Diyarname
AKP ku dixwaze şaredariya Dêrsimê ji destê DTP'ê bigire berendamê xwe eşkere kir.
Serokwezîr û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdoğan berendamên xwe yên şaredariyê yên bajarên kurdan Agirî û Dêrsimê eşkere kir. AKP ku di vê hilbijartinê de gelek girîngî dide Dêrsimê û dixwaze wê derê ji destê DTP'ê bigire berendamê xwe yê şaredariyê eşkere kir. Berendamê AKP'ê yê Dêrsimê Cihan Açikgoz e. Dêrsim niha di destê DTP'ê de ye û şaredar Songul Erol Abdil e ku li Tirkiyeyê di nav bajaran de tekane şaredara jin e. DTP'ê di vê hilbijartinê de jî dê jineke wekî berendam nîşan bide û navê Edibe Şahin derbas dibe.
Her wiha berendamê şaredariyê yê AKP'ê yê Agiriyê jî Hasan Aslan e. Aslan heta niha Serokê AKP'a Agirî bû.
Şaredarê Agirî yê niha ji AKP'ê Ekrem Aktaş e, AKP'ê Aktaş careke din berendam nîşan neda.
Di hilbijartina 2004'an de AKP'ê 10 hezar û 124 deng, SHP (bi îtîfaka DTP'ê re) 6 hezar deng girtibû.