logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Li hemberî kayûmê çalakî didomin, kî çi got?

  • Dîrok: 04/11/2024
  • Beş: Nûçe

Serê sibê kayûm şandin ser Şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetî. Ji serê sibê de li van deran çalakî hene.
Kî çi got, me ew dan hev:
Bakirhan: Yên dest dirêjî me kirine, plana kayûman çêkirin
Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari çûn Batmanê. Li ber şaredarî sekinîn û daxuyanî da.
Bakirhan gotina Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli ku dest dabûn wan bibîr xist û wisa got: "Van kêmîndanêran, dizan, yên plana tasfiyeyê kirine dest dirêjî me kirin. Me jî destê wan girt. Me got belkî muzakere bikin, gelê kurd ku bi salan e nikarîne têk bibin me got belkî aştiya bi rûmet çêbikin. Lê me dît ku ew tasfyeyê birêxistin dikin, plana da emê çawa kaYûman bişînin wir dikin. Dîsa plan dikin ku ka dê çawa gelê kurd înkar bikin dikin. Batman li hemberî kiryar nediyaran têk neçû. Ligel bi hezaran windayiyan jî xwedî li ziman, çand û vîna xwe derket. Em we hişyar dikin, dest ji vê dizî, destdana ser vîna gel berdin." 

Hatimogullari: Emê bi hev re xwedî li vîna xwe derên
Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari: "Hûn sed hezar kayûman bişînin jî vîna gel dê bi ser bikeve. Gelê kurd li hemberî vê derbeyê bi yek dengî li ser piyan e. Ligel gelên din ên li Tirkyeyê, ligel jinan emê dengê azadî û demokrasiyê bilind bikin. Vîna gel dê li van kuçeyan be. Emê bi hev re xwedî li vê vînê derkevin."

Turk: Em dengê xwe bilind bikin:
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Truk got ku li hemberî vê bêpiqûqî, rêveçûna antî demokratîk, li hemberî ev kirina dest datîne ser vîna gel em hemû dengê xwe bilind bikin. "Destjêberdan tune ye. Ji têkoşîna ji bo demkorasî, aştî û azadiyê em bi paş ve gav navêjin. Emê destûrê nedin dest bidin vîna gel. Bila ev wisa bê zanîn."

Bucak: Em dest ji têkoşîna xwe bernadin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û endamên meclisê çûn Mêdînê.
Bucak li ber şaredarî ligel Hevşaredar Turk û Devrim Demir daxuyanî da û got, ev kayûm bê hiqûqî ye. Bucak wisa got, "Yên bi rangeran tên, bi lez fotoyên xwe dixin malpera şaredarî divê şerm bikin. Em bi hêrs in, emê têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Kurd her tim destê xwe dirêjî aştiyê kiriye û berdêla demokrasiyê û jiyana bi hev re ya hemû gelan daye. Hê hûn dixwazin hê em çi berdêlê bidin.
Em gere vê têkoşînê bilind bikin. Ligel hemû hêzên demokrasiyê gere em li gel hev bin. Ev 7 meh in em hatine hilbijartin, me dilê gel bi dest xist, ligel wan em meşiyan. Ji bo vî gelî xizmet nekiribûn, me xizmet kir. Wan şaredarî kiribû cihê rantxurî, yê me derdê me ne rant e, em xizmetî dikin. Hûn çima ew qas bêtehamul in? Ji ber ku rantê we hat birîn. Lê ev daxwaza azadiyê ya gelê me ji rantê we ji wêdetir e, wê rantê we binpê bike.

Ozel: Ezê ligel Ahmet Turk bim
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel li ser kayûmê daxuyanî belav kir, Ahmet Turk wekî "kevokê aştiyê" bi nav kir û got, "Ji bo kemerê zêrîn li bejna wan be her tiştî dikin. Ev kemer di 31'ê adarê de ji det wan hat girtin. Êdî ne partiya yekemîn in. Karê wan ê dawî li hemberî vîna miletê çêkirina derbeyê ye. Pêşî dest danîn ser vîna Esenyurtê, niha bi Mêrdîn, Batman û Xelfetî didomînin. Bi rastî em li sînorê ku êdî mafê gotinê bi dawî bûye ne. Di demokrasiyan de divê gotin xilas nebe. Li hemberî vê desthilatdariya pozbilind ku guh nade dengê gel û muxatabên wê yên siyayî emê têkoşîna xwe bidomînin."

BAROYA RIHAYÊ: Ev biryar ne hiqûqî ye
Serokê BAroya Rihayê Abdullah Oncel li ser kayûman got; "Li gor xala 67'an a Zagona Bingehîn divê mafê hilbjartin û hilbijêrî neyê binpêkirin. Dibêjin ber 6 sal, 3 meh û 15 roj cezayê Şaredarê Xelfetî ew ji kar girtine, lê me mêze kir ev ceza hê li dadgeha bilind e, teqes nebûye. Ji ber teqez nebûye xala 'masûmbûnê' hatiye binpêkirin. Dîsa dosyaya 2020'î ku didome YSK hay ji vê hebû ilgel vê jî berendamtiya birêz Mehmet Karayilan erê kiriye. YSK'ê gotiye dikare bê hilbijartin. Ji ber van yekan divê dest ji vê meseleya kayûmê û bêhiqûqiyê berdin.
Oncel ji bo roja pêşiyên me jî got: "Roja şemiyê bi mazûvaniya TBB'ê (Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê) wê civîna serokên baroyên bajaran li dar bikeve. Li wir emê vê mijarê bixin rojeva yekem, nîqaş bikin û daxwaza belavkirina deklerasyoneke bikin."

Îmamoglu: Emê sibê wekî Yekîtiya Şaredariyan bicivin
Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di X'ê de got, "Desthilatdarî kontrola xwe winda kiriye, vir de wirde diheje. Ahmet Turkê ku hê hefteyek berê ilgel Cîgerê Serokomar di navbera malbatan de lihevhatin çêdikir, di hefteyek de çawa bû terorîst. Di demorasiyan de berdewamiya vîna gel xala bingehîn e. Ger yê hatiye hilbijartin ji kar bê dûrxistin jî ji nav Meclisê yek ji dêvla wî/ê ve tê hilbijartin. Rayeya hilbijartinê tenê di destê hilbijêr de ye û ev nakeve destê kesek din. Ji bo civîna Habîtatê ya NY'ê (Neteweyên YekBûyî) ez hatim Kahîreyê, êvarê ez vedigerim Tirkiyeyû sibê bi awayekî awarte emê Encumena Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê bicivînin."

Îyî Partî: Em diji kayûmê ne
Berdevkê Serokê Koma Îyî Partî Turhan Çomez li ser kayûma daxuyanî da çapemeniyê û got, "Kayûm tê wateya destdanîna ser vîna milet û em wekî partî vê yekê rast nabînin."

***

Nûçeya Eleqedar:

- Dîsa derbe: Bi kayûman dest danin ser Şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ocalan dikare li kîjan kanalan temaşe bike?

ad

KNK'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

ad

Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e

ad

Bob Dylan li ser Nobelê biryara xwe da

ad

Di wêjeyê de derfetên zimanê kurdî û rewşa nivîskarên kurd

ad

Ferqa di navbera her du wêneyan de çi ye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname