Diyarname
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îro şêwekarê kurd Zuhêr Hesîb bi xelata hunerî "Xelata Afirandinê" xelat kir.
HRRK ku di sala 2004'an de li Ewropa ji aliyê gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd ve wekî saziyeke sivîl hat avakirin, piştî Şoreşa Rojava vegeriya welat û navenda xwe bir Qamişlo. Niha ligel Qamişlo li Başûr û li Ewropayê jî şaxên wê hene. Li Başûr, Ewropa û Qamişlo van salên dawî her çalakiyên hunerî jî li dar dixe. HRRK'ê niha xebatek din li kar û barên xwe zêde kir: Dayîna Xelata Afirandinê. Xelata ku hatiye dayîn ji aliyê navendê ve hatiye diyarkirin û dayîn. HRRK ji niha û pêde dê her sal vê xelatê bide kesek afirîner. HRRK'ê îsal şêwekarê kurd Zuhêr Hesîb ji ber xebatên wî hilbijart û li navenda xwe ya li Qamişlo "Xelata Afirandinê" da wî.
Şêwekar Zuhêr Hesîb li bajarê Hesekê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya bilind ya hunerê li Zanîngeha Şamê qedandiye û niha jî karê xwe yê hunerî li Şamê didomîne. Ew endamê Yekîtiya Şêwekarên Sûriyê ye.
Hesîb ji sala 1980 û heta niha beşdarî bi dehên pêshangehan bûye ku yek ji navdartirîn şêwekarên kurd e li Rojava û li Sûriyeyê.
Wekî ku tê naskirin, şêwekarên kurd di nav hunera şêwekariya Sûriyê de xwedî şêweyeke taybet in. Zuhêr Hesîb jî, yek ji wan ên ku beşdarî sazkirina vî şêweyê taybet yê şêwekariyê bûye ye. Ji ber vê jî HRRK'ê îsal ew hêjayî xelata afirandinê dît.