Diyarname
Malpera Ajansa Welat û malpera rojnameya Azadiya Welat hat astengkirin. Ajansa Welat li Bakur tekane ajansa bi kurdî ye, Azadiya Welat jî tekane rojnameya bi kurdî ye ku tê weşandin.
Malperên Ajansa Welat (AW) û rojnameya Azadiya Welat, ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) ve li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hatin astengkirin.
BTK'ê roja 1'ê tîrmehê, bi hejmara 490.05.01.2026-748334'an der barê AW de biryar da û heman rojê bi hejmarê 490.05.01.2026-748335'an der barê Azadiya Welat de biryar da û malperên wan asteng kirin.
Her wiha heta niha 3 caran hesabê X'ê yê Ajansa Welat hatibû asteng kirin,niha carek din hat astengkirin. Ajansa Welat piştî hesabê wan ê X'ê "@ajansawelat3" hat astengkirin, niha hesabê bi navnîşana "@ajansawelat4" li X'ê vekir.


