Lawê Mihêreş
Min romana Helîm Yûsiv a bi navê “Wehşê Di Hundirê Min De” xwend. Ji edetan e dema mirov kitêbekê dixwîne mirov binê hevokên muhîm xêz dike, carinan mirov bi wan hevokan re dikene carinan dibişire carinan digirî carinan dihizire, bi gotinek din mirov bi hest û ramanên wan hevokan re tevdigere. Lê di vê kitêbê de wisa xeta û şaşî hebûn dema roman xilas bû min mêze kir ji xeynî çewtiyan û şaşiyan min binê tu hevokekê xêz nekiriye. Hetanî niha ji xeynî vê kitêba Helîm Yûsiv wekî din min kitêbên wî nexwendine, ji ber vê yekê ezê nikaribim qiyasa vê kitêbê bi kitêbên wî yên din re bikim. Lê bi dilrehetî dikarim bibêjim; Çi ji hêla teknîkê de be, çi ji hêla zimên de be, çi ji hêla xweîfadekirinan de be, romanek gelek gelek qels û zeîf e.
Berê ewil divê ku ez bi kurteyî behsa çeşnên vegotinê bikim da ku merama min bi zelalî were fêm kirin, çimkî bingeha romanê li ser vegotina şaş hatiye ava kirin.
Çeşnên vegotinê di roman û hîkayeyan de sê hebin
1) Bergeha Xwedayî: Di vê şêwaza vegotinê de çi tiştê bûbûn çi tiştê ku dê dibin çi jî tiştên ku dê bibin vegoter bi her tiştî dizane, ji ber ku wekî xwedayekî bi her tiştî dizane loma ev nav girtiye, ji xwe li vir vegoter nivîskar bi xwe ye, ji derveyî bûyera dimîne û her tiştî temaşe dike û vedibêje.
2) Bergeha Lehengî: Di vê şêwaza vegotinê de vegoter ji lehengan yek e, dibe ku leheng serheleng be jî dibe hema ji lehengan lehengek be jî. Barê vegotinê hemû li ser pişta vî lehengî ye, lê lehengê ji xeynî tiştên dibîne dibihisîne û dijî nikare tiştekî din bibêje, ev sînor e ji bo vegoter.
3) Bergeha Çavdêrî: Di vê şêwaza vegotinê de vegoter tenê çavdêriyê dike û tiştên bihîstiye bi awayekî bêalî pêşkêş dike, wekî projektor e, agahiyên wî gelek kêm in.
Pirsgirêka Vegotinê û Vegoter
Piştî vê kurteagahkirinê ezê derbasî romanê bibim. Şêweya vegotina vê romanê her çiqas şêweya xwedayî û ya lehengî tevlihev xuya bike jî, gava mirov baş dêhna xwe bidê mirov dê bibîne bi çêşna bergeha lehengî hatiye ava kirin. Lewra lehengê romanê Salar e, tu bala xwe didî vegotinê çi tiştên ku Salar dîtibin çi tiştên nedîtibin û nebihîstibin Salar bi hemûyan dizane, bi terzeke xwedayî haya wî ji hemû tiştî heye. Ezê tenê mînakekê bidim.
“Nediket bala Hemîdoyê ku wê gavê bi çêkirina peykerên serokê nemir re mijûl bû yê ku li ber derî sekiniye, ew bavê min bi xwe ye. Gava Soroyê alîkarê xwe şand ber derî bav û diya min bi hev re derbas bûn, ew bi dîtina wan a ji nişke ve veciniqî. Pêşwaziyek germ ji bo wan kir û derbasî odeya rûniştinê kirin. Hinekî bi vê serdagirtina ji nişke ve tevlihev bibû û xwe ji bîr kiribû ku hoste Aramê ku bi kevokên xwe re mijûl bû agahdar bike…….”(rûpel:109)
Wisa axaftina nav bavê Salar û Hemîdo û hoste Aram dewam dike. Tişta sosret ev e ku; dema vegoter yanî Salar behsa vê guftogoyê bi hûrgulî dike di zindanê de di nav lep û lêpirsînên dewletê de ye. Belê ne tenê di vir de wekî din jî di romanê de tiştên wilo pir in, loma jî hewce bi mînakek din nabînim, kesên ku romanê bixwînin ji xwe dê bibînin. Heta îro em rastî şêwazek bi rengî nehatine, heke Helîm Yûsiv terzeke nû diyarî edebiyata dinyayê kiribe em nizanin.
Pirsgirêka xweîfadekirinê
Bi ya min hemû pirsgirêkên romanê li hêlekê, pirsgirêka xweîfadekirinan li hêlekê, lewra nivîskar carinan hevokên wisa saz dike mirov dibêje qey yekî nû hînî kurdî bûye ye, her çiqas ji ber ku mirov kurd e mirov têbigihîje jî meram çi ye jî, lê li hin deran kurdîtiya mirov pere nake û mirov nizane meqsed û mirazê nivîskêr çi ye. Ezê du heb mînakan ji vana bidim
Mînak 1:
“Bi hestên mirovekî ku noqav bibe û bi avjeniyê nizanibe, wisa bi razîbûneke mezin min posterê serokê yê ku qirêja erdê xwe pê ve girtibû nihêrî.” (r:21)
Min kir û nekir ez tênegihîştim meqseda vê şibandinê çi ye û dixwaze ji me re bêje çi. Helbet derdekî wî li vir heye, wisa ji min re hat ku nikare xwe îfade bike. Mirovê ku noqav bibe û bi avjeniyê nizanibe dê ji çi yê xwe razî be!!
Mînak 2:
“Wisa xuya bû ku salên dirêj yên girtîgehê ne tenê yê girtî dûrî malbata wî, xelk û xizmên wî dihêlin, di heman demê de dikin ku girtî hêdî hêdî dibe mîna kesekî biyanî û bi demê re digihîje wê radeyê ku wî tune dihesibînin.” (r:143)
Li vir xwestiye hevokek dirêj û kompleks saz bike, li vir jî xwe bi zelalî îfade nekirîye.
Pirsgirêka Îfadeyên Ne Hewce û Zêde
Ji vê pirsgirêkê ez rastî du hevokên berbiçav hatim, ezê her sêyan binivîsim, belkî wekî din jî hebin.
Mînak 1:
“leqandina tiliya şehadetê ya di navbera ya ortê û ya mezin de jî dihat wateya ku yê tawanbar vegerînin oda lêpirsînê.” (r:97)
Li vir nivîskar yan dixwaze gotinê dirêj bike ku hewce pê tune ye, yan jî xwînerên xwe dike şûna ehmeq û nezanan, yan na kesên li ser hişê xwe dizanin tiliya şehadetê kîjan e û a li ku derê ye!!
Mînak :2
“Wisa jî leqandina tiliya qilîçkê, herî piçûk, dihat wateya ku yê tawanbar bibin oda îşkence û azarê. (r:98)
Li vir jî ketiye heman xetayî, em zarok in nivîskar navê pêçiyan û ciyên wan bi kitekit ji me re îzah dike!
Gelo Tirs Heye Di Vê Romanê De?
Dema min li nirxandina kesên ku ev roman xwendibûn mêze kir wekî hev temin kiribin gişan gotiye; tişta romanê ya herî berbiçav tirs e, tirsa rejîma Hafiz Esed a li Sûriyeyê ye.
Lê gava ku mirov rûpelê romanê diqulibîne qet tirsek zêde di romanê de xuya nake û bela’eks pir tişt hatine gotin ku eleqeya wan bi tirsê re tune ne. Ezê çend mînakan ji wan bidim.
Mînak :1
Dema di salvegera damezrandina partiya welêt her kes ji ber tirsa muxabereta dewletê ji mecbûrî derdikeve meşê, rewşa piştî meşê nivîskarê me bi devê serlehengê xwe Salar wisa vedibêje:
“Gelek paçik û kartonên ku siloganên pesindana partiyê û serokê mezin dabûn, li ber lingan çûbûn û li erdê belawela bibûn. Gava min posterên serok li erdê, di bin lingan dîtin, nava min qetiya. Hinekan pêlê dikirin û dimeşiyan.”
Belê piştî meşê posterên serok tên avêtin, li erdê di nav lingan de dimînin, yên ku ketine meşê ji xeynî Salar kes dîqet nake û natirse ji vê kirinê. Di hinek deran de wisa behsa tirsê dike ku haya dewletê ji wan heye rojê çend caran diherin nav ciyên xanimên xwe. Ez dipirsim; ev muameleya ku li posterê serok bûye cesaret e yan tirs e?
Mînak:2
Li gorî ku di romanê de tê vegotin Salar ji muxaberatê zêdetir ji peykerên serok ditirse, lê nivîskar vê tirsê pir lawaz pêşkêş dike, lewra mirov Salar tim û daîm dibîne ku li dor peyker dihere û tê, mesela; piraniya zemanê xwe li atolyeya mamoste Aram dibihurîne ku atolye cihê çêkirina peykerên serok e, heke ji peykerê serok ditirse çima her gav û saet dihere atolyeyê. Ji bo ku meram tam were fêm kirin ezê dîmenekî li vir binivîsim. Dema Salar ji bo çûna Beyrûdê li otobusê siwar dibe otobus tê di ber peykerê serok re derbas dibe, di wê navberê de pasvanê peykerê serok û zarokan pevçûnek çêdibe ku zarok bi pasvan henekên xwe dikin, nivîskar wisa dinivîse:
“Ji tevger û liva yê pasvan xuya bû ku ew bi ser zarokên li dora peyker diçin û tên ve radibe û xeberan ji wan re dide. Peyker jî bi dirûvên xwe yên kevirî haya wî ne ji pasvanê ku her roj ji bo bi zarokan re şer dike hebû û ne jî ji bayê felekê.”
Di vê pasajê de Salar peykerê serok gelekî normal nîşan dide ku peyker ji xeynî kevirekî ne tu tiştek e. Lê di dewama heman paragrafê de ji nişke ve rewşa Salar diguhere, wisa dibêje: “nizanim çawa hate xeyala min ku serok bi wî destê xwe yê kevirî tozê dide alî û fermanê dide giregirên artêşa xwe da ku behsa ez tê de bûm bisekinînin û ji çar aliyan ve min û siwarên basê bi çekên xwe yên elektronîk û modern dorpêç bikin…” paragraf bi dîmenên tirsê dewam dike. Di heman paragrafê de tiştên li hev nakin hene. Yanî di serî de peyker wekî tiştekî ji rêzê nîşan dide, paşê peyker di çavên wî de dibe tiştekî derasayî û ecêb.
Mînak:3
Salar diçe Beyrûdê, vedigere, çend roj bi şûn de dihere saxtî û serdana atolyeya mamoste Aram, li wir çavê wî bi Sebrî nakeve, gava ku behsa Sebrî dike her kes bêdeng dimîne, Salar dipirse:
Qey çi pê hatiye?
Hemîdo dibêje:
Na lo tiştek pê nebûye, çeka xwe hilgirt û çû gihîşt şervanên li çiyê.
Belê heta vir tiştekî xerîb tune ye, tişta xerîb di rûpela piştî vir de heye, dibêje:
“Hemîdo ji min xwest herim odeya peykerçêkirinê. Bi dîtina wî peykerê nû re, çavên min çûn nava serê min. Peykerekî mezin yê Sebrî çêkiribû û keleşnîkofa wî di destê wî de bû. Ez birim ber peyker …”
Belê mamoste Aramê ku berê ji ber fikra xwe ya siyasî bi salan di zindanan de maye, muxaberata ku haya wê ji her tiştî û her kesî heye, bi hezaran însan di zindanan de rizitîne û dirizitin, li gel rewşeke ew qas zor û zehmet û awarte de cesareteke şêrane Hemîdo girtîye radibe peykerê Sebrî yê ku çûye gihaye şervanên çiyê di atolyeyeya mamoste Aram de çêdike û keleşa wî jî dide dest. Bi rastî mirov ecêb dimîne. Welhasil meseleya tirsê de jî vegotin qels maye.
Nelihevkirinên Bûyeran
Mînak 1
Di vê mijarê de jî nivîskar hemû tişt tevlihev kiriye, carinan ji bîr kiriye ku di rûpelên berî xwe de gotiye çi, carinan hema Xwedê çi dabe ew nivîsandiye, carinan pêwendiyên bê eleqedar çêkirine. Ezê bi çend mînakan li ser vê mijarê jî binivîsim û nivîsê bi dawî bikim, çimkî mimkûna ez her tiştî bibêjim tune ye.
Piştî meşa mezin a ku ji bo salvegera damezrandina partiyê welêt gelek kes tên girtin, Salar, bavê wî, mamoste Aram û Hemîdo jî tên binçavkirin. Eskerê dewletê wan tînin di odeya libendemayînê de didin sekinandin. Îfade wisa dibêje:
“Di wan kêlikan de xortekî biçûk ber bi Aram ve hat û jê pirsî :
Apo, wan çima em anîne vir?”
Di vir de mirov zane ku xort gavek du gav avêtiye û ber bi Aram ve hatiye, yanî cih fireh e, heta vir problem tune ye, lê di rûpela hema hember de bi vî kêfetî dewam dike:
“Teqereqa dengê vebûna deriyê hesinî bêdengiyek xiste odê û hemûyan bi hev re li aliyê derî nihêrîn. Tevî ku ji bo girtî lingên xwe deyninê cihek jî nemabû di odê de, yê gardiyan ji bo ji derbasbûna me re rê veke, ez û bavê min bi ser xelkên din dehfdan.”
Cih tune ye kes lingên xwe dayne lê xortekî biçûk wekî li cihekî fireh be ber bi Aram ve tê û jê pirsa xwe dipirse.
Mînak :2
Dema mamoste Alan tê girtin ku bi xwedîkirina wehşan tê tewanbarkirin wisa dibêje:
“nirxandina wan jê re bi vî rengî bû, ew bi xwe ji hemû partiyan, yên îlegal jî di nav de, dûr bû û li hember serokê mezin bi kîn û nefret bû.”
Dipirsim: Madam ji hemû partiyan dûr e çima tê girtin?
Ya diduyan çend rûpel pêş de kesên lêpirsînê jê dikin yek ji bo mamoste Alan wisa dibêje:
“Malxerabo! Ez tênagihêjim bê çima heta niha ev teba wiha serberedayî ye. Ti rêxistineke qedexe nema ku têkiliya xwe pê re çênekir. Ti karê xerab nema ku nekir. Ji sedî sed haya wî ji xwedîkirina wehşan jî heye.”
Hûn jî dibînin tevlihevî çêbû, carekê dibêje ji hemû partiyan dûr bû, cara din dibêje tu rêxistinek qedexe nemabû ku têkiliya wî pê re çê nebûbe. Nivîskarê me nikare rewşê îzah bike, mirov dibêje bi mentiqa ettehiyyatu çawa lêhatû hereket kiriye. Mirov gerek xwendeyên xwe ew qasî aciz neke.
Mînak:3
“Aram bi vî awayî pesnê wî dida:
-Xelîlo bi tenê ye. Di nav me de xwe baş dibîne.”
Bi qedrê xwedê dikin pesin di kê dera vê hevokê de heye!
Me got ya hema çi bi ber tûşên klavyeyê ketibin. Nexwe ez bi viya bi bîriya nivîskêr û edîtor û redaktor bixim, ev ne pesindayîne belkî dilxweşkirinek be.
Mînak:4
Salar roja ku bi Meryemê re diçe nav goristanê, nivîs û name û kitêbên xwe yên bi talûke bi xwe re dibe wir, li wir mezelekî ji wan re dikole û hemûyan dixe wirê.
Roja ku muxaberet davêje ser mala bavê Salar û Salar digrin dibin, sedema girtinê yek jê Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, Şereefnameya Şerefxanê Bedlîsî, Dilxelîna J.P.Sartre û Peymana Civakî ya J.J.Rouseeau ye.
Madem ji ber tirsê kitêban dibe diveşêre, ma nediviyabû ku berê ewil Mem û Zîn a Ehmedê Xanî û Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî veşarta.Qey ji bo kurdekî ji van kitêban bi tahlûketir çi heye. Êdî ez nizanim bibêjim çi! Haya muxabaratê ji ta û derziyê heye lê çi hîkmet e Salar mezel dikole navê xwe li ser kêlikê dineqişîne haya wan jê çênabe. Salar hezkiriya xwe ya bi navê Meyremê vexwîne ser mezelan ji bo hevditinê. (Herhal qira mekanan hatiye) Meyrem bi çavê serê xwe navê hezkiriyê xwe Salar li ser kêlka mezel dibîne tew nayê sedema vê kirinê bipirse.
Ezê nivîsa xwe li vir bi dawî bikim, lê divê ez bibêjim ku pirsgirêk û xeletî û çewtiyên vê berhemê ne tenê ev in. Heke mirov bixwaze dirêj bike rûpel dê zêde zêde bibin.
Bi du heb pirsan nivîsa xwe diqedînim:
- Helîm Yûsiv ev roman ji bo çi wisa nivîsandî ye, çi eceleya wî hebûye?
- Edîtor û redektorê Weşanxaneya Peywendê çima berhemeke wisa çap kirine, gelo qencî bi nivîskêr kirine yan xerabî?
**
Nivîsên din ên Lawê Mihêreş ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di sê pirtûkên kurdî de bikaranîna peyvan ên ne di cih de
- Tiştên negengaz û derî aqil di çîroka Bahoz Baran “Mela Şekir” de