Diyarname
Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem a Agriyê Huseyin Bayram ku nêzî 5 sal in nûneriya Ajansa Anatoliyê (AA) ya Agiriyê dike ji peywira xwe îstîfa kir. Bayram got ku ji ber 'zordariya siyasî' dest ji karê xwe berdaye.
Bayram got ku ewê karê xwe di ajansên neteweyî û rojnameyên herêmî de bidomîne û ev yek lê zêde kir: "Mebûsê Ak Partî yê Agirî Cemal Kaya û koma wî gelek caran li Midûriyeta Giştî ya AA'yê geriyane, gotin avêtine ser min, kirine ku min ji kar bigirin. Ji ber ku AA saziya fermî ya Komara Tirkiyeyê ye Kaya ku hukimet di dest de ye mixabin dev ji karê xwe berdaye û kevî koma xwe li dijî min xebat kiriye."
Hate gotin ku Bayram frekansa televîzyoneke herêmî kiriye û heta hefteyekê dê vê televîzyonê li Agiriyê bixe faliyetê.
Ji Medyatava hatiye girtin