Diyarname
Hunermendên kurd ji bo piştgiriya Rojava vê yekşemê li Stenbolê dê daxuyaniyeke bidin û herin ser sînorê Rojava.
Di nav hunermendên ku daxuyanî dan de hunermendên wekî Ferhat Tunç, Servet Kocakaya, Ahmet Aslan, Suavi, Grup Vardiya, Grup Munzur, hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), ARZELA, MED-DER jî hene. Li gor daxuyaniya ku ji NÇM'ê hate belavkirin wisa hate gotin: "Em hunermendên ku li jêr navên wan rêz kirinî e ji bo em wehşeta li ber çavên dinyayê çê dibe û ji bo êrîşa li Rojava şermezar bikin emê herin ser sînor."
Li gor daxuyaniyê 13'yê mehê saet 19.00'an de li ber Lîseya Galatasaray a Beyogluya Stenbolê dê hunermend daxuyanî bidin û ji wir siwarê erebeyan bibin û herin ser sînorê Rojava.
Van hunermend û koman şanenava xwe avêtiye bin daxuyaniyê: NÇM, ARZELA, MED-DER, Rûgeş Kirici, Serhat Kural, Kazim Oz, Nurcan Degirmenci, Meral Tekçi, Hivda Gokel, Rojda Şenses, Çiya, Genim, Ali Geçimli, Veysi Ermiş, Jêhat, Yeşim Çoşkun, Zelal Gokçe, Harun Ataman, Yusuf Roman, Mesut Med, Erol Berxwedan, Deniz Esmer, Gokhan, Zînê Koçber, Arhat, Mervan Tan, Serhat Kaplan, Nurhak Kulagoz, Ruşen Filiztek, Ferit Elalmiş, Ruken Yilmaz, İdris Demir, Pınar Turun, Grup Munzur, Grup İsyan Ateşi, Emege Ezgi, Grup Vardiya, Yasemin Goksu, Ferhat Tunç, Haluk Tolga İlhan, Hasan Ali, Erdogan Emir, Ali Baran, Servet Kocakaya, Taylan Yildiz, Destar Tiyatro, Pinar Aydinlar, Derya Karadaş, Kardeş Turkuler, Huseyin Karabey, Sedat Yilmaz, Ozcan Alper, Yusuf Çetin, Nazmi Kirik, Suavi, Tiyatro Avesta, Şanoya Seyr-i Mesel, Ozlem Baglayan, Nesimi Aday, Fadil Ozturk, Hasan Ali, Ahmet Aslan.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Ji bo Kobanê li Amedê banga seferberiyê hate kirin
- Şaredar û Mebûsên kurd li ser sînorê Kobanê ne
- Ahmet Turk: Eger ez ciwan bama ezê biçûma Kobanê minê şer bikira
- Xelîl Osman: Civandina Kongreya Netewî pêwîstiya herî mezin e
- Mebûs û Şaredarên HDP û BDP'ê ji bo Kobanê diçin Pirsûsê
- Ji KNK'ê banga xwedîderketina li Kobanê
- 'Li Kobanî bi sedhezaran kes bêne kuştin wê wijdana Barzanî jî pê biêşe'
- Salih Muslim: ‘Kobanî têk biçe dê vîna kurd bişkê'
- Pêşverû û Yekîtî: Em ji bo parastina Kobanê amade ne
- Kordînasyona kantonên Rojava tevlî serferberiya Kobanê bû
- Hikumeta Kobanê seferberî îlan kir


