Diyarname
Ka em pêşî li nûçeyê binêrin: "Şaredara Nisêbînê ser bi Mêrdinê ve li bakurê Kurdistanê Ayşe Gökhan, beşdarî programekî bû û li ser pirsên siyayî yên di rojevê de axivî." (Çima bi "Ö"ya tirkî ku ev tîp di kurdî de nîn e. Ku malper ÖCALAN wekî "Ocalan" dinivîse ku ev rast e)
Malpera Avestakurd roja 9'ê vê mehê nûçe bi sernavê "Binêrin şaredara Nisêbînê çi dibêje!" ("Ş"ya Şaredar çima biçûk hatiye nivîsîn em nizanin)
Nûçe wisa dom dike: "Ayşe Gökkan, beşdarî televîzyona Stêrk tv bû, û got ku baş bû Kurd nebûn dewlet.
Li ser van gotinên şaredarê (bi xwe ne ji Nisêbînê ye, ji Ruha ye), xelkê Nisêbînê nerazîbûna xwe nîşan dan û xwestin hilbijartin dest pê bikin û li cihê Ayşe Gökkan şaredarekî/e din were hilbijartin."
Belê nûçe wisa ye lê em nizanin nûçeye, yan na. Ka em hin pirsan bikin:
- Kengê beşdarî? Nûçe nabêje. Dibe ku qet beşdar nebûbe jî.
- Beşdarî kîjan bernameya Stêrk TV bû em wê jî nizanin.
- Malper dibêje Şaredar gotiye "Baş bû kurd nebûn dewlet" lê ev gotin nekirine nav neynûkê, dibe ku malperê xwe ber ev peyv nivîsî bin. Yan hema wisa fêm kiribe?
- Gelo Şaredar tenê ev peyv gotin? Peyvên berî vê hevokê û yên piştî vê hevokê çi bûn? Em nizanin. Belkê ev gotinên berî û piştî vê hevokê me îqna (qanih) dikin ji bo vê fikrê...
- Dibêje "XelTê Nisêbînê nerazîbûna xwe nîşan dan"... Xelkê çawa nîşan dan? Daxuyaniya çapemenî dan? Meş li dar xistin? Yan e-mail bi ser şaredariyê de barandin?
Yan jî kî nerazîbûn nîşan da? Ger bi rastî kesek wisa heye, çima navê wî/ê di nûçeyê de nîn e? Gelo dibe ku edîtorê/n malperê xwe kiribe/in cihê şelkê Nisêbînê û wisa nivîsîbin?
- "xwestin hilbijartin dest pê bikin û li cihê Ayşe Gökkan şaredarekî/e din were hilbijartin." Yanê çi? Li cihê Hikumeta Tirkiyeyê de xelkê Nisêbînê xwest hilbijartin dest pê bikin? Ma Tirkiyeyê de gelê Nisêbînê bi rê ve dibe? Gelo kî wisa gotiye?
Û pirsa dawî: Nûçeyek ji sê paragrafên biçûcik pêk bên, li ser çend paragrafên dirêj dikarin bên nivîsandin ku ew nûçe ne tu nûçeye?


