Ev nûçe tê nûkirin...
19.00: Mebûsên Ewropayê xwestin cezayê aborî li Tirkiyeyê bê birîn
Endamên Parlemena Ewropayê (PE) ji ber êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojava xwestin firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin û cezayê aboriyê li Tirkiyeyê bê birîn.
Cîgera Serokê YE'yê Katarina Barley roja çarşemî li Strasbourgê axivî û got ku divê YE (Yekîtiya Ewropayê) bersiveke xurt bide Tirkiyeyê.
Cîgira Serokê Delegasyona Tirkiyeyê ya PE'yê Ozlem Alev Demirel got ku divê êrîşa Tirkiyeyê bê şermezar kirin û bazirganiya ligel Tirkiyeyê bê rawestandin.
Ji Partiya Keskan Sergey Lagodinsky jî diyar kir ku sûcê PE'yê ye û got: "Li vê herêmê di warê hilgirtina berpirsiyariyê de em bi ser neketin."
18.30: Washingtonê pêşniyara Almanya ya herêma ewle erê kir
Ruetersê ragihand, DYA`yê bi baldarî pêşniyara Almanya ya avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê erê kir û banga lêpirsîna gumana pêkanîna sûcên şer di êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê de kir.
Du roj berê Almanyayê pêşniyar kiribû ku herêmeke ewle li Bakurê Sûriyê bê avakirin ku sivîl û koçber bêne parastinê û mîsogeriya şerê dijî DAIŞ'ê dewam bike. Li ser vê yekê Nûnera DYA'yê yê NATO'yê Kay Bailey Hutchison got: "Washington pêşinyara Berlînê di cih de dibîne û erê dike."
Vê pêncşem û înê dê wezîrên parastinê yên dewletan ên endamên NATO'yê li hev bicin. Şêwirmenda DYA'yê xwest di vê civînê de lêpirsîna sûcên şer ên Tirkiyeyê bêne nîqaşkirin.
18.00: Jeffrey: Ji ber êrîşa Tirkiyeyê 100 DAIŞ'î reviyan
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê ê DYA'yê James Jeffrey ji bo AFP'ê axivî û got ku piştî êrîşa Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dor 100 DAIŞ'î ji girtîgehan reviyane.
17.00: Leşkerên rus ên polîs hatin Rojava
Hat ragihandrin ku leşkerên rus ên polîs ku girêdayî Wezreta Parastina Rusyayê ne ji bo karên dewriyeyê pêk bînin gihîştin Rojava.
Televîzyona dewletê ya Rusyayê ragihand ku yekîne li bakurê rojhilatê Minbicê li herêmek bi cih bûne.
Li gor çavkaniyên kurdan jî yekîneya Rus li Kobanî dest bi dewriyeyê kiriye.
14.00: Kurdekî rojava li Cenevreyê agir ber da bedena xwe
Kurdekî ji Rojava li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî agir ber da bedena xwe. Li gor nûçeyan kesê agir ber daye bedena xwe 31 salî ye û piştî bûyerê ew rakirine klînîkeke taybet Brandopfer ku 60 kîlometre dûrî Cenevreyê ye.
Berdevkê polîsan ragihandiye ku sedema çalakiyê hê nayê zanîn. Her wiha berdevkê polîsan gotiye ku çalakvan li Almanyayê dijî lê ew nizanin ji ekngê de li wir dijî.
Di vê navberê de ANF'ê nûçeyek weşand û diyar kir ku navê kesê çalakî pêk aniye Alî Wazîr e û wî ji bo Rojava çalakî pêkaniye. Nûçe radigihîne ku malbata wî wisa gotiye: "Êvara berê wî li mal gotiye çima Neteweyên Yekbûyî bêdeng maye. Me kir ku wî aram bikin. Me qet texmîn nedikir dê çalakiyek wisa pêkbîne."
Her wiha hat gotin ku sedî 80'ê laşê wî şewitiye û talûkeya jiyanê heye. (Ev agahî paşê li nûçeyê hatiye zêdekirin)
13.00: NATO: Li Sûriyeyê pêdivî bi çareseriya siyasî heye
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg berî civîna WeZîrên Parastinê yên NATO'yê ji bo çapemenî axivî û li ser civîna Soçiyê sekinî. Stoltenberg got ku li Sûriyeyê pêdivÎ bi çareseriyeke siyasî ya lezgîn heye.
Li ser civîna Çosiyê got ku ji bo şiroveyê hê zû ye.
11.00: NY: 176 hezar kesî koç kir
Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser rewşa sivîlan a ji êrîşa Tirkiyeyê hin agahî belav kirin. Li gor Berdevkê NY'yê Stephane Dujarric di encama şerê li Rojava de 80 hezar jê zarok li dor 178 hezar sivîl ji cihê xwe bûne û koç kirine.
Dujarric dibêje di heman demê de binesaziya herêmê zirar dîtiye, xetên elektrîkê jî zirar dîtine û her wiha şerî bandor li çar nexweşxane jî kiriye.
10.00: Ehmed xwest qedexeya firîna balafiran bê dayîn
Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed piştî civîna çapemeniyê ya bi parlamenterên Demokrat û Komarparêz ê Di Kongreya DYA'yê got ku wan xwestiye DYA biryara qedexeya firîna balafiran bide.
Di civînê de Lindsey Graham û Chris Van Hollen jî hebûn.
Ehmed diyar kir ku endamên kongreyê yên ku bi wan re civiya, îşaret bi girîngiya qedexeya firîna balafiran û ferzkirina cezayan ser Tirkiyê kirin, da ku wê neçar bikin kiryarên qirkirina etnîkî derheqê gelê kurd de û guhertina demografiya li xaka Sûriyê rawestîne.
Serokdewletê DYA'yê Donald Trump xwestibû General Mazlûm Kobanî here DYA'yê lê wî gotibû di dema şer de ew nikare here û ji dêvla wî ve Ehmed wekî nûner çûbû DYA'yê.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Tiştên ji Soçî derketin, xalên daxuyaniyê (Roja 14'an)
- Siyasetmedarê alman: Bila leşkerên Ewropayê herin Rojava
- Wezîrê Alman: Operasyona Tirkiyeyê ne meşrû ye (Roja 13'an)
- Ciwan Haco bangî hunermendên dinyayê kir
- Meclisa Almanyayê: Operasyona Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye
- Di vê fotoyê de HDP'yî li ku ne?
- McGurk: Peymana Erdogan û Trump li ser 450x32 kîlometre ye (nûçeyên roja 12'an)
- Temaşevanên St. Pauli deng dan Rojava (roja 11'an)
- Sedî 91'ê almanan dixwazin ambargo bidin ser Tirkiyeyê
- Hunermendên kurd bang kirin: Bibin yek
- Serokomarê Çekyayê: Kurd ne terorîst in (roja 10'an)
- Vane notên dawî yên li ser Rojava (roja 9'an)
- Volkswagenê jî biryara xwe guhart
- Wezîrê Îtalyayê: Fînala Lîga Şampiyonan bila ne li Tirkiyeyê be
- Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê (roja 7'an)
- Buldan: We nava xwe de çi aştî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye
- Trumpî tiştên ku dê bike eşkere kir
- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an)
- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze
- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje
- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir
- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan)
- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine
- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin