Diyarname
Lîstikvanê mezin Kadîr Înanir îro bi merasimê tê oxirkirin. Vê nîvroyê li Salona Muhsin Ertugrul merasim li dar ket. Di merasimê de gelek kes axivîn
Va ne agahiyên îro:
- Di merasimê de gelek navdar hebûn. Strana "Hekîmoglu" ku wî berhev kiribû hat strîn.
KURAL: EMÊ AŞTIYÊ BÎNIN
- Lîstikvan Julide Kural ku hevjîna Kadîr Înanir bû di merasimê de axivî: Wî evîna xwe ya mezin li sînemayê ava kiribû; bi dil, hîs, meraq û ken li jiyanê dinêrî, van yekan her rê dida ber wî. Ez şahidê hemû vê pêvajoyê me. Ev ji bo min taybet û ceribîneke baş bû. Kadîr Înanir bi awirek xwe bandor dikir. Ew awir dibû evin, bandor li însanan dikir. Loma jî ew ji bo mirovan bav bû, bira bû, evîndarî bû, kur bû. Ew zarokê Anadoluyê bû. Ew çerkez, ereb, laz, tirk bû, helbet ew kurd bû. Daxwaza wî ya mezin ew bû ku aştiya mezin were ser vê axê. Soz ji te re, emê miheqeq vê aştiyê bînin.
ORGANÊN XWE DIYARÎ KIRIN
Piştî mirina Înanir wesiyeta Înanir jî derket holê. Xwarziyê wî Levent Înanir qala wesiyeta wî kir û got, "Wesiyeta wî gelek xweşik e. Wî organên xwe diyarî kiribûn. Gotibû, 'Herî zede kesê/a ku dil û çavên min dê bigere ez meraq dikim.'
'DARA HEJÎRÊ BÛ'
Menderes Samancilar: Êdî zehmet e mirov li strana 'Hekimoglu' guhdarî bike. Wî berhev kiribû, Umit Koçan xwendibû. Bi serbilindî qala vê dikir. Me hev hembêz kiribû. Ew ji bo min dara mezin a hejîrê bû, wekî hinguv hejîr dida, wekî hinguv li jiyanê dinêrî, bi aştî, biratî li jiyanê dinêrî, ezê qet ji bîr nekim. Emê nirxekî wekî Înanir qet ji bîr nekin. Baş e ku tu ketî nava jiyana me û min 50 salên xwe ligel te derbas kirin. Baş e ku tu hebûyî, oxir be can birê min."
- Gelek navdarên wekî Menderes Samancilar, Necmettin Çobanoglu, Perihan Savaş, Nuri Alço, Halil Ergun, Levent Özdilek beşdarî merasimê bûn.

Ocalan: EW NÛNERÊ XETA MEZIN A SÎNEMAYÊ BÛ
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo Înanir peyam şand û got, "Ez hunermendê mezin Kadir İnanir ku di nav dilê gelên Tirkiyeyê textê xwe saz kiriye bi hürmet bibîr tînim. Di serî de Yilmaz Guney, Sirri Soreyya Onder, ew jî nûnerê xeta mezin a sînemayê bû. Ew ji bo gel hunermendê rastîn bû."
Ocalan got ku ew jî wekî Sirri Soreyya Onder şopînerê pêvajoya aştiyê bû, ez bawerim ev Pêvajoya Demokrasî û Aştiya Civakî dê bi ser bikeve û paşê sersaxî xwest.
***
Nûçeya Eleqedar:


