Diyarname
Yenîsahne ku li Batmanê xebatên xwe yên hunerî dike bernameya xwe ya vê mehê eşkere kir. Bername 2'yê mehê bi lîstiya "Diyariya Nepenî" dest pê dike û 30'e mehê bi lîstina "Jina Qelew" bi dawî dibe.
Va ye bername.
2'yê mehê saet 20'an de lîstika "Diyariya Nepenî" ku lîstika Koma Bedenê Dîwanê ye tê lîstin. Şanoya BAjêr a Amedê bi lîstika xwe "Mirina Jeanne d'Arcê ya Din" rojên 7 û 8'ê mehê dibe mêvan. 11'ê mehê du lîstikên zarokên bi tirkî hene 'Gelecek Sizsiniz" û "Pengo'nun Kayip Ailesi".
Lîstika Yenisahneyê "Serbaz" 16'ê mehê dê bê lîstin.
21'ê mehê Atolyeya Fotografkariya Mobîl bi pêşkêşkirina HAsan Açan û Behcet Çiftçi li dar dikeve.
Lîstika "Forsa Şêrko" 23, lîstika "Tirş û Tehl" jî 25'ê mehê dê bê lîstin.
Lîstika ŞanoWan a bi navê "Jina Qelew" ji bo du caran li Batmanê tê lîstin. 28'ê mehê li Odeya Mîmaran bi nîşandayîneke taybet û 30'ê mehê jî li Yenîsahneyê dê derkeve pêşberî şanohezan.
Ji bo têkilî: 0545 234 0466


