Diyarname
Yekîtiya Xwendekarên Zanista Aborî û Bazirganî ya Navneteweyî (AIESEC) di malpera xwe de nexşeya dinyayê diweşînin lê nexşeya Tirkiyeyê jê birin.
Di malperê de dema tê ser nexşeyê gotina nexşeya dinyayê ya 2014'an derdikeve. Ji 2014'an ve ev nexşe li malperê ye û ji wê demê de Tirkiye jê birine. Heta niha kesî tiştek negotiye.
AIESEC ji sala 1954'an de li Tirkiyeyê jî xebatê dike. Ev sazî ji bo xwendekarên diçin dereveyî welatê lê dijî alîkariya wan dike.
Dîrektorê Têkiliyên Gel ê AIESEC yê Dinyayê Joaquim Sanvectores got ku di kurtedemê de ew dê vê xetayê rast bikin.
Continental jî jê biribû
Kompaniya lastîkên erebeyan a alman Continental ku ligel gelek welatan li Tirkiyeyê jî lastîkan difroşe hefteyek berê di nexşeya ku weşxand de Tirkiye jêbir.
Continentalê ji bo reklamê fîlm amade kir û têde nexşeya ku lê lastîkan difroşe çêkir. Di reklamê de nexşeya dinyayê ku têde lastîkan difroşe bi cih kir, lê Tirkiye jê bir. Di nexşeyê de tê dîtin ku Kibris li cihê xwe ye lê Tirkiye jê birine.


