.
Muge Tuzcuoglu ligel Mehmet Turk li ser pirtûka Li Tirkiyeyê Hîzbûllah axiviye. Faruk Ayyildiz jî ligel Antropolog-nivîskar Adnan Çelik axiviye ku ew dibêje "Nifşek nû hat rewşa pirsgirê guherî" ku bi vê balê dikişîne ser şerê li bajarên kurdan ên van mehên dawî. Ji hevpevyînan Çetoyê Zêdo jî ligel Serkan Birûsk axiviye.
Hakki Ozdal, Şeyhmus Diken, Reşo Ronahî, Îsmaîl Dîndar, Bulent Falakaoglu, Serhat Arslan, Bulent Gedîk, Cîhan Roj, Doç.Dr.Suncem Koçer, Aydin Çubukçu, Brahîmê Farqînî, Semra Zerikî, Ruknettin Gun, Medayin Demirbaş, Aytaç Araz Selçuk, Bariş Avşar bi nivîsên xwe, Turgut Uyar, Eyup Turgay, M.Çiya Mazî, Îlhan Bek, Pelşîn Piling, Alî Aydin Çîçek, Uygur Orhan jî bi helbestên xwe keda xwe xistine nava kovarê.
Ji bo têkilî û daxwazê:
Mail: tirojdergisi@gmail.com
- Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


