Diyarname
Di Komîsyona KÎT a Meclisê de Midûrê TRT got: Em bi awayekî wekhev nêzî her sê koman dibin.
Bi vê yekê re TRT'ê diyar kir ku bi awayekî wekhev nêzî Koma Meclisê ya AKP, CHP û MHP'ê dibin lê TRT'ê DTP wekî kom qebûl nekir û bi vê yekê jî di TRT'ê de cih nade DTP'ê. DTP'ê pirsî: Ma em ne kom in?
Nîqaş di komîsyona ku lêçûyînên TRT'ê raçav dike de duh derket holê. Endamên komîsyonê yên CHP'yi berê rexneyan da Midûrê Giştî yê TRT'ê Îbrahîm Şahîn. Şahîn bi awayekî balkêş xwe û TRT parast û ev bersiva ecêb da: "Ez çend caran çûm serdana birêz Denîz Baykal lê ew derneket weşanên me. A rast em bi awayekî wekhev dixwazin mebûsên her sê partiyên me derxin TRT'ê."
Li ser vê yekê mebûsê DTP'ê Nurî Yaman got: "Em koma 4'emîn in di meclisê de em jî dixwazin derkevin weşanê."
Ji Radîkalê hatiye girtin


