Diyarname
Piştî Boris Johnson, Liz Truss li Îngilistanê hat ser kar lê 44 rojan karî li ser kar bimîne. Piştî îstîfaya wê îro li Îngilistanê Partiya Mihafezekar ji bo serokatî hilbjartin çêkir. Rishi Sunak ku di hikumeta Boris Johnsson de Wezîrê Maliyeyê bû ji bo Serokatiya Partiya Mihafezekar hat hilbjartin. Sunak di heman demê de bû Serokwezîrê Îngilistanê.
Li hemberî wî Mordaunt hebû lê çapemeniya îngilîz got ku ji ber divê îmzeya 100 endaman bigire û bibe berendam, nekarî, loma vekişiya. Bi vê awayî serê Sunak ma û bû serokê partiyê.
Bi vê yekê yekemîn car kesekî bi eslê xwe hindî bû Serokwezîrê Îngilistanê. Dîsa piştî 200 salan ew bû kesê herî ciwan ku dibe serokwezîr.
Rishi Sunak kî ye?
Rishi Sunak di sala 1980'yî de li Southamptona Kraliyeta Yekbûyî hatiye dinê. Di sala 2001'ê Lincoln College (2001), di sala 2006'an de Stanford Graduate School of Business xwendiye û temam kiriye.
Di nav lîsteya dewlemendên Îngilistanê de Sunak û jina xwe Akshata Murthy di rêza 222'yan de cih girtin.
Di 13'yê tîrmeha îsal de di nav mebûsan de dengdan çêbûbû, Sunak di nav 8 berendaman de cih girtibû, lê li hemberî Liz Trussê têk Çû. Piştî îstîfaya wê navê Sunak dîsa ket rojevê.
Di sala 2015'an de bû mebûs. Sala 2020'î de bû wezîr. Ji sala 2020'î ve ew Wezîrê maliyeyê bû. Di dema pandemî de ji bo karker ji kar neyên avêtin, biryara piştgiriya meaşan da û bi vê yekê populîteya wî bilind bû.
Berevajî Tussê, ew dibêje "Ji bo birîna bacê niha ne demeke guncan e. Divê hin vê demê baş biqufilin û biryara rast bidin."
Di dema "Brexit"ê de wî jî ji bo welat ji Yekîtiya Ewropayê veqete deng dabû. Ew wekî mebûsê herî dewlemend ê Parlemena Îngilistanê tê zanîn.