Diyarname
Rojnameger û aktîvîstê mafên mirovan Şaban Dayanan temenê xwe di nav xebatên têkoşîna mafên mirovan de derbas kir. Dayanan ku par jiyana xwe ji dest da, di salvegera wefata wî de pêşangehek bi navê "Seyir Defterî" (Deftera Seyrê) li Tutun Deposuya Stenbolê vedibe.
Pêşangeh wê ji sê beşan pêk bê; fotoyên ku Şaban Dayanan kişandine, fotoyên li ser mafên mirovan ên ji hevalên wî hatine xwestin, portreyên Şaban Dayanan û nûçe û hevpeyvînên rojnameyan ên der barê wî de.
Kurtebelgefîlmê Dayanan ê li ser Aramê Dîkran jî dê di vê çarçoveyê de derkeve pêşberî temaşevanan. Pêşangeh dê 21'ê vê mehê, saet 15.00'an de vebe û heta 4'ê gelawêjê dê vekirî be.