Diyarname
Enstîtuya Kurdî li Stockholmê bernameyeke bi navê “Şeva Helbestên Kurdî” li dar dixe. Di şevê de bi zavarayên kurdî, kurmancî, kirmanckî, kelhorî û soranî dê helbest bêne xwendin.
Çalakiya ku dê 22’yê vê mehê, roja salvegera wefata helbestvanê navdar Cegerxwîn de tê li dar xistin nêzî 16 helbestvanên kurd beşdar dibin.
Di şeva ku Nahla Kasim û Tureç Esparî dê pêşkêşvaniyê bike de Fatma Savci, Aynur Serhedî, Kamran Simo û Serkan Brûsk dê bi kurmancî; Mamostê Aşik, Behruz Kurd Ahmedî, Aram Abdullahî û Pola Nanewezadê dê bi soranî; Mihemmed Xusrewî, Elam Abdullah, Îbrahîm Canbexş û Turec Esparî dê bi kelhorî; Mihem Himbêlij jî bi kirmancî helbestên xwe bixwîne.
Ji bo kesên eleqedar:
Telefona Tekîlîyan: 073 685 02 56
Enstîtuya Kurdî li Stockholmê
Morgårdsvägen 13. Av
Dîrok: 22/10-2011
Saet: 16-00-19.00.
Cih: ABF SALEN a Vårby Gård Centrum ê


