Qamişlo
6'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol ku roja 27'ê mehê dest pê kiribû didome. Êvara 30'ê mehê lîstika "Berf jî diêşe" hat lîstin.
Lîstikên mîhrîcanê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo têne lîstin.
Mîhrîcan heta 2'yê avrêlê didome û her roj semînerek li ser şanoyê li dar dikeve û du lîstik têne lîstin.
Semînera îro ji aliyê nivîskar û derhêner Beşîr Mela Newaf ve hat bi rê ve birin. Newfa qala dîroka şanoyê û bandora wê kir.
Paşê listîka "Berf jî diêşê" hate lîstin. Lîstika Koma Hîlala Zêrîn a Jinan ji aliyê Sarya Gulan ve hatiye nivîsandin. Metîn Ewr û Sara Gulan derhêneriya şanoyê kiriye.
Piştî vê vê carê lîstika "Hejar li rastiyê digerin" ya nivîskar Mistefa El Helac hate lîstin. Derhêneriya vê lîstikê jî Ehmed Şihade kiribû. Di vê lîstikê de 10 lîstikvanên Koma Şanoyê ya Navenda Çandî ya Minbicê lîstin.


