Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) li hemberî UEFA'yê serî tewand û nehişt Fenerbahçe here Lîga Şampiyonan lê Swîsreyê bi gotina UEFA'yê nekir û tîma xwe şand.
Mesele ev e: Li Tirkiye, Yewnanistan, Swisre û helbet li hin welatên din jî meseleya şîkeyê derket holê. Li Tirkiyeyê bêyî ku hê dadgeh biryarê bide TFF'ê li ser daxwaza UEFA'yê pêşî li Fenerbahçe girt û ew neşand Lîga Şampiyonan, di dêvla Fenerbahçe Trabzonspor şand.
Lê Swîsreyê li hemberî gotina EUFA'yê ku got: "Tîma Sionê ji Lîga Ewropayê vekişe" got: "Na, em li benda bi encambûna dozê ne."
Di Lîga Ewropa ya UEFA'yê de tîma Skoçyayê Celtic li hemberî tîma Swîsreyê Sîonê têk çû. Celticê li cem UEFA'yê giliyê Sîonê kir û got: "Reqîbê me di transfera Essam El-Hadary yê misirî de bêisûliyeke kiriye."
UEFA'yê biryar da ku Sion li gor biryara UEFA'yê tevnegeriyane û ji Federasyona Fûtbolê ya Swîsreyê (ASF) ku Sîonê neşîne Lîga Ewropa ya UEFA'yê lê ASF'ê got: "Ev doz niha li cem dadgeriya Swîsreyê ye, heta ku doz bi dawî nebe em nikarin biryareke bigirin." Bi vî rengî Swîsreyê guh neda UEFA'yê.