logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ji bo 9 saliya Diyarnameyê hin not

9 salên me temam bûn. Di vê salvegera Diyarnameyê de hin not...

  • Dîrok: 21/04/2014
  • Beş: Serbest

Diyarname

9 salên me temam bûn. Di vê salvegera Diyarnameyê de hin not...

Di 21.04.2005'an de me dest bi weşana xwe kir. Ji wê rojê heta îro heta ji me hat me kir ku em xizmetê ji bo yên dikarin kurdî bixwînin bikin.

Em kir ku em bibin pencereyeke ji bo xwendevanên me tiştinên nû, balkêş û girîng jê bibînin.

Me kir em bibin dengê we, dengê xwe, dengê zimanê kurdî.

Di van 9 salan de bi zimanê xwe me kir ku em xeta rojnamegeriya kurdî ku Mîqdad Mîdhed Bedirxan sala 1898'an de dabû dest pê kirin bidomînin.

Di van 9 salan de miheqeq kêmasiyên me çêbûne, lê heta ji me hat me kir ku tiştinên xweş û baş bikin. Ger hebe kêmasiyek me di vê salvegerê de em lêborîna xwe dixwazin. Ger hebe kêmasiyeke me em li benda pişniyar û hişyariya we ne.

Em hêvî dikin hê gelek salên din emê bi hev re bin û emê bikaribin bi zimanê rojnamegerî xebata xwe, xizmeta xwe bidomînin.

***

Û hin notên din:

- Em careke din bi bîra weşanger û nivîskarên kurd dixin: Berhemên we negihîjin ber destên me em nûçeyê li ser çênakin bila kes nexeyide.

Ev yek ji bo produktorên kurd jî derbas dibe ku albumên kurdî derdixin.

- Di warê nûçeyan de carinan agahiya me ji tiştan çênabe, hûn me agahdar bikin heta ji me bê emê nûçeyên we bişopînin û li ser tiştinan binivîsin.

- Heta niha gelek kes hene ku yekem nivîsa wan di Diyarnameyê de derketiye û paşê pêre pêre nivîsên wan li cihên din hatine weşandin û niha wekî nivîskar li piyaseyê ne. Em kêfxweş in ku me xizmeteke wisa ji bo wan kiriye. Ji bilî van çend hevalên me hebûn ku carinan bi wergera xwe ked didan Diyarnameyê. Em careke din bibîra wan dixin ku werger kareke muhîm e û Diyarname jî li benda xebata we ye.

- Bi taybetî em ji hevalên xwe yên bi zimanên biyanî dizanin dixwazin tiştên li ser kurdan di çapemeniya biyanî de hebe ji bo me wergerînin û bişînin.

- Gotineke ji bo kirmanckî (zazakî)... Heta niha di vî warî de gelek kêmasiyên me çêbûn, emê bikin ku vê kêmasiya xwe hinek sererast bikin. Hevalê me Mahmûd Nêşite di vî warî de quncikê xwe dinivîse. Hin hevalên din jî me ji wan re gotiye, kesên din hebin ku di vî warî de binivîsin em amade ne bi hev re li ser biaxivin.

- Ji roja me rûyê Diyarnameyê guhart beşa ÎRO ÇI QEWIMÎ? jî me lê zêde kir. Di vê beşê de her roj agahiyên dîrokî yên li ser kurdan û li ser dinyayê cih digirin. Çawa ku em qala bûyîn û mirina nivîskarên biyanî, navdarên biyanî dikin, em dixwazin yên kurd jî têde cih bigirin. Mînak rojbûna nivîskarên kurd ên dijîn. Heta niha me hin lê bar kirin, lê hin nivîskarên kurd em nizanin çi rojî hatine dinê. Mimkûn e ew bi xwe jî nizanibin, lê nivîskar/rojnameger/derhêner/muzîkarên (her cure hunermend) ku bi rojbûna xwe bizanibin hebin (bi taybetî em qala yên berhemên wan hebin) ji bo me bişînin emê li gor wê rojê di vê beşê de bi cih bikin.

Û tiştên hatin bîra we, tiştên hûn bipirsin hebin, em li vir in...

***

Diyarname malpereke serbixwe ye û li ser rêgezên rojnamegeriyê xebata xwe didomîne.. Diyarname ne girêdayî tu partî, rêxistin an derdorî ye. Heta îro ji bo Diyarnameyê me qiruşek jî ji kes, partî, rêxistinê negirtiye. Dil ew e kurd hînê reklaman bibin û bi reklamê xwe piştgirî bidin me. Hebe emê kêfxweş bibin. Lê nebe jî ne xem e, Diyarname dê bidome.

***

Di vê salvegera Diyarnameyê de gorbihuşt Arjen Arî jî têde gelek kesî wekî qunciknivîskar ji bo Diyarnameyê nivîsî, hin heval hê jî vê xebata xwe didomînin. Em sipasiya wan hemûyan dikin.

Her wiha sipasiyeke jî ji bo endamên Lijneya Şêwirmendiyê ya Diyarnameyê Dawûd Rêbiwar, Helîm Yûsiv, Cîhan Roj û Zekî Ozmen; helbet sipasiyeke jî ji bo web designê Mehmet Dîmen.

***

Heta niha me bi 10 hezaran nûçe, nivîs û wêne weşandin. Em her roj nûçe, nivîs û fotoyên nû pêşkêşî we  dikin. Em hêvî dikin emê bikaribin hê bi dehan hezarên din nûçe, nivîs û fotoyan pêşkêşî we bikin...

*** 

 

Ji bo têkilî hûn dikarin mail bişînin ser vê navnîşanê: diyarname@diyarname.com Yan jî bi edîtor an endamên Lijneya Weşanê re bikevin têkiliyên.

 


Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Êrîşê rojnameya Yenîçag kirin

ad

Şaredar Sadak jî têde nêzî 80'ê kesî hatin binçavkirin

ad

Tariya jiyanê ji mirinê mezintir û bi xoftir bû

ad

Mîhrîcana Tetwanê tê

ad

Weqfa Mezopotamya: Piştî 'Rêbera Rastnivîsînê' Emê du kovaran jî derxin

ad

Turkdogan: Bila gavek zûtir Kuday bê berdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname