Diyarname
Serokê DYA'yê Barack Obama piştî serdana Tirkiyeyê ji nişke ve çû Iraqê. Obama û Talabanî hevdîtinek pêk anîn.
Obama li Iraqê bi Serokwezîrê Iraqê El Malikî û berpirsên leşkerî yên Amerîkayê re hevdîtineke pêk anî. Di hevdîtinê de hate gotin ku DYA'yê dê leşkerên xwe heta 2011'an bi paş ve bikişîne.
Obama, dûre vê êvarê jî bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtineke pêk anî.
Hate gotin ku ji ber ewlehiya serdana Obama a ji bo Iraqê berê nehatiye eşkerekirin.