Diyarname
Berî civîna NATO'yê ku li Enqereyê rojên 7-8'ê mehê li dar dikeve, li gelek bajaran gelek rojnameger hatin binçavkirin.
Duh li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmir, Kocaelî, Antalya, Dêrsim, Riha, Çanakkale û Bursayê polîsan bi ser malan de girt û gelek akademisyen, hiqûqnas, xwendekar, sendîkager, endamên partiyên siyasî û rojnameger hatin binçavkirin.
Di nav kesên hatin binçavkirin de 3 rojnameger hebûn. Edîtora nûçeyên derve ya T24'ê Buse Sogutlu, edîtora Oda TV Ceren Erdogdu, nûçegîhanê Niha+'ê Abbas Vural jî di van serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Îro Niha+'ê ragihand ku dema binçavkirina nûçegîhanê wan Abbas Vural 4 rojan dirêj kirine û der barê dosyayê de jî "biryara veşarî" heye ku agahiyên li dosyayê nayên belavkirin.
BERFÎN AY JÎ HAT BERDAN
Li aliyê din Berpirsa Karên Nivîsaran a rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay duh li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin. "Biryara qedexeya derketina derveyî welat heye" û rojnameger Ay girtine bin çavan. Rojnameger Berfîn Ay ji duh de binçavkirî ye.
(Rojnameger Berfîn Ay roja 7'ê mehê bi şertê 'kontrola edlî' hat berdan. Ewê her hefte here îmzeyê biden ewlehiyê... Not: Ev agahî piştî rojek li vê nûçeyê hatiye zêdekirin)


