Dilawer Zeraq
Nivîs, ji darika xwe ve karekî bêhenek e. Nivîskarî jî ‘karek’ e; kesê ku ev kar li xwe kiriye mijûliyeke jênebor û sedema “heyînê”, ji gelek tiÅŸtan bêminet e. Nivîskar, li gorî etîka xwe, eÅŸwaniya xwe ava dike.* Ev eÅŸwaniya ku arizî nivîskar e, sekna li hemberî nivîsê; awir û lênêrîna li qewaman û sekna nivîskar a li hemberî jiyanê, diyar dike û ev diyarbûn, azadiyeke bêhevta dide nivîskar û kurm û kirasê nivîskar jî li gorî vê azadiyê dirûv dide xwe.
***
Çendî wî alî, nûçeyek li ser navê BasNews (Hewlêr) belav bû; di nûçeyê de dihat gotin ku ‘wezareta çand û xortan a hikumeta baÅŸûr a herêmî, ji 4080 serîlêdanan, serîlêdana 694 nivîskaran qebûl kiriye ku ew têkevin nav ‘têbara (sindoqa) nivîskar-hunermendan.’ Her wiha ‘nivîskarî û hunermendiya fermî’ jî mohr kiriye û piÅŸtre hatiye gotin ku ew ê 3200 $ bidin her nivîskar-hunermenda/ê ku navê wî/ê di lîsteyê de ye.
Ev yek, her çi qas bi niyeteke pak û ji bo qîmetdayîna nivîskaran hatibe kirin jî, ji bo nivîskarekî/ê ‘xwedîeÅŸwanî’, tiÅŸtekî rûmetÅŸikên û ji bo nivîskariya ku sedem û etîka wê hatiye danîn jî, kêmxistinek e û ev yek, bi lêkirineke kirasekî fermî tê pêkanîn.
***
Azadiya bêhevta, tu carî prîmê nade van kirinan; loma jî “nivîskariya xwedî rastîne”, birçî jî bimîne, ji nav civata xwe bê dûrxistin jî, reaksiyonên nebaÅŸ û hiÅŸk jî lê bê nîÅŸandan jî; li gorî etîka eÅŸwaniya xwe tevdigere û xwe nade ber van kirinan û nabe alava pêkanînên bi vî rengî.
Her wiha, ger desthilatdariyek, bi çi awayî û bi çi niyet û daxwazê dibe bila bibe, bixwaze rûmet û qîmetê bide nivîskaran, hewce ye rê û rêbazên dîtir hilbijêre.
***
Çi ne ev rêbaz?
Rêbaza bandortir handana xwendinê ye; ku ev jî bi alavên desthilatdariyê tê kirin da ku welatî berê xwe bidin xwendinê ji bo ku nivîskar bi telîfa xwe karibe, debara xwe bike û nivîskariya xwe bidomîne.
Rêbaza dîtir jî ew e ku, bêyî mêzgiriyê (torpîl) bike, ji bo bixelatkirina nivîskaran ‘xelatên rûmetê’ deyne.
Loma jî, gava kesekî, ji bo ku nivîskariya wî/ê bê qebûlkirin, li benda mohra desthilatê bimîne, ew kes di serî de, pênûsa xwe pûç dike û kirasê ku lê nayê, li nivîsa xwe dike.
Ew kes çi jî bike, ev kiras li nivîs û nivîskariyê nayê.
Ji ber ku kincê nivîs nivîskariyê ‘serbest’ e û ‘qrawata fermî’ jî li ser kincê serbest, beloq dimîne.
*EÅŸwan: Parrhesia (bi Lat.): Ji bo kesên ku rastiyê nebêjin nikarin bijîn tê gotin.
EÅŸwan (Parrhesiastes) ji bo wan kesên ku; tevî bilêvkirina rastîneyê (heqîqetê) rîsk û xetere di xwe de dihewînin jî, xwe ji gotina rastîneyê nadin alî û gotinên wan derdorên têkildar aciz dike, tê bikaranîn.
(Jêgirî: www.netkurd.com/gotar_bixwine.asp?id=1701&yazid=145-13 Tîrmeh 2008 -ZerdeÅŸt, armanca jiyanê ÅŸadimanî ye. Felekeddin Kakeyî. EÅŸwan: yên rastgo)
2013-12-12, Azadiya Welat