15 hezar û 505 nûçe li ser Dicle hatin çêkirin
Stenbol
Navenda Þopandina Çapemeniyê (MTM) diyar kir ku di meha pûþperê de bûyera herî zêde li ser hatina axaftin û di çapemeniyê de cih girtiye bûyera mebûsiya Hatip Dicle bûye. MTM (Medya Takip Merkezî - Navenda Þopandiya Çapemeniyê) ku her meh li ser çapemeniyê lêkolînê dike diyar kir ku di meha pûþperê de herî zêde Dicle di çapemeniyê de cih girtiye û li ser wî bi giþti 15 hezar û 505 nûçe hatin çêkirin.
MTM her meh li ser nêzî 2 hezar rojname, kovar, kanalên televîzyonan û malperên nûçeyan ên li Tirkiyeyê lêkolînê dike. Li gor vê lêkolînê meha borî herî zêde mijara hilbijartinê, encamên wê û pêþketinên piþtî wê cih girtine.
Di vê encamê de derket holê ku herî zêde jî Hatip Dicle di nûçeyan de cih girtiye. Her wiha MTM'ê diyar kir ku meha borî li gor meha gulanê sedî 56 hejmara nûçeyan zêde bûye.