STENBOL
TGS astengî û pêkanînên mafên xebatkarên çapemeniyê yên ku ji ser sînorê Kobanî û Pirsûsê nûçeyan radigihînin ragihand raya giştî. Li gor TGS'ê hêzên dewleta tirk zorê li endamên çapemeniyê dikin.
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) pêkutiyên ku ev 8 roj in li hemberî rojnameger û nûçegihanên di navbera Pirsûs û Kobanî de dixebitin ji bo giştî eşkere kir.
TGS’ê êrîş û astengiyên li hemberî çapemeniyê şermezar kir û wiha got: “Polîs li hemberî welatiyên ji bo tevlî berxwedana Kobanî bibin ku di sînorê Tirkiye û Sûriye re derbas zorê pêk tîne; heman polîsên ku şîdetê bi kar tînin xebatkarên çapemeniyê jî dikin hedef, pêşî li wezîfeya wan digirin û nahêlin ew karê xwe bikin."
TGS’ê astengî û zehmetiyên li pêşberî endamên çapemeniyê bi vî awayî ragihand.
- Leşkerên ku wesayîta weşana zindî ya TV 10 rawestandin hewldan rojnameger Turabî Kîşîn binçav bikin. Hevpîşeyên me nerazîbûn nîşan da û destûr nedan ew bên binçavkirin. Lê belê wesayîta weşana zindî ya TV 10 ji avê zirar dît.
- Polîsên ku di wesayîtên zirxî de hempişeyên me yên xebatkarên DÎHA tehdît kirin, di wesayîtan de anonsên "DÎHA nereve dema em bên gel te em ê nîşanî te bidin" kirin.
- Nûçegihana rojnameya Ozgur Gelecek Rûken Derya Çelîk li ser sînorê Kobanê hat binçavkirin.
- Polîsên ku dijûn li nûçegihanê Gun TV kirin, êrîşa fîzîkî li hember rojnamegeran pêk anîn û bi gotina "em ê we hemûyan bikujin" ew tehdît kirin.
- Nûçegihanê Hurriyetê ji ber bombeya gazê ya li lingê wî ket birîndar bû.
- Televîzyona weşana zindî ya IMC TV bû hedefa bombeyên gazê û zerar dît.
TGS’ê diyar kir ku ev êrîş mafê nûçergirtina gel asteng dikin û ev yek li gotinên xwe zêde kir. “Ji bo nûçegîhan wezîfeya xwe bikin em bang li raya giştî dikin ku berteka xwe nîşan bidin û em bang li rayedaran dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabin.”
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ji Kobanî û ser sînor notên roja 25'ê mehê
- Serokên partiyên çepgir li ser sînorê Kobanî ne
- Partî û rêxistinên Amedê banga seferberiyê kirin
- Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Kobanî meşiya
- Ji bo Kobanî bang li endamên tenduristiyê hat kirin
- Aldar Xelîl bang li hêzên Başûr kir
- Mebûsên HDP'ê li sînor dest bi çalakiya rûniştinê kirin
- Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye
- Mebûsa kurd ji Serokwezîrê tirk meseleya bi trênê çekbirina ji bo DAIŞ'ê pirsî
- Mebûsên kurd li ber NY'ê dikevin gireva birçîbûnê
- Turk: ‘Kobanî berxwe dide kesê piştgirî nede dijmin e’
- Demirtaş: Roj roja rûmetê, roja parastina pêşerojê ye
- Şer li kîjan aliyê Kobanî didome?
- KNK’ê ji bo Kobanî bangelek lezgîn kir
- Bi fuzeyan êrîşê navenda Kobanî kirin