Diyarname
Kovara Kurt Tarîhî hejmara xwe ya 60’î ya mehên rêbendan-reşemî-adarê pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Kovarê vê hejmarê wêneyê lêkolîner Mehmed Emîn Bozarslan xistiye berga xwe.
Portreya Mehmed Emîn Bozarslan
‘Kurt Tarîhî’ kovarake bi tirkî derdikeve, hin nivîsên bi kurdî jî belav dike, hejmara xwe ya nû gihand ber destên xwendevanên xwe. Kovara ku di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de derdikeve, niha gihîşt hejmara 60’î. Kovarê di vê hejmarê de cih daye lêkolîner Mehmed Emîn Bozarslan ê ku îsal canê xwe ji dest dabû. Mehmed Emîn Bozarslan ji salên 1960’î ve di warê dîrok, ziman û wêjeya kurdî de gelek xebitîbû, gelek berhem gihandibûn ber destên xwendevanan. Metîn Yuksel di vê hejmarê de nivîseke taybet ji bo bîranînê li ser Bozarslan nivîsiye. Yuksel ji gelek aliyan ve portreya rewşenbîrê şoreşger û civakparêz nîşanî xwendevanan dike. Portreya Bozarslan li medreseyên kurdî daye dest pê kirin û gihandiye roja îro. Di nivîsê de, ligel xebatên Bozarslan ên bi tirkî yên ku kêm têne zanîn, li ser wergerên wî yên ji erebî û hevpeyvînên wî yên di rojnameya Cumhuriyetê de belav bûne jî tê sekinîn. Her wiha Yuksel balê dikişîne ser berhemên hevjîna wî ya helbestvan Fatma Bozarslan û kurê wî Ganî Bozarslan ê ku di sala 1978’an de hatiye qetilkirin. Xebat, bîbliyografyaya Bozarslan a berfireh jî pêşkêşî xwendevanan dike.
Serhildana Şêx Seîd û Dêrsim: Tabloyeke Berovajiyê Tê Zanîn
Mahmut Akyurekli, di gotara xwe ya bi navê “Di Serhildana Şêx Seîd de Dêrsim” de, cih dide belgeyên gelek muhîm ku gelek tiştên heta niha di vê mijarê de dihatin gotin pûç derdixîne. Akyurekli dibêje, vegotinên bi armanca rûbirûkirina kurdên elewî û sunnî hatine afirandin bê bingeh in. Ew destnîşan dike ku li derdora Şêx Seîd gelek fîgurên elewî hebûne û bi hev re hatine îdamkirin. Li gorî nivîsê, ligel hebûna eşîrên elewî yên wekî Ewdilan ku tevli serhildanê bûne; helwestên dijber ên eşîrên Xormekan û Lolan ne ji ber sedemên mezhebî ne, lê belê dispêrin nakokiyên erdî ku koka wan digihîje serdema Ebdulhemîdê 2’yemîn.
Bi Perspektîfeke Sedsalî: Rojhilata Navîn û Siyaseta Kurd
Serhûn Al, bi akademîsyen Mehmet Gurses û David Romano re li ser rewşa heyî ya siyaseta kurd a di hawira jeopolîtîk a guherbar a Rojhilata Navîn de, hevpeyvîneke çêkiriye. Ev hevpeyvîna ku tê de pêşketinên salên dawî yên li herêmê û bandorên wan ên li ser kurdan di çarçoveyeke dîrokî ya sedsalî ya berfireh de tên nirxandin, ji bo têgihîştina siyaseta rojane jî dibe rênîşander.
Peymana Lozanê û Daxwazên Mafan ên Kurdan
Derya Bayir, li ser pirsa gelo Peymana Lozanê ji bo kurdan hin maf û parastin peyda kiriye an na, analîzeke pêşkêş dike. Ev xebata berfireh a ku dinirxîne ka daxwazên mafan ên kurdan di pêvajoya ji Konferansa Londonê heta Sevrê û di encamê de heta Lozanê çawa û çima hatine piştguhkirin, dê di kovarê de beş bi beş pêşkêşkirin. Beşa pêşî a vê rêzeyê di vê hejmarê de hatiye belavkirin.
Serboriya Malbata Celîlan
Gotara ku Nîhat Gultekin nivîsî ye, balê dikişîne ser mîrateya malbata Celîlan a ku malbatên li ser çand û folklora kurdî gelek xebat kirine. Di çarçoveya nivîsê de, cih tê dayîn ji bo hevpeyvîneke taybet a bi kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl ê ku derbasî 90 saliya xwe bûye. Enerjiya bênavber a Celîlê Celîl a di warê tomarkirina ziman, muzîk û dîroka kurdî de, tevî temenê wî yê pêşketî, îlhamê dide xwendevanan.
**********
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


